Hevjîna Serokê Gorranê Şûle Elî Seîd wefat kir

Hevjîna Serokê Gorranê Şûle Elî Seîd wefat kir

Di17.03.2017ê hevjîna serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî Seîd li nexwaşxaneyeke bajarê Silêmaniyê koça dawî kirîye.

A+A-

 

Di17.03.2017ê hevjîna serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî Seîd li nexwaşxaneyeke bajarê Silêmaniyê koça dawî kirîye.

Heman roj bi amadebûna berpirsên payebilind ên partî û hikûmetê merasîmê li girê Seywan bi axê hatîye spartin.

Şûle Elî di sala 1957ê de ji dayik bûye, sala 1981ê bi Newşîrwan Mistefa re zewicîye û dêya 2 kurên bi navê Nima û Çiya û keçek bi navê Çira ye.

Şûle Elî di pirraniya rawestgeh û qonaxên jiyana kesî û bûyerên siyasî yên Kurdistanê de û bi taybetî di serdema xabata li çiya de, hevrêyê hevjînê xwe Newşîrwan Mistefa bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî peyamê sersaxî ji  Newşîrwan Mistefa  re şandin.

Beyana Mesûd Barzanî weha ye: ”Bi xemeke giran ve nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî xanim Şûle Elî Seîd a hevjîna we birêz min bihîst. Ji ber vê jî serxweşiya xwe ez arastey we û malbata we û kesûkarên we dikim. Ji xwedê hêvî dikim cîhê wê biheşt be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin