• Diyarbakır 17 °C
  • Batman 16 °C
  • Hakkari 11 °C
  • Şırnak 13 °C
  • Ağrı 8 °C

Hevpeyvîn bi Şêx Mehmûd Yeşil re

Hevpeyvîn bi Şêx Mehmûd Yeşil re
Ev Hevpeyivîn di sala 2006an de di Malpera Netkurdê de hatibû weşandin

Hevpeyivîn. Mehdî Cilgin

 

Şêx Mehmûd Yeşil ji herêma Silîva (Farqîn) ye. Şêx Mehmûd yek ji wan  kesan e ku di salên 1960î de di avakirina komeleyan û rêxistinan de aktîv kar kiriye. Bi taybetî jî li herêma Silîva.

Şêx Mehmûd di hevpeyivîna xwe de dibêje “qasî ku ez dizanim li herêma me piştî şerê cîhanê yê duyemîn;

* Cara ewil, herêmî be jî, me li bakurê Kurdistanê “rêxistineke kurdistanî” ava kir.

* Cara ewil me “komeleya DDKO” li bakurê Kurdistanê ava kir.

* Cara ewil me mitînga bi navê “dogu mitîngî”  li bakurê Kurdistanê li dar xist

* Cara ewil me slogana “ji kurdan re azadî” di avakirina DDKOyê de avêt.

* Cara  ewil me li herêmê “agirê Newrozê” li ser çiyayê Farqînê pê xist..

 

Loma jî me xwest em li hin bîranînên Şêx Mehmûd û bi taybetî jî yên salên 1960î guhdarî bikin û ji bo xwendevanên Netkurdê, bi wî re hevpeyivînekê çêkin.

Hevpeyivîn bi Şêx Mehmûd Yeşîl re

Tu karî ji kerema xwe re, xwe ji bo xwendevanên me bidî naskirinê; Şêx Mehmûd Yeşîl kî ye?

Navê min Mehmûd Yeşîl e. Ez di sala 1938an de li gundê Farqînê li Garisîyê ji dayik bûme. Ez 4 salî bûm male me çû Qeremûsê. Ew jî gundê Farqînê ye.  Malbata me yeka şêxî ye ku sê bav pêşiya jidayikbuyina min ji gundeki Dihê, ji Bulcûna hatiye Farqinê. Em li herêma Silîva (Farqînê ) wek Mala Şêxê Baxça  tên naskirinê. “Baxça” nave gundê me ye. Ez kurê Şêx Mehemed Letîf im. 

Qasî ku ez dizanim te xwendina olî jî kiriye. We kengî dest bi medreseyê kir. Wê demê we di medreseyan de çi dixwend ? Tu karî hinek behsa jiyana xwe û ya hevalên xwe yê wê demê, a medresê bikî?

Ez 8 salî bûm min dest bi xwendina erebî kir. Ji xwe bavê min jî bi xwe alim bû. Bavê min ez du salan  perwerde kirim. Piştre jî ez çûm min  xwendina xwe li cem birayê xwe dom kir. Birayê min Melayê gundê Şifqetê bû. Piştî 2 salan ez ji wê derê çûm gundê Ferhendê, li wur min li cem Seydayê Mele Avdilsemed xwendina xwe ya olî  berdewam kir, heta sala 1954an. Di vê navberê de min li gellek herêmên din ên Kurdistanê (wek Sergewra, Cizirê û hwd.) jî xwendina xwe ya olî dewam kir. Di herî dawiyê de ez dîsa vegeriyam Ferhendê û min xwendina xwe li wur temam kir.  Cara ewil min li gundê Sûsayê di sala 1960î de  dest  bi melatiyê kir.

Di nîveka salên 50yî de min Dîvana Cîgerxwîn a ewil ji feqiyekî Mêrdînî  peyde kir û anî. Me  di nav feqîyan de helbestên wî dixwend. Ji ber ku helbest bi kurdî bûn pirr tesîr li me dikirin. Ev jî ji me re dibû sedem ku wexta em feqî carna diçûn derekê me bi helbestên wî propagandaya kurdîtiyê dikir.

Bi rastî jî ew sal gelek xweş bûn. Bi taybetî jî jiyana me ya medresê û hevaltiya navbera me feqîyan gelek xweş bû.

Di medreseyan de me edebiyata erebî dixwend, lê bi zimanê kurdî me ew tevsîr dikir. Sistemek me ya xwendinê hebû. Her weha du kitêbên me ên li ser rêzimana erebî lê bi îzaha kurdî jî hebûn  (zûrif û terkib).

 

 

Baş e , hûn wek melayek û di ser de jî hûn şêx in, çewa bû ku tu wê demê ketî nav siyasetê? Wê demê wekî din çi li te tesîr dikir?

 

Malbata min malbatek welatparêz bû. Çunkî me gelek tadeyiyê ji aliyê dewletê dîtibû. Bavê min Şêx Mehemed Letîf, ji ber tevlîbûna wî ya serîhildana Şêx Seîd, tevî du birazîyên wî ( yek ji wan 6 salî  û yê din jî 8 salî bû) kirin hepsê. Piştre zarokan surgûnî Îzmirê kirin.  Bavê min 8 meh di hepsê de ma û piştre hat berdan û vegeriya gundê Qeremûsê.

Siyasetmedarê kurd Mehdî Zana di pirtûka xwe ya bi navê “ Me helal bikin “ de behsa girtina bavê min û girtin û birina van herdû zarokan (kurapên min) dike. Li wur bi awayek berfireh behsa wê demê tê kirinê. Ez naxwazim dirêj bikim.

Bûyerên ku bi serê malbata me de hatibûn li ser min bandorek pirr mezin hiştin. Bi tesîra van û hinek bûyerên din yên civakî ez bûm mirovek welatparêz.

Wekî din, wexta di sala 1958an de Mele Mistefa Barzanî ji Sovyet  vegeriya  Kurdistanê, vê yekê jî tesîrek xurt li min kir,  hîsên min ê welatparêziyê pêl dan.

Wekî din, wê gavê mufetişê umnî ê kevn Avni Dogan di rojnameyekê de rêzenivisek li ser tevgerên kurdî û çavkaniyên wan dinivîsî. Wî behsa serokên tevgerên kurdan dikir ku hemî kesên ji wan, an şêx bûne an alim an jî mele bûne. Wek mînak jî  Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîd û  Mele Mistefa Barzanî nîşan dida. Her weha wî di rêzenivîsê de bal dikşand ser rola Melayê Cizirî, Ahmedê Xanê û berhêmên wî Mem û Zîn û Nûbihar ku wan çawa li ser kurdan hin şûûrên neteweyî hişyar kirine.

Tevli ku min  ne bi tirkî dizanîbû, ne jî xwendina min a tîpên latînî hebû, dîsa jî min rojnameyê dikirî û dianî dida hevalên xwe da ku ew ji min re bixwînin û wergerînin kurdî. 

Helbet nivîs her çiqas li diji kurdan bû jî dîsa min hin agahî jê distendin û dibûn sedemek ku hîsên min ên millî û welatparêzî xurttir bibin. Heta wê gavê min cara ewil di rojnameyê de wêneyê Mistefa Barzanî  û kurê wî Mesûd Barzanî dit. Min ew wêne ji rojnameyê qetand û li cem xwe hilanî. Ji bo min tiştek xweş bû.

Wekî din wê demê pir kesan behsa  buyera 49an jî dikir. Vê bûyerê jî di wê demû de tesîrek li me kurdan dikir.

-Peywendiyên we çawa bi tevgerên siyasî re çêbûn?

-Ez hinek jî bi tesîra gotinên bavê xwe gihîştibûm qeneeta ku bê rêxistinek siyasî nabe. Her dem dikete bîra min ku ji bo di nav mirovan de girêdanek hebe divê mirov bi rêxistin bin.  Lê wê demê li bakurê Kurdistanê tu rêxistinek siyasî ya kurdan tune bû, an jî min nebihîsti bû. Wê demê  me dibihîst ku li Suriyeyê jî kurdan PDK damezrandiye. Hevalekî min ê xwendevan hebû. Navê wî Mele Xidir bû (rehma Xwedê lê be). Ji gundê Qoserê ji Hêşerîyê bû.  Min ji wî daxwaz kir ku alîkariya me bike, ji bo fikra avakirina rêxistinekê têkilî ya me bi kurdên Suriyeyê re deyne. Piştî demekê  mirovekî ji Suriyeyê hat Diyabekirê. Bê ku em karibin hevûdinê bibînin, ji ber hinek sebeban ew dîsa vegeriya Suriyeyê.

Paşiyê, ez, Mele Abdulkerîm Ceyhan û hin hevalên din me di sala 1960an de biryar girt  ku em ji xwe re rêxistinekî herêmî ava bikin û ez bawerim ku piştî şerê cihanê ê duyem ev rêxistina ewil bû ku  li bakurê Kurdistanê, ava dibû. Belkî ez şaş bim lê  qasî ku ez zanim a ewil e. Me  navê rêxistina xwe jî danîbû “ Partiya Demokrat a Kurdistanê “, lê ew tevgerek herêmî bû, tenê di navbera me de û li der û dora Farqînê bû. Bi  hêviyeka ku em sibê roj li bakurê Kurdistanê rêxistineke merkezî ava bikin... Vê kar û xebata me ya rêxistînî pênc salan dom kir.

-We di nav van 5 salan de çi xebat kir?

-Wê demê  serokê me Mele Abdulkerîm Ceyhan bû û bi rastî jî ew kesekî pir aktiv û zîrek bû. Li gelek herêmên Kurdistanê digeriya ji bo ku rêxistineke merkezî ava bibe.  Mele Abdulkerîm Ceyhan gelek profesiyonel kar dikir. Pirrê caran nasê wî ji wî dipirsîn digotin “tu çi karî diki mele?” wî digot “ karê min kurdayetî ye”.

Wê demê karê me yê esasî  “şiyarkirina gelê kurd li bakur” bû. Me ji gel re behsa tevgera Mele Mistefa Barzanî dikir û agahî dida wan.

-Te got ku we navê rêxistina xwe ya lokal danî bû PDK. Baş e têkiliya we çawa bi PDK- T  a merkezî re çêbû?

-Di sala 1965an de hewildanên hinek kesan hebûn ku PDKTyê ava bikin. Ji xwe têkiliya me bi rêya Mele Abdulkerîm Ceyhan bi wan re hebû û gava partî ava bû em jî ketin nav wan û me bi hev re dest bi xebatê kir.

 

Lê mixabin ji bo me ev dirêj ne ajot. Ji ber sedemên fikrî em wek hevalên berê ji rêxistina PDK-T veqetiyan û em ketin nav lêgerîneke nû. 

-Sedem çi bûn ku hûn ji PDKTê veqetiyan?

-Bi rastî jî sedemê mezin ê veqetandina me fikrî bû. Em çep bûn. Piştî veqetandinê  partiyek nuh  ava bûbû demekê têkiliya me bi wan re çêbû lê mixabin van têkiliyan jî zêde ne ajotin, teqrîben salek bû. (Şêx Mehmûd li vir ji ber hin sedeman navê partiyê û damezrênerê wê nabêje- Netkurd)

Piştre jî têkiliya me bi Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak ) re çêbû.  Ji xwe peywendiyên Mele Abdulkerîm Ceyhan bi Dr. Şivan re baş bûn. Rojek hat Farqînê cem me. Me li ser lêgerîneke nû xeber da. Doktor ji me re behsa sosyalîzm û komunîzmê dikir. Piştî demekê jî me bi hev re partiyek nû ava kir. Navê wê  danî PDK- li Tirkiyeyê

Dr Şivan her dem dixwest ku em dîsa bi Sait Elçi wan re ji bo yekitiyek werin cem hev da ku karibin  xebatek xurt bimeşînin, pêk bînin. Wî jî bawer dikir ku perçebûn nabe. Divîya yekîtiyek hebe di nava hêzên kurdan de. Lê bawer im Seîd Elçi ev pêşniyara Dr.Şivan qebûl nedikir û loma jî li hev nekirin.

- Baş e. Em dîsa werin ser xebata we ya salên 60î a lokal. Wê demê we li Kurdistanê xebetek çawa dimeşand. We çi dikir?

- Weka min got ji bilî karên me ên siyasî dîsa cara ewil me li Farqinê komelaya DKDO ava kir.

- Çawa bû? Karî hinek behsa avakirina wê bikî?

- Rojekî dîsa Mele Abdulkerîm Ceyhan hatibû girtin û ez jî diçûm mehkema wî. Beriya ku ez bigihîjim mehkemê ez leqayî çend xortên kurd (bawer im hinek ji wan xwendevan bûn) bûm. Wan min dinasi û ji faaliyetên min yê kurdîtiyê haydar bûn. Ji min re gotin ku ew dixwazin li Farqînê komeleyeka ciwanan ava bikin û daxwaz dikirin ku fikrên min jî di vî warî de bigrin.

Wan dixwest komeleyek wek ya ciwanîn tirkan, DEV-GENÇê li  Farqînê ava bikin. Lê min ji wan  re got” Çima hûn wusa dixwazin? Ma ne wayê komeleyeka kurdan a bi navê DKDOyê li Anqere û Stenbolê heye. Baştir e ku em jî bi vî navî komeleyek ava bikin”. Ev pêşniyara min pejirandin û ez jî  çûm  mehkema Mele Abdulkerîm Ceyhan. Piştî mehkemê Mele Abdulkerîm Ceyhan hat berdanê û min behsa pêşniyara komela xortan jê re kir û wî jî qebûl kir.

Heman ew roj bi şev ez, Mele Abdulkerîm Ceyhan, Mahmut Okutucu û ew xortên ku me hevdû dîtibû, em giş li qahvexaneyekê civiyan û me biryara avakirina DDKO ya Farqînê girt. Piştre jî me komelê ava kir. Ez bawerim ev komeleya yekemîn a bi navê DKDO ye ku li Kurdistanê ava dibû.

- Damezrênerê komelê kî bûn? Tê bîra te?

-Ez û Mele Abdulkerîm Ceyhan, Mehmet Okutucu, Muhterem Bîçîmlî, Yûsûf Kiliçer, Cuneyt Ceyhan, Behrî Evliyaoglu, Zekî Bozarslan, Vedat Erkaçmaz, Fîkrî Mujdecî û Akif Işik bûn.

- Min bihîst ku slogana wan salan a bi nav û deng ya kurdên bakur  ku hema bêje di her mitîngê de digotin “ ji Kurda re azadî” jî cara ewil di merasîma vekirina DDKO de ji terefê Mele Abdulkerîm Ceyhan hatiye avêtin. Karî hinek behsa vê bikî?

Ev sloganek me a DDKO ya Farqînê bû. Rola Mele Abdulkerîm Ceyhan gelek bû. Ez navêjim illa wisa ye, lê dikare cara yekemin ji alî Mele Evdilkerim ve hatibe avêtinê.

We cara ewil komelaya DDKO li Kurdistanê ava kir. Qasî ku ez zanim mitînga a bi navê  “Dogu mitingilerî” a ewil jî  dîsa we li Farqînê çêkiriye.  Beriya ku hûn komeleya DDKO ava bikin. Kîngê bû? Karî hinek behsa vê mitîngê jî bikî? Wê demê li wur kî hebûn?

Erê rast e. Bawerim 3 sal beriya avakirna DDKOyê bû. Bi rastî jî beriya ku em mitîngê çêkin, dewletê teroreke psîkoljk li Farqînê dimeşand, ji bo ku gel beşdarî vê mitingê nebe. Berpirsên dewletê hinek kesên ku ji bo mitîngê miracat kiribûn jî,  tehdid kirin, ji bo ku miracata xwe paşde vekişînin. Mixabin miracat paşde hat vekişandin.  Lê dawiyê me bi komiteyek sê kesan (Ez û Mele Mahmud Okutucu û Mehdi Zana) ji nuh ve miracat kir da ku em vê mitingê li darxin.  Me dev jê berneda.

Bi rastî dewletê ew qas tirsek mezin xistibû nava gelê me ku wan rojên berî mitîngê wexta ez û Mele Evdilkerim Ceyhan li çarşiya Farqînê digeriyan kesî newêrîbû xwe nêzî me bike û silavê bide me.  
Şevekî ez û Mele Evdilkerîm ji serîkî suka bajêr hata seriyê dinê bi hevre meşiyan, lê kesên ku leqayi me dibûn xwe ji me dûr dixistin. Piştre, carekê me dît ku waye Saloyê Sîmsar li hember qehwa  xwe runiştiye û dikene. Min û Evdilkerim Ceyhan, me got “ Wele tenê Salo mêr e em karin herin li ba wî rûnin”. Wexta em çûn balê, ew ji nişka ve rabû, hurmetek baş nişan da û çû kursiyek din jî anî.

Me got: “ka te çima kursiyek ji xwe re jî ne anî?” Got “ wele li qusûrê nenêrin ez pir ditirsim ku li cem we rûnim. Piştre Saloyê me çû ji me re çay şand û xwe veşart heta ku em ji wur çûn.

Lê miraceata me qebûl  bû û me mitîngê li dar xist.

Bi rastî jî ew roj rojeke dirokî bû ji bo FarqînêDi sala 1967an de bû. Pirr qerebalix bû. Cara ewil li Farqînê ew qas mirov dihatin cem hev. Hinek ji bajarên din ji hatibûn. Weka  Wan, Bedlîs, Qerekose, Mûş û hwd. Mirovên wek Tarik Zîya Ekîncî. Nîhat Sargin; Seîd Elçî, M Alî Aslan, Mehmet Gemîcî û Mustafa Doşenekli di mitingê de axaftin kir. Hema Meriv dikare bêje wê demê hema bêje çiqas welatparêzên kurd hebûn hatibûn di mitîngê de amade bûbûn. Em bi ser ketibûn.  Mebesta me ya mitingê, ya bingehîn, mesela petrola Batmanê bû. Me ne dixwest petrolê bibin Iskenderûnê.

Mitîngê gelekî deng da û piştre jî li gelek bajarên din ê Kurdistanê miting çêbûn. Piştre ev mitîng di dîroka kurdan de weka  “Dogu Mitingelerî “ hatin bi nav kirin.
Baş e li bakurê Kurdistanê li Farqînê we cara ewil mitîng  çêkir,  komele ava kir,  û ez bawer im we cara ewil Agirê Newrozê jî pêxistiye. Karî hinek behsa vê jî bikî?  Kîjan sal bû?

Erê rast e. Qasi ku ez zanim li herêma me hata wê gavê kêm kesan mesela Agirê Newrozê zanibû. Ne bihîstibûn, haya pirr kesan ji Agirê Newrozê tune bû. Û ez bawerim û li gor dîtina min cara ewil me Agirê Newrozê li herêmê pêxist. Ez û çend heval di êvara Newroza 1969an de li ser çiyayê paş Farqînê, li çar ciyên cuda me agir pêxist û em piştre jî daketin hundurê Farqînê.  Me agir nîşanî gel dida û bi wan dida fahmkirinê ku ev Agirê Newrozê ye.

-Gel çi difikirî? Wateya agirê Newrozê fahm dikir?

Kêfa wan dihat, îcar nizanim girîngiya Agirê Newrozê çiqas fehm dikirin.
 

-Dewletê di vê navberêde çi kir, haya wan jî ji agir  çêbû?

-Helbet dewletê jî agir dît. Ji xwe çiyayê ku me agir li serê pêxist jî li paş garnîzona Farqînê bû. Ji bo wan jî tiştek nû bû, lê  tiştekî jî nekirin. 

-Em dîsa werin ser xebata we ya DKDOyê. Heta kîngê  we ev xebat domand? DDKO kengî hat girtin?

-Wê demê pirtir me agahî dida gel ku em wan hişyar bikin. Karê me ê esasî ev bû. Xort dihatin komeleya DDKO, me agahî dida wan û carna jî ew perwerde dikirin. Komeleya DDKO di 12 adara 1971an de, di dema ku cûnta  eskerî hate ser hukum,  hate girtinê û damêzrênerê wê girtin û şandin  hepsa Diyarbekirê.

-Gava hûn ketin hepsê wekî din kî hebûn? Karî hinek behsa jiyana hepsê a wê demê  û têkilîyên we di navbera hevalan de  biki?

-Cûnta eskeri ya 12ê adarê hatibû. Di encamê de gelek welatparêzên kurd jî hatibûn girtinê. Em di destpêkê de li kampeka qerexê Diyarbekirê, diman. Piştî 4 mehan em birin hepsa nav garnîzona Diyarbekirê.

Wê demê kesên wek Ahmet Zekî Okçuoglu, M. Emîn Bozarslan, Mehdî Zana, Îsmaîl Beşîkçî, Mûsa Anter, Edîp Karahan, Mehmet Gemîcî, Mumtaz Kotan, Îbrahim Guçlu, Ihsan Aksoy, Zekî Kaya, Faruk Aras, Şêx Abdulselam Çîcek (Serokê şarederiya qeza qereqoçanê) , Saîd Ramanli, Şukru Ramanli, Mustafa Ramanl (Ji malbetek welatparêz, batmani bûn). Weki din kesên wek Nacî Kutlay, Cenab Yildirim, Tarik Zîya Ekîncî, Tahsîn Ekîncî, û gelek kesên din ê welatparêz hebûn.

Wê gavê di hepsê de şertên ku em karibin civîna bikin an semîneran bidin û werin cem hev kêm bûn. Lê dîsa jî em carna dihatin cem hev, me li ser meseleyan mineqeşe dikir. Pirtûk kêm caran bi dest me diketin.

Bi rastî wê demê em kesên ku di hepsê de bûn, pir jî ne li hev bûn. Em bûbûn du grûbên sereke. Yên aligirê TIPê û yên ku rêxistineka kurdî a  bi serê xwe diparastin. Ev cudahî di nav me de hebû. Ez 7 meh û nîv di hepsê de mam û piştre derketim.

Piştî hepsê we çi kir?
Cûnta eskerî darbeyeke mezin li tevgera demokratîk a Tirkiyeyê û bi taybetî jî li ya rizgarîxwazên kurdan xistibû. Piştî hepsê ez jî vegeriyam ser karê xwe. car caran jî min serdana hevalê xwe ên hepsê dikir. Piştre heval gişt di efûya sala 1974an de ji hepsê derketin. Yên li derva bûn jî vegeriyan, hatin welat.

Bi rastî piştî 1974an tevgera siyasî ya kurdan şeklek nuh girt. Rêxistinên nuh ava bûn. Vê demê bayê ideolojîk ên cihanê bi rêya rêxistinên tirk tesîr li rêxistên me ê kurdan jî kirîbû.

Hin kes jî ji ber van sedemên îdeolojîk ji hev veqetiyan û hin rêxistinên din ava kirin.

Min bixwe piştre endametiya tu rêxistinî nekir, lê her dem min wek welatparêzekî kurd piştgiriya tevgera kurdî kir.

Piştî 12ê ilonê (1980) jî ez hatim girtinê. Ji ber tadeya dewletê min ji Farqînê bar kir ez çûm li Diyarbekirê bi cîh bûm.

Di sala 1988an de karesatek mezin hate serê kurdên başûr. Wê  demê  gelek kurdên başûr ji ber zulma Sedam hatin li Diyarbekir , Muş û Qiziltepeyê di kampan de jiyan.  Em dizanin ku we jî wê demê gelek alikariya wan kir. Kari hinek behsa wê demê bikî.

Bi rastî piştî qetlîama Helepceyê  û enfalê gelek kurd mecbûr man û hatin di sînor de derbas bûn û li bakur man. Li Diyarbekirê jî qasî 13 hezar kes di kampan de diman.  Bi rastî rewşa wan gelek ne baş bû. Di konan de li ber çemê Dicleyê diman. Rojê 3-4 zarok dimirin. Me alikarî kir, ji bo ku hemû ji kona derên û werin di xaniyan de bicîh bibin. Wekî din me dixwest ku alikariya ku gel dixwaze bi wan re bike serbest bibe. Lê dewletê astengî derdixistin. Lê dawiyê me bi wan da qebûl kirinê.

Ez dikarim bi dilrehetî bêjim ku ez yek ji wan kesan im ku herî pêşî destê alikariyê dirêjî birayên me yên başûr kir û piştre rê vekir ku kesên din jî cesaretê bigrin û alîkariya wan bikin.  Min zanibû gel dixwest lê ji dewletê ditirsiya.

Bi rastî gelek tişt hene. Meriv dikare gelek behsa wê demê bike. Peywendiyên bi peşmergeyan re û yên bi dewletê re. Astengiyên li hember me. Ez nuha behsa hemî tiştan bikim ê ev hevpeyvîn gelek dirêj bibe. Lê min destpêkiriye û li ser disekinim ku bîranînên xwe binivîsînim. Di wur de ezê bi firehî behsa wan deman bikim.

 

Bi rastî hîn jî peywêndiyên min carna bi wan kesên ku hatibûn Diyarbekirê û piştre vegeriyan başûr hene.

Baş e em zanin bîranînên te gelek in, di dawîyê de tu tiştek ku tu bixwazi lê zêde bikî heye? Dixwazî çi bêjî?

Bi rastî jî li cîhanê gelek guhertin çê bûn û hin jî çê dibin lê mixabin em kurdên bakur piştî ew qas tecrube, sirgûn û buyeran hin jî  nikarin werin cem hev û yekitiyekê ava bikin. Îro ji hemî dema bêtir pêwistiya kurdên bakur bi yekitiyê heye. Her çiqas em dibînin hin hewldan hene jî, lê çi mixabin meriv tu encamekê nabîne.

Hêvî dikim ku hişê me kurdan were serê me û di zûtirîn wext de yekitiyeke siyasî ya vekirî (legal) di nav me de ava bibe.

Hevpeyvînek gelek baş bû. Em wek NETKURDê spasiya te dikin ku te ev agahî dan xwendevanên me.

Ez jî spas dikim ku we ev îmkan da min ku ez hin bîranîn xwe bi xwendevanên we re parvekim

 

Ev nûçe 1028 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din