Hello Washington: Amerîka Bo Alozîyên li Îdlibê Piştgirîyê Dide Tirkîyê

Hello Washington: Amerîka Bo Alozîyên li Îdlibê Piştgirîyê Dide Tirkîyê

Bo danûstandina li ser vê mijarê, rojnamevan Sîrwan Qiçço ji Washington û çavdêr û rojnamevan Mihemed Bilo ji Kobanê di bernama Hello Washington da beşdar bûn û ev mijarê gortûbêj kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di van rojan da, rewşa Îdlibê zêdetir aloz dibe, bi taybet piştî ku bo cara yekê di şerê nêzî 9 salan da li Sûrîyê, şer û pevçûn di navbera leşkerên Sûrî û yên Tirkîyê derket 7 leşkerên Tirk û karmendekê sivîl hatin kuştin, û hejmarek ji leşkerên Sûrî jî di wan êrîşan da hatbûn kuştin.

Amerîka piştî êrîşên Tirkîyê yên li dij herêma Rojhilatê Firatê bo ser hêzên HSD'ê, cara yekê ye bi zelalî piştevanîya xwe bo Tirkîyê dîyar dike.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, doh da zanîn ku hewildanên Tirkîyê li bakurê Rohilatê Sûrîyê li Îdlibê, destek dikin, û ewê piştevanîyê bidin helvabenda xwe ya NATO.

James Jeffery, nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsgirêkên li Sûrîyê di axiftineka xwe da got, Amerîka nerihete ji ber guherînên li Îdlibê çê dibin û sed hezaran kesên sivîl ji sedema êrîşên leşkerê rejîma Sûrî û Rûsya koçber dibin.

Leşkerê Sûrî di çend rojan da, gelek cih û bajarên stratejî kontrol kirine ku pêşwext di destên grûbên çekdar yên tundrê da bûn.

Doh piştî 9 salan leşkerên Sûrî vegerîyan bajarê Seraqib û ket jêr kontrola artêşa rejîma Sûrî.

Wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got, dê sibê Şemîyê şandeke Rûsî serdana Tirkîyê bike û li ser rewşa aloz ya Îdlibê danûstandinan encam bidin.

Pirs niha ewe, ku Îdlib dê bibe sedem ku şerê zêdetirî 8 salan vegere çargoşa yekê, yan jî ewê bibe destpêka dawîyê ya çaresrîya pirsgirêkên li wî welatî!

Bo danûstandina li ser vê mijarê, rojnamevan Sîrwan Qiçço ji Washington û çavdêr û rojnamevan Mihemed Bilo ji Kobanê di bernama Hello Washington da beşdar bûn û ev mijarê gortûbêj kirin.

Sirwan dide zanîn ku, Amerîka her ji destpêkê li gel çareserîya sîyasî bû, ew ne bi çareserîya leşkerî ra ye.

Herwiha berêz Mihemd Billo dibêje, Amerîka ji sedema encamdana sê xalan Tirkîyê li Sûrîyê destek dike ew jî; bi sinor kirina zêdegavîyên milîtanên Îranê li Sûrîyê, parastina ewlekarîya Îsraîlê û bi sinor kirina sîyaseta Rûsya li herêmê.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin

Dengê Amerîka

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin