Heyeta PAKê Serdana Sengera Pirdê Kir

Heyeta PAKê Serdana Sengera Pirdê Kir

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî û berpirsê Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Temo Ayas, roja 05.06.2018an serdana Sengera Pirdê kir.

A+A-

Endamê Mekteb Sîyasî yê PDKê û Fermandarê Pêşmerge Rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî, Serokê PAKa Rojhilat Rêzdar Husên Yezdanpena, rêzdaran fermandar û pêşmergeyên li Sengera(cepheya) Pirdê pêşewaziya heyeta PAKê kir.

Piştî kareseta 16yê Oktobra 2017an ku Kerkûk bi îxaneta hinek kesên kurd ve careke din hate dagirkirin, morala  Kurdistaniyên her çar perçeyên Kurdistanê şikestibû.

Di roja 20ê Oktobira 2017an de Heşdî Şeibî, pasdarên Îranê  û hêzên leşkerî yên din ên Iraqê êrîşeke mezin anîbûn ser Pirdê. Bi vê êrîşê Heşdî Şeibî dixwest were Hewlêrê dagir bike û dawî li destkeftinên Federalî yên Herêma Kurdistanê bînin.

Lê pêşmergeyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedaneke qehremanane, ev êrîşa Heşdî Şeibî û hevalbendên wê têk birin û dagirkeran şikesteke mezin xwar.

Piştî vê berxwedana Pirdê, li Sihêla û li Zûmar jî pêşmergeyên qehreman bi berxwedanên mezin planên dagirker û xêrnexwazan têk birin.

Berxwedana Pirdê di parastin û pêşdebirina doza azadî û serxwebûna Kurdistanê de berxwedaneke dîrokî ye.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik jî ligel heyeta PAKê seredana Sengerê Pirdê kir û pîrozbahî û spasiya fermandar û pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Endamê Mekteb Siyasî yê PDKê û Fermandarê Pêşmerge Rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî, li gel Serokê PAKa Rojhilat Rêzdar Husên Yezdanpena û ligel rêzdaran fermandarên pêşmergeyan,  bi berfirehî behsa wê berxwedana 20ê Oktobira 2017an, behsa plana xwe ya eskerî û şikesta Heşdî Şeibî û hevalbendên wê kirin.

Heyeta PAKê êvarê jî li gel pêşmergeyên qehreman fitara xwe vekirin.

Heyeta PAKê ji bo vê pêşewaziyê sipasiyên xwe pêşkêşî Rêzdaran Dr. Kemal Kerkûkî û Husên Yezdanpena û hemû fermandar û pêşmergeyên qehreman kirin.

Fermandar û pêşmergeyên Başûr û Rojhilate Kıurdistanê yên li Sengera Pirdê pêşewaziyeke germ û welatperwerane li heyeta PAKê kirin. 

pak11.jpgpak22.jpgpak44.jpgpak55.jpgpak66.jpgpak77.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin