Hevserokên nû yên HDPê dîyar bûn

Hevserokên nû yên HDPê dîyar bûn

Kongreya Çarem a HDPê îro birêve çû û hevserokên nû yên wê partîyê hatin hilbijartin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kongreya Çaremîn a HDPê îro li Enqereya paytexta Tirkîyê bi beşdarîya hejmareke zêde ya endam, alîgir û mêvanan birêve çû.

Di kongreya çarem a HDPê de ku îro li Enqerê hat lidarxistin, Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi 836 dengan wek Hevserokê HDPê hatin hilbijartin.

Di encama dengdanê de Pervîn Buldan û Mîthat Sancar weke hevserokên wê partîyê hatin hillbijartin.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku bi yek lîsteyê ketin dengdanê, 836 deng bi dest xistin. Di kongreyê de ji 1018 delegeyan 838 dengê xwe da ku 2 deng jî pûç bûn.

Herwiha di encama dengdanê de endamên Meclîsa Partîyê, Komîteya Dîsîplîna Navendî û komîteyên din ên ser bi wê partîyê ve hatin hilbijartin.

Pervîn Buldan kî ye?

Pervîn Buldan 6ê Mijdara 1967an li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû. Piştî xwendina xwe ya lîseyê li Îdirê bo heyamekê weke fermanber kar kir.

Hevjînê wê Savaş Buldan ku karsazekî naskirî yê Kurd bû, hezîrana 1994an li bajarê Boluyê yê Tirkîyê ji alîyê gûpeke nenas ve hat revandin û kuştin.

Pervîn Buldan ji sala 1995an ve bo heyama 4 salan beşdarî çalakîyên ‘Dayikên Şemîyê’ bû li ber Lîseya Galatasaray a li Stenbolê. Di wan salan de bo du serdeman endama Meclîsa Partîyê ya HADEPê bû.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan sala 2005an di nav 1000 jinan de cih girt ku li ser asta cîhanê ji bo Xelata Nobelê hatibûn berbijêrkirin.

Herwiha sala 2007an Pervîn Buldan weke berbijêra serbixwe beşdarî hilbijartinan bû û weke yekem parlamentera jin a bajarê Îdirê derbasî parlamentoya Tirkîyê bû.

Pervîn Buldan roja 11ê Sibata 2018an, di Sêyemîn Kongreya HDPê de li gel Sezaî Temellî weke hevseroka HDPê hat hilbijartin.

Mîthat Sancar kî ye?

Mîthat Sancar sala 1963 li navçeya Nisêbîn a ser bi Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye.

Mîthat Sancar piştî ku li Lîseya Mamosteyan a li Amedê derçû, li Peymangeha Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê xwendina xwe berdewam kir.

Sala 1995an bi teza bi navê, ‘Şîroveya Mafên Bingehîn’ doktoraya  xwe xilas kir û sala 1999an jî bi teza ‘Dewleta Hiqûqê’ pênaseya doçentîyê wergirt. Sala 2007an jî bû profesor.

Mîthat Sancar di 3ê Nîsana 2013an de yek ji wan 63 rewşenbîran bû ku ji alîyê hikûmeta AK Partîyê ve hatibû aşkerekirin bi mebesta birêvebirina proseya çarserkirina pirsa Kurd û nûnerê Herêma Marmarayê bû.

Herwiha Mîthat Sancar di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de weke parlamenterê HDPê yê Mêrdînê derbasî parlamentoya Tirkîyê bû. Di hilbijartinên Mijdara 2015an û sala 2018an jî dîsa weke parlamenterê HDPê yê Mêrdînê cihê xwe di parlamentoya Tirkîyê de girt ku niha wekîlê serokê parlamentoyê ye.

Hevserokê nû yê HDPê zimanên Kurdî, Almanî, Îngîlîzî, Erebî û Tirkî dizane û zarokek wî heye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin