Hicrî: "Serkeftina kurdan nêzîk e"

Hicrî: "Serkeftina kurdan nêzîk e"

Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hicrî ji bo konferansa kurdan ku li Moskowê hatibû lidarxistin, peyamek şand

A+A-

Sekreterê Giştî yê PDK-ΠMistefa Hicrî ji bo konferansa navneteweyî ya kurdan ku duh li Moskowê hatibû lidarxistin, peyamek şandîye û di peyamê de gotîye, "Kurd yek netew e, Kurdistan yek welat e. Her partî û saziyên kurdan bêyî destwerdana karûbarên perçeyên din ên Kurdistanê bikin, divê li ser bingeha berjewendiya netewî bi hev re kar bikin."

‘Divê her hêz û saziyên kurdistanê yekrêzî û hevkariyê di navbera xwe de bikin armanc'

Hicrî di peyama xwe de balkişandîye ser guhertinên li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li rewşa gelê kurd gotiye, "Guhertinên li herêmê pêk tên bandorê li ser qedera gelê kurd dike. Ji ber vê yekê divê her aliyekî Kurdistanê di asta berpirsyariya siyasî û netewî de hewil bide û têbikoşe. Divê her hêz û saziyên siyasî û civakî yên Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên netewî û rizgariya gelê Kurdistanê de pêkanîna yekrêzî û hevkariyê di navbera xwe de bikin armanc."

Mistefa Hicrî balkişandîye ser guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên ji bo kurdan him dikare bibe derfet him jî dikare bibe gef û metirsî. "Partî û hêzên Kurdistanî ji bo karibin van guhertinan bikin derfet, beriya her tiştî divê rêzgirtina ji hev re û qebûlkirina hevdu bikin xala sereke. Divê her partî û sazî ji qebûlnekirin, destwerdan û dijberiya hev dûr bisekinin û bi şêweyekî netewî û demokratîk bi hev re pêşengtiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bidestxistina serweriya netewî bikin."

‘Her partiyeke Kurdistanê dikare heta astekê peywendiyên taktîkî ligel dewletên dagirker deyne lê…'

Hicrî di peyama xwe de gotîye, "Di şert û mercên niha de her partiyek Kurdistanê dikare heta astekê peywendiyên taktîkî ligel dewletên dagirker deyne lê dema ku ew peywendî zirarê bide strateji û xebatên partî û saziyên wê perçeyê Kurdistanê û ne di xizmeta gelê kurd û yekîtiya netewî de bei divê were bidawîkirin."

Sekretê PDK-Îyê di dawiya peyama xwe de jî gotîye ger partî û hêzên kurd bi yekîtî û zanebûn tevbigerin, roja wê roja kurdan be û serkeftina kurdan jî nêzîk e.

mosko.jpg

Encamnameya Konferansa Moskowayê

Encamnameya Konferansa Kurd ku 15ê Sibatê bi beşdariya 70 kesayetên siyasî û pisporên rojhilatnasiyê li Moskowê hat lidarxistin, bi dawî bû. Piştî konferansê encamnameyek hat ragihandin ku tê de ji Rûsyayê û hêzên navdewletî hat xwestin, ji bo çareserkirina pirsa kurd rola xwe bilîzin.

Konferansa Kurd a 70 kesayetên ku di nav wan de lîderên rêxistinên sîyasî yên kurd, parlamenterên ji Herêma Kurdistanê, parlamenterên ji Tirkiyeyê, nûnerên civaka zanistî yên Rûsyayê, pisporên polîtîka û jeopolîtîkê, rojhilatnas, rêvebir û nûnerên sazîyên ramanê tê de beşdar bûn, bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku beşdarên konferansê ji Serokdewletê Rûsyayê xwestine, di asta navnetewî de hêz û bandora xwe li ser Tirkiyê bikar bîne ku dawî li zilm û zora li ser parlamenter, sîyasetmedar û aktîvîstên kurd bîne û ji bo çareserîya sîyasî ya pirsa kurd li çareyan bigere.

Herwiha daxwaza xurtkirin û pêşvebirina têkilîyên Rûsya û Kurdan hat kirin û bang li Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê hat kirin ku ji bo misogerkirina statuya Federasyona Bakûrê Sûrîyeyê di destûra nû ya Sûriyê de, li asta navneteweyî bi israr bin.

Beşdarên konferansê di beşeke din a encamnameyê de, tecrîda li ser lîderê PKKê Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hikûmeta Tirkiyeyê û civaka navneteweyî kirin ku ji bo çêkirina derfeta çareserkirina pirsa kurd li rêyên serbestberdana Abdullah Ocalan û girtîyên din ên sîyasî bigerin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin