Helwestên Fransayê ji bo Rojavayê Kurdistanê

Helwestên Fransayê ji bo Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Di nava salên kirîza Sûriyê de, rol û helwestên Fransayê derbarê Rojavayê Kurdistanê de erênî û ciyawaz bûn. Ji bilî beşdariya serbazî ya çalak di şerê li dijî DAIŞê de, li ser asta siyasî jî, helwestên Fransayê piştgir bûn ji bo Rojavayê Kurdistanê.

Dema ku serokê berê yê Emerîka Donald Trump, roja 7ê Cotmeha 2019an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ragihand, Emanuel Macron, serokê Fransayê hewlên pir ligel Trump dan daku ji biryara xwe vegere û bi aşkereyî jê re got ku Tirkiyê dê êrîşî Kurdan bike ne ku DAIŞ. Macron herwiha pêwendî ligel Viladimir Putin, serokê Rûsyayê kir û daxwaz kir ku ew Kurdan li Sûriyê biparêze.

Fransayê çendîn car pêşwazî li şandeyên HSD li koşka Êlîzê kir, di nav de, roja 9ê cotmeha 2019an, Macron pêşwazî li Cîhan Ehmed, bedevka HSDê kir û tekezî li ser piştevaniya Fransayê bo HSD kir û tirsa xwe ji êrîşeke Tirkiyê bo ser xaka Sûriyê nîşan da.

Piştî ku êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, di 9ê cotmeha 2019ê de destpê kir, roja 11ê cotmehê, serokê Fransayê Macron, pêwendiya telefonî ligel Trump kir û daxwaz kir ku Fransa û Amerîka kar ji bo rawestandina êrîşê bidin.

Di bîrweriyên xwe de, François Hollande, serokê berê yê Fransayê, rexneyên tund li Tirkiyê û Rûsyayê derbarê Rojavayê Kurdistanê digire û dibêje,

Serokê berê yê Fransayê François Hollande got “Ez nikarim bêdeng bimînim li hember hewlên serokê Tirkiyê ji bo derbasbûna nav Sûriyê ji bo lêdana Kurdan, ku hevpeymanên me bûn di serkeftina bi ser DAIŞê de. Rûsya hevpeymanî ligel Tirkiyê kir û hişt ew wan biperçiqîne ku qehremanên serkeftina bi ser DAIŞê de bûn.”

Şandeyên Fransî çendîn car seredana Rojavayê Kurdistanê kirine, herî dawî, roja 12 kanûna duyem a sala 2021ê, Eric Chevallier, balyozê Fransa yê berê li Sûriyê û Rêveberê Beşa Kirîz û pişetevaniyê di wezareta derve ya Fransayê de seredana Rojavayê Kurdistanê kir û di civînekê de ligel Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser got,

Dîlomatkarê Fransî Eric Chevallier dibêje “Em ê kar li ser roleke erênî bikin ji bo piştevaniya herêmê di çend dosyeyan de, ji wan diyaloga Kurdî-Kurdî û herwiha piştevaniya projeyan ji bo cîgîrbûna aramiya herêmê.”

Herwiha Fransa yekemîn welat bû ku destpêşxerî ji bo diyaloga aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kiribû. Nîsana sala 2019an, François Sénémaud, nûnerê serokê Fransayê bo karûbarê Sûriyê, ligel nûnerên ENKS û TEV-DEM li Parisê civiya û destpêşxeriyek ji 3ê xalan ji bo wan pêşkêş kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin