Hêzên Rûsî, li Sûrî û Rojava belav dibe

Hêzên Rûsî, li Sûrî û Rojava belav dibe

Di çarçova rêkevtina Rûsya û Tirkîyê proseya belavbûna hêzên rûsî û sûrî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

A+A-

Nsvenda Nûçeyan- Di çarçova rêkevtina Rûsya û Tirkîyê proseya belavbûna hêzên rûsî û sûrî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

 

Li Rojavayê Kurdistanê piştî êrişa Tirkîyê û grûpên çekdar proseyeke nû dest pê kirîye û hêzên hikûmeta Sûrîyê piştî bi salan bo caran yekem derbasî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê dibin.

 

Ev derbasbûna hêzên hikûmeta Sûrîyê li gel polîsê leşkerî yê rûsî hem di çarçova rêkevtina HSD-hikûmeta Sûrîyê û hem jî di çarçova rêkevtina Rûsya-Tirkîyê de pêk tê.

 

Piştî destpêkirina êrişa Tirkîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê li hev kiribûn ku artêşa Sûrîyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê belav bibe ku rêgirîyê li êrişên Tirkîyê bike û sînoran biparêze.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin