HEVKARÎ: HELEBCE JIBÎR NEKE! HELEBCE VÎR MEKE!

HEVKARÎ: HELEBCE JIBÎR NEKE! HELEBCE VÎR MEKE!

Ne jenosayîd û karesatên berê Helebçe û Enfalan, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

A+A-

"Jenosayîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê, Efrîn, Girêsipî û Serêkanîyê berdewam e;

Helbet em îro nikarin behsa hemî komkujîyên li ser gelên Kurdistanê bikin. Lê, emê di 32yemîn salroja komkujîya Helbceyê de komkujîyên (Koçgirî, Şêx Saîd, Agirî, Dêrsim, Sînema Amûdê, Serdeşt, Qarnê, Qeletan, Enfal, Helebce, Şengal, Berzan ûwd.) li ser gelên Kurdistanê bibîr bînin.

32 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helepçeyê rejîma BAAS IRAQ ku serokomarê wî Seddam Huseyin bû, bi bombe barana çeken kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn. 

Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirovahîyê jî şehîd ketibû. Ev ne bes qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.

Di dema jenosayîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî, Yekîtîya Dewletên Îslam, Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man, çavên kor û guhên wan ker bibûn. 

Piştî 32 salên jenosayîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam, kuştin, neheqî û wêrankarîyan dibe. 

Jenosayîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûk, Efrîn, Girêsipî-Serêkanîyê berdewam e.

Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.

Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosayîda Helebçeyê re girtibûn, îro jî çavên xwe ji êrîş û planên van her çar dewletên dagirkerê Kurdistanê re digirin.

Û careke din wîcdana mirovahîyê li her bihusteka axa Kurdistanê şehîd dikeve. Careke din şerm û lekeyeke mezin ya din li ênîya mirovahîyê dikeve.

Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosayîd û karesatên berê Helebçe û Enfalan, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Em di 32yêmîn salvegera jenosayîda helebçeyê de, vê jenosayîdê û hemî karesatên li himber gele kurd û Kurdistanê rûreş dikin.

Rûreşî bo dijminan, azadî bo Kurdistan!"

16.03.2020

HEVKARÎ/Danîmarka

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin