Heyeta PAKê li Dêrsimê Seredana Şaredarîyê, Dezgehên Sivîl û dostên PAKê Kir

Heyeta PAKê li Dêrsimê Seredana Şaredarîyê, Dezgehên Sivîl û dostên PAKê Kir

.

A+A-

Roja 22.09.2021ê heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezihe Karahan pêk hatî, seredana Şaredarîya Dêrsimê û Baroya Dêrsimê kir, li gel beşeke mamosteyên Unîwersîteya Mûnzûrê hevdîtin pêk anîn.

Herweha heyeta PAKê, li gel dostên PAKê yên li Dêrsimê hevdîtinên berhemdar pêk anîn.

Serokê Şaredarîya Dersimê Fatîh Mehmet Moçoxlû, li Şaredarîya Dêrsimê pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, ji ber vê pêşewazîyê, spasîya Fatîh Mehmet Moçoxlû kir û di derbarê PAKê de, di derbarê daxwazên acîl yên ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de agahdarî da û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li himberî şewitandina daristanên Dersimê û yên li bajarên din yên Kurdistanê protesto kir.

Serokê Şaredarîya Dersimê Fatîh Mehmet Koçoglû jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û di heqê xebatên Şaredarîya Dersimê û di heqê rewşa giştî ya Dêrsimê de agahdarî da.

Heyeta PAKê paşê seredana Baroya Dêrsimê kir.

Serokê Baroya Dêrsimê Parêzer Kenan Çetîn pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Parêzer Kenan Çetîn kir û di derbarê PAKê de, di derbarê daxwazên acîl yên ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê û fi heqê gengeşîyên Qanûnaneke Bingehîn ya Nû da bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Serokê Baroya Dêrsimê Parêzer Kenan Çetîn jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û di heqê rewşa giştî ya Dêrsimê de agahdarî da û di ji bo çareserkirina pirsgirêkan û Qanûna Bingehîn a Nû de bîr û rayên xwe anî ziman.

Heyeta PAKê di herdu hevdîtinan de jî bal kişand ser girîngîya kampanyaya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê.

Hevdîtina heyeta PAKê ya li gel Şaredarîya Dêrsimê û Baroya Dêrsimê di atmosfereke dostane , germ û berhemdar de derbas bû.

Piştî van hevdîtinan, heyeta PAKê seredana peykerê rêberê gelê Kurdistanê Seyîd Riza yî kir.

Heyeta PAKê Seyîd Riza û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîranî.

22.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin