‘Hersê koçberên Sûrî bi awayekî plankirî hatin kuştin’

‘Hersê koçberên Sûrî bi awayekî plankirî hatin kuştin’

.

A+A-

Endama Komaleya Mafên Mirov a Îzmîrê û parêzera malbatên 3 koçberên Sûrî Nehir Bilece ku li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê ji aliyê kesek Tirk ve bi benzînê hatibûn şewitandin, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û gotö “Ew her sê koçber bi awayekî plankirî hatine kuştin. Li gor lêkolînên me yên li ser wî kesî ev yek bi hestên nijadperestî kiriye.”

Şaxa Îzmîrê ya Komaleya Mafên Mirov îro 21ê Kanûna 2021ê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand, 3 ciwanên Sûrî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê ji aliyê kesekî ve hatine hatine şewitandin û herwiha wî kesî 2 welatiyên Tirkiyê jî bi kêran kuştine.

Berpirsê Komele û Karûbarên Medyaya Koçberan Deysem Sitî derbarê mijarê Rûdawê re axivîbû û tekez kiribû ku bûyer di 16ê Mijdara 2021ê de çêbûye.

Deysem Sitî gotibû “Her sê ciwanên Sûrî yên bi navên Mamoun al-Nabhan (23), Ahmed Al-Ali (21) û Muhammed el-Bish (17) di kargeheke kevir de kar dikirin û li wê derê radizan. Dema ew li kargehê bûn kesek Tirk 16ê Mijdarê demjimêr 4.00ê dema ew di xew de bûn bi benzînê ew şewitandine.”

Endama Komaleya Mafên Mirov a Îzmîrê Nehir Bilece dibêje:

"Niha ev dosye di proseya lêkolînê de ye. Di destpêkê de li navanda ewlekariya Guzelbahçe bû. Piştî ku ew kes hat desteserkirin û îtîraf kir ku sê kes kuştine, bûyer bo beşa kuştinan hat veguhastin. Niha lêkolîn hêjî berdewam in. Em jî dê wek Komaleya Mafên Mirov ji bo şopandina dosyeyê beşdar bibin. Em dê ligel rêxistinên mafan ên li Îzmîrê û Tirkiyê ku dixwazin di dosyeyê de beşdar bibin, bi hevbeşî vê xebatê bikin. Doh hinek zanyarî li ser îfadeya wî kesî di medyayê de derketin, ji ber ku em weke komale vê yekê baş nabînin ez naxwazim zêde zanyariyan li ser îfadeyê bidim. Lê ez tenê tiştek biçûk bibêjim, bi qasî ku me lêkolîn li ser îfadeyê kirine, belê wî kesî ev yek bi awayek plankirî û bi hestên nijadperestî kiriye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin