Hevpeyvîna Le Monde Dîplomatîk a bi Arkeolog Cemal Özçelik re

Hevpeyvîna Le Monde Dîplomatîk a bi Arkeolog Cemal Özçelik re

.

A+A-

"KÊMASÎYA KU LI GIRÊ MIRAZAN DERKETÎYE HOLÊ BÊDEWLETBÛNA KURDAN E"

Çalakîyên arkeoljîk çalakîyên sazîbûyinê ne. Dewlet sazîyek e ku di dereceya herî bilind de hatîyê honandin. Kêmasîya li Girê Mirazan derdikeve holê jî ''bêdewletbûna kurdan'' e. Ev kêmasî di vî warî de herdem hatîye hîskirin. Carek em li ser axa xwe bi miemelaya bîyanîbûnê re rû bi rû mane. Berhemên me ji me hatine veqetandin û desteserkirin. Pirî car wekî zanîstekî jirêzê jî nehiştine em nêzîkî van berheman bibin.

Bi navê Göbekli Tepe ket lîteratura dinyayê. Ji alîyê arkeolojîkî ve kolîna herî girîng a Komara Tirkîyeyê, çavên arkeolojîya dinyayê li ser, bi meraqeke mezin li benda eşkerebûna sirên wê bû. Lê helbet çîroka wê ne ber bi rojavayê, bi hîşmendîya dewleta Tirkîyeyê hate birêvebirin û hemû dinya Girê Mirazan a Mezopotamyayê bi navê Göbekli Tepe bi bîr tîne. Arkeologê Kurd Cemal Özçelik bi salan e li ser vê perestgeha (mabed) herî kevn a dinyayê lêkolînan dike û du pirtûkan nivîsandîye. Me li ser Girê Mirazan pêre sohbetek kir. Fermo sohbeta me...

Em li ser perestgeha ku wekî Göbekli Tepe tê nasîn, lê hûn bi navê wê yê rastîn ê li Mezopotamyayê tê zanîn Girê Mirazan bi nav dikin, bipeyivin. Gelo ji alîyê arkeolojîya dinyayê ve girîngîya Girê Mirazan çi ye? Lê berî bersiva vê pirsê hûn ê di derheqê gengeşîyên li ser navê wê tê kirin, çi bêjin?

Ez dixwazim balê bikişînim ser navê wê, çunku di derheqê vê mijarê de pirîcar spekulasyonên bêwate tên kirin. Du navên wê yên cuda yên tên bikaranîn jî hene; Girê Mirazan û Xerabreşk. Lê mixabin ji ber ku bi navê "Göbekli Tepe’" ketîye lîteratura arkeolojîya dinyayê, em jî vî navî bi kar tînin. Li gel vê yekê li gorî fikra min her carê ku navê wê tê gotin, divê navên kurdî jî bên bikaranîn. Ji ber vê yekê heta ku ji destê min tê ez behsa van navan jî dikim. Li welatê me gelek navên cografî û navên cihûwarên jîyanê hatine guhertin. Ji sedema vê kiryarê li cem me hesasîyetek çêbûye. Haya me ji van polîtîkayan heye û bila tu şika kesî tunebe ku di her şert û mercan de wekî lêkolînvanekî ez ê herdem li dijî kiryarên ku rastîyê berevajî dikin, helwest bigirim. Li gorî min girîngîya herî mezin a Girê Mirazan ev e: Girê Mirazan hin qalibên ku di mêjîyan de bicih bûbûn şikand.

Ango li gorî we cihê Girê Mirazan a di qada arkeolojîya dinyayê de li kuderê ye?

Kompleksa perestgehan a ku li Girê Mirazan derket holê fikir û ramana skolastîk a ku di warê arkeolojîyê de serdest e, hejand; derfeta nefes û geşepêdanê da wê. Lê divê Girê Mirazan surpîrîz nebûya. Jixwe dihat hîskirin ku di navbera serdemên Paleolîtîka jor û Neolîtîk de valahîyek heye. Divê bihata hesabkirin ku ev serdem di cihekî de veşartî maye. Di vê çarçoveyê de Girê Mirazan ne mînaka yekem û ne jî ya dawîn e. Ger em tarîxê ji cihekî bidin destpêkirin, em ê rêya skolastîkbûna ramanê vekin.

Divê em ji vedîtinên nû yên ku nêrîn û asoyê berfirehtir bikin re amade bin. Ji bo arkeolojîya dinyayê cihekî vê derê yê taybet jî ev e: Girê Mirazan tenê ne kultura herêmê ye, di heman demê de xalek wenda ya tarîxa mirovahîyê ye û lêkolînên ronîker ên vê derê dê bibe alîkar da ku em kultura dinyayê jî baştir fêm bikin.

Xebatên we yên li ser Girê Mirazan gelek giranbiha û hêja ne. Pirtûka we ya duyem a li ser vê mijarê jî di demeke nêzîk de hat weşandin. Sernivîsa jêr ya pirtûka we ya yekem wekî "Şîfreyên Derîyê ji Dinyaya Din re Vedibe" (Öteki Dünyaya Açılan Kapının Şifreler) hatîye formilekirin. Gelo Girê Mirazan, ji bo têkilîya bi ‘’dinyaya din’’ re pirek e?

Her çiqas navendên ayînî yên dînî xwedîyên fonksîyonên civatî yên dinyayî bin jî, meriv dikare bêje ku sedema derketina wan a holê bi hesreta wan a bi dinyaya din, ji nû ve zayîn û bawerkirina bi jîyaneke ebedî ve girêdayîye. Merivên dîndar jî di vê çarçoveyê de di navbera erd, ezman û dinyaya bin erdê de navbeynkarîyê dikin. Ev navbeynkarî li gorî serdeman vediguherîn. Carna wekî şamanekî, carna wekî ferîşteyekê, carna wekî pêxemberekî û carna jî wekî kahînekî rol lîstine.

JI BO "NEWELA ÇORÎ" JÎ ÎHTÎMAMA PÊWIST NEHAT NÎŞANDAN

Li gorî we di serdema kevirîn de dîn û kultur bi tundî dikaribû ji hev bê cudakirin? Ger em Girê Mirazan li gorî mercên wê serdemê binirxînin, gelo merivên koçber û nêçirvan ji bo hewcedarîyên xwe yên dînî û kulturî çima ewqas mesaî û ked xerc kirine?

Dema meriv ber bi rabirdûyê ve biçe, bi awayekî zelaltir tê hîskirin ku kultura merivahîyê hîn bi tevahî ji hev cuda nebûbû û wekî şaxên cuda dabeş nebûbû. Dîyardeya dînî bi sazîbûna kultura bawerîyê gihîştîye merheleyeke hîn bihêztir û aşîkar. Li gorî vê çarçoveyê mirovên Girê Miarazan jî ji sedemên cografî, avhewayî û civakî mecbûr mane bi rêxistin û sazîbûn bibin û derfeta avakirina van sazîyên navborî bi dest xistine. Li gorî fikra min avahîyên Girê Mirazan ligel taybetmendîyên xwe yên dînî, di heman demê de ji sedema hewcedarîya rêxistinbûna civakî çêbûne û veguherîne pergalên ku vê rêxistinbûnê bihêztir bikin. Ji sedema van hewcedarîyan girseyên mezintir hatine bikaranîn, demên gelek dirêj hatine xerckirin û ev avahîyên navborî hatine çêkirin.

Di Arkeolojîya Kurdistanê de Newala Çorî wekî navendeke girîng derdikeve pêşberî me. Ev girê ku dişibe Girê Mirazan û di nava sînorên navçeya Hîlwanê de ye, di tarîxa arkelojîya herêmê de cihekî girîng digire. Li vî girî, B.M. (Berîya Mîladê) di 8400an de jîyaneke bi çi awayî hatibû avakirin? Rola figurên jin û mêran çi bû? Bi rastî jî koçber bûn? Ji kuderê hatibûn?

Li Mezopotamyaya Bakur ji bilî Girê Mirazan hin cihên din yên aîdê wê serdemê jî hatin kifşkirin û li hinekan xebatên vekolînê dest pê kirin. Li gel ku Newala Çorî ji nû ve hatibû kifşkirin, lê eleqe û îhtîmama divîyabû bibîne tu car nedît. Ev avahî bi yekserî ne wekî hev bin jî, dişîbin hev û ev kultur beramber li hevûdu tesîr kirine. Di heman demê de li van deran, ezmûnên bihêz ên ji bo derbasbûna jiyana cîwarbûyî hatine jîyin. Jîyana ciwarbûyî jî remza derbasbûna modela ‘’civata bi peyman’’ e ku di vê modelê de; jîyana civakî bi qaîdeyên pêhit tê honandin, prensîbên exlaq û hiqûqî tê darîçavkirin û hîn bêtir tê şopandin. Ji ber ku civatên pêvajoya derbasbûyînê ne, divîyabû her tişt di nav hevûdu de û bi balans bûna. Li cihekî ku avahîya civakî di nava xwe de dabaşbûyî ye, lê hê balansên xwe yên navxweyî diparêze, tê îşaretkirin ku cihêrengîya civatê hê nakokîyên cidî nahewîne. Ev balans di heman demê de, di têkilîyên jin û mêran de jî derketîye holê. Mimkin e ku em pêşbibînin civateke cudabûyî, lê xwedîyê nîzameke li ser bingeha wekhevîyê avabûyî jî heye. Em hê bi awayekî vekirî nikarin bêjin ew bi rêya koçberîyê hatine an na. Lê ji ber ku ji alîyê cografî ve li ser guzergeha koçberîyê ne û cihûwarên cuda digihîjînin hevûdu, em dikarin bibêjin van deran herdem koçber girtine û dane, di bin tesîra kultura koçberîyê de mane û li van deran car caran hin sentezbûyîn derketîye holê.

GIRÊ MIRAZAN NE LI DERVEYÎ KULTURA ZAGROSAN E

Hûn îdîayên wekî ‘’yên ku perestgehên Girê Mirazan çêkîrine pêşîyên kurdan in’’ çawa dinirxînin?

Mixabin ji bo ku em bizanibin ev perestgeh ji alîyê kê ve hatine çêkirin, di destê me de daneyên têrker tunene. Lê em bi nirxandina hin remzan derdikevin rê û hewl didin ku hin taybetmendîyên gel û civatên mirovî yên cuda tesbît bikin û bi vî awayî derfeta şirovekirinê bi dest bixin. Bi nirxandina remzan em dikarin girêdanên analojîk bikin, aso û qada xwe ya hereketê berfirehtir bikin, lê ev hewldan ji bo ku em bikaribin nasnameya etnîkî ya Girê Mirazan tesbît bikin, alîkarîya me nake. Remzên ku li vê derê hene hema hema gihîştine her derê dinyayê. Ev yeka jî, nîşanî me dide ku bawerîyên dînî di serdemên pir kevn de sînorên etnîkî derbas kirine. Ango li dinyaya me, serdemek hatîye jîyin ku hemû mirovahî nebe jî, beşek mezîn xwedîyê bawerîyên wekhev bûne. Bê guman ev bawerî ne yeknavendî bû, qet şika me tuneye ku yek ji navendan jî, cografyaya Kurdistanê bû. Em dizanin ku ji serdem û hezar salên pir kevn vir ve, kulturek yekbûyî ji Zagros û Mezopotamyaya Bakur ta herêma Anadoluya Navîn a roja me şikil girtîye. Di vê çarçoyeyê de kultura ku li Girê Mirazan derdikeve pêşberî me nikare ji kultura Zagrosê serbixwe bê nirxandin. Lê divê em ji bîr nekin ku lihevtesîrkirina kulturan bi qasî ku tê zanîn jî kevntir e. Di vê çarçoveyê de avahîyên Girê Mirazan ji alîyê kê ve hatibin çêkirin jî, em di wan de bi hêsanî şopên mîrata pirkulturîyê dibînin. Ji bilî vê yekê di encama hin lêkolînên nû yên genetîk de, em dikarin bi hêsanî bibêjin kurdên îro li vê cigrafyayê piranîya nifûsê pêktînîn, bi kêmasî 15 hezar sal in hewla sazkirina civateke biryardar dane destpêkirin. (Li ser vê mijarê meriv dikare serî li berhema bi almanî hatîye nivîsandin a lêkolînvanê Awistiryayî ya bi navê ‘’Die Herkunft der Kurden/Eslê Kurdan’’ bide.) Ji bo meriv bikaribe li ser Girê Mirazan tiştekî zelal bibêje, divê berî her tiştî analîzên DNAyê bi raya giştî re werin parvekirin. Ger dane zelal bibin, dê tiştên ku em bikaribin bibêjin jî zêdetir bin.

Girê Mirazan wekî sîteyeke arkeolojîk di nav tixubên Komara Tirkîyeyê de ye û xebatên li ser tê kirin jî di çarçoveya daxwazên vî welatî de tên kirin. Gelo di derheqê van xebatên arkeolojîkî de rexneyên we hene? Li gorî we kêmasî çi ne?

Di eslê xwe de arkeolojî û zanist sînoran nas nakin. Dema di nav sînoran de bên hepskirin berjewendî derdikevîn holê û helwestên objektîf zirarê dibînin. Li jorê min behsa sîyaseta rûxîn û talanker a ku dewletên serdest li ser welatê me didomînin kir. Di vê çarçoveyê de, ji bo kultura Girê Mirazan bi zelalî bê dîyarkirin, daneyên derdikevin holê, ez ne bawer im ku dê serwext û bi awayekî vekirî bên parvekirin. Di vî warî de hinek guman û endîşeyên min hene. Wekî hûn dizanin kolîn û vekolînên vê derê ji alîyê Prof. Dr. Klaus Schmidt ve hat destpêkirin û demeke dirêj bi birêveberîya wî hat domandin. Di vê pêvajoyê de kolîn û vekolînên ku dihatin kirin ji bo lêkolînvanên hemû dinyayê vekirî bûn. Lê van demên dawîn dewlet karê kolîn û vekolînê girt destê xwe û lêkolînên tên kirin wekî ku di bin kayê de av bê herikandin, di bin xalîyeke nepenî de tên veşartin. Ev jî ji bo min rewşeke dilşikestî ye.

Li Girê Mirazan çi sirên hîn derneketine holê hene? Derxistina holê ya van siran dê ji alîyê tarîxa dinyayê de çi guherînan pêk bîne?

Li Girê Mirazan derket holê ku rêxistinbûna civakî, bawerîyên dînî, huner û sîstema birêvebirinê ji dema ku dihat fikirîn pir kevintir e. Li gorî bawerîya min hem dîn û ayînên serdema antîk hem jî yên yekxwedayî yên heta serdema me hebûna xwe didomînin kokên xwe ji van dîn û ayînên hîn kevntir wergirtine. Ne tenê bawerîyên dînî, vegotinên mîtolojîk jî ji wan serdeman tên û bi remzên wê demê re taybetmendîyên hevbeş dihewînin. Em li vê derê dibînin ku mirovahî bi qasî ku em difikirin zêdetir xwedîyê taybetmendîyên hevbeş in. Guherîn bi vî awayî dikare pêk were: bawerîyên ku xwe wekî destpêk û navenda her tiştî dinasînin û tezên ku îdîa dikin ku bawerîyeke nû geş kirine, bi awayekî cidî hejîyan û şikîyan. Ji alîyê din ve jî îhtîmala derketina holê ya hin rastîyên nasnameya etnîk an jî biyolojîkî/fizîkî dikare hin derdoran bixe nava endîşeyê.

KÊMASÎYA KU LI GIRÊ MIRAZAN DERKETÎYE HOLÊ BÊDEWLETBÛNA KURDAN E

Kurd eleqeyeke taybet nîşanî Girê Mirazan didin û li ser dixebitin. Li gorî we girîngîya vê helwestê çi ye?

Ev avahî ji alîyê kê ve hatibin çêkirin bila çêbin, di encamê de navendên kurdistanî yên li welatê me ne û di pêşketina kultur, bawerî, huner û efsaneyên me de tesîreke wan a girîng heye. Di vê çarçoveyê de, ji pêşxistina nasnameya wan a etnîkî zêdetir pêşxistina nasnameya wan a welatî di vê merheleyê de hîn girîngtir û bi wate ye. Û li gorî fikra min çawa ku ew parçeyek ji me û em jî parçeyek ji wê ne, şert e ku em jî bi vê kulturê re ji nêzîkî ve eleqedar û têkildar bin.

Hûn di warê arkeolojîya kurdan de çi kêmasî dibînin? Li gorî we divê di vî warî de çi gav bên avêtin?

Çalakîyên arkeolojîk çalakîyên sazîbûyinê ne. Dewlet sazîyek e ku di dereceya herî bilind de hatîyê honandin. Kêmasîya li Girê Mirazan derdikeve holê jî ‘’bêdewletbûna kurdan’’ e. Ev kêmasî di vî warî de herdem hatîye hîskirin. Carekê em li ser axa xwe bi miemelaya bîyanîbûnê re rû bi rû mane. Berhemên me ji me hatine veqetandin û desteserkirin. Pirî car wekî zanistekî jirêzê jî nehiştine em nêzîkî van berheman bibin. Mînakên li Başûr û Rojava vê kêmasîyê bi temamî ji holê ranake jî, dikarin bibin destpêka pêngavên cidî. Lê hem wekî gel û hem jî wekî kesên bi van meseleyê re hestdar û têkildar in, divê em bala xwe bidin ser van xebatan, eleqeya xwe zindî bikin û ji bo pêşî li berevajîkirina belge û daneyan bigrin gavên pêwist biavêjin. Ev helwest dê hem ji bo bi awayekî objektîf ronîkirina kultura welatê me û hem jî kultura mirovahîyê dê bibe gav û tevînek girîng.

Hevpeyivîn: Jînda Zekîoğlu

Le Monde Dîplomatîk

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

LMdK - Hejmar 57, Çirîya Paşîn 2020

 

ozcelk.jpg

cemal-2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin