Hello Washington: Serdana Mesrûr Barzanî Bo Tirkîyê Û Derencam

Hello Washington: Serdana Mesrûr Barzanî Bo Tirkîyê Û Derencam

Serok Hikûmetê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, roja Pêncşemê 28'ê mijdarê serdana Tirkîyê kir, li Enqerê hevdîtin li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu encam da, herwiha li Qesra Çankayê li gel serokomar R. T. Erdogan civîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Barzanî pêgirîya xwe ya hevkarîya berdewam ya navbera her du alîyan ragihand û got ku, ew taybetî di warê aborî de dixwazin têkilîyên xwe baştir bikin û serdan weke pirsek giring û stratejî bi nav kir.

Barzanî, wek bersîva pirseke ser îdiaya hebûna şervanên PKK'ê li Şengalê jî got, ku ew herêm di bin kontrola hikûmeta navendî ye, lê ew dijberya hebûna PKKê li Şengalê û Herêma Kurdistanê dikin û bi hebûna wan nerihetin.

Serdana Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê çima di vê demê de pêkhat, dema ku alozî li herêmê dom dikin, bi taybet rewşa ji encama êrîşên Tirkîyê yên ser herêmên Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê, herwiha xwepêşandanên li Îraqê ku di rewşek metirsîdar de derbaz dibin.

Hefteya bûrî cîgirê serokê Amerîka Mike Pence serdana leşkerên Amerîkî kirbû li rojavayê Îraqê û hatbû Hewlêr li gel berpirsên herêma Kurdistanê civîya bû, dîsan şanda herêma Kurdistana Îraqê li Bexda bû derbarê petrol û pirsgirêkên heyî danûstendin pêk anîbûn. Van hemû guherînan çi têkilî bi serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê re heye? Ev mijar di bernama "Hello Washigton" de, bi mêhvanên bernamê re hat gotûbêj kirin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin