Hicrî: ”Em potansiyêla Bihara Kurdî di Îranê de dibînin”

Hicrî: ”Em potansiyêla Bihara Kurdî di Îranê de dibînin”

PDKÎ jî pitir ji 70 sal e ku xwediyê rêberiya şoreşa Kurdên Rojhilat dike, ku 10 milyon nifûs heye.

A+A-

 

Misfeta Hicrî sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê, di hevpeyvîneke taybet digel malpera “Jerusalem Online” bas ji zulm û zordariya rejîma deshilatdar li Îranê, derheq gelê Kurd û potansiyêla Buhara Kurdî di Îranê de kir.

Mistefa Hicrî di hevpeyvîna xwe de, bal kişande ser zordariya rejîma Îslamî li Îranê û ragehand ku, zulm û zordarî û apartayd a rejîma Îranê derheq bi gelê Kurd bûye sedem ku, Kurdên Kurdistana Rojhilat li dijî rejîma Îslamî ya Îranê û di pêxema avakirina sîstemek demokrat û federal de, şoreşek azadîxwazane dest pê bikin, da ku bi vî rengî bigihîjin mafên xwe yên berheq û rewa.

Hicrî di beşek din a gotinên xwe de serbarê îşare bi îdamkirinên bi kom yê girtiyn Kurd, eşkere kir ku rejîma Îranê, çalakên siyasî û daxwazên wan bi neyasayî dizane, û xebatkarên siyasî ên Kurd girêdayî bi Îsra’îl û Amerîkayê, û di çend rojên derbazbûyî de jî bi Erebistana Si’ûdiyayê ve girê dide, lewra eva jî dibe sedemek bona vê ku Kurd dest bavêjin şoreşê.

Mistefa Hicrî di beşek din ya hevpeyvîna xwe de piştî vê ku li ser piştevaniya rejîma Îranê ji terorîszmê û destxitina di nava karûbarên welatên din de diaxive, tekez dike ku, li Rojhilata Navîn Kurd bûye fakt û xwedî bandor e, û gereke hemû welatên demokrat û azadîxwaz alîkarê Kurdan bin, û pişta Kurdan bigirin û li hember de jî Kurdê Îranê xwedî potansiyêleke baş e, lewra Buhara Kurdan misoger e.

Hicrî bi eşkere radigehîne ku, em weke gelê Kurd dikarin bibin nawenda raperînê di Îranê de, û ev potansiyêl di gelê Kurd de heye, lê potansiyêla me hewcehî bi piştevaniyê heye, jiber ku niha pitir ji 70 kîlomêtir ji sînorên di navbera Kurdistana Başûr û Rojhilat di bin kontrola me de ye, û herweha PDKÎ avakerê Kongireya Netewên Îrana Federal e, pitir ji %50 ji xelkê Îranê, piştevaniyê jê dikin, û PDKÎ jî pitir ji 70 sal e ku xwediyê rêberiya şoreşa Kurdên Rojhilat dike, ku 10 milyon nifûs heye. 

KMedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin