Occo Mahabad

Occo Mahabad

NISIVKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî

A+A-

Occo Mahabad

Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da.

Ew şairê gundî, cotkat, kedkar û belengazan e lewma jê re gotine ku Şairê Bindestan. Em dikarin jiyana Qanî bi du heyaman tehlîl û şîrove bikin.Di  heyama yekê de Qanî hê xort e di bin bandora fikrên metafîzîk û rûhanî ne. Hê hişmendiyeke çînî, netewî û civakî pê peyda nebûne. Di heyama duyemîn de diguhere, dibîne ku milleta Kurd di bin dagirkeriyeke giran de dinale, ne azad û serbixwe ye, feqîr û bindest hatine hiştin. Hewl dide ku xelkê xwe hişyar bike rake li ser piyan ku ji bo şoreşeke netewî, çînî şer bike û têbikoşe. Qanî ji bo xelkê xwe yê tê mêtîn û çewisandin bi helbestên xwe dibe roniyek û rêyek. Dixwaze  ku ciwanên nezan ji bo pêşeroja neteweya xwe bi nivîs û çalakiyên watedar, welatê xwe ji bin nîrê serdestiya mêtîngehkaran rizgar bikin. Qanî li dijî emperyalîzm, faşîzm, û  mêtîngeriyê wek şairekî azadîxwaz, welatperwer, çepgir û sosyalîst derdikeve pêşberî me.

Navê wî yê rastîn Mihemed Kabulî ye ji binemala Kabulî ye. Ev bi nasnavê Mamoste Qanî tê naskirin. Malbata wî giregirên naskirî ya vê herêmê ye.  Qanî di sala 1898an de li gundê Dolaşê ku girêdayî Merîwanê ye hatiye dine. Kurê Şêx Ebdilqadirê Şêx Seîdê kurê Şêx Mihemedî Dolaş e. Hê zarokekî çil rojî bûye bavê wî dimire. Piştî du salan diya wî jî jiyana xwe ji dest dide. Qanî sêwî dimîne. Apê wî Seyîd Ehmed Qanî lê xweyî nake. Li cem Axa Seyîd Huseynê Çûrî  li gundê Çûrê mezin dibe.

Divê ez têbiniyeke girîng diyar bikim ku hinek çavkaniyên Kurdî, Îngilîzî û Fransî de gundê ku Qanî lê welidiye wek Rêşîn hatine qeydkirin lê hin çavkaniyên Kurd, Faris û Ereban de cihê ku lê çêbûye wek Dulaş an jî Dolaş hatine nivîsandin. Dîsa hinek çavkaniyên Kurd û Ereban de navê gundê Çûrê wek Çorê hatine nivîsandin.

Qanî li Merîwanê mezin dibe. Merîwan îro di bin banê eyaleta Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya 150î hezarî bajarekî biçûk e. Bi gola xwe ya Zirevarê tê naskirin. Niştecihên vî bajarî bi giştî Kurd in lê hinek Fars û Azerî jî tê de dijîn. Eyaleta Kurdistanê bi deh bajaran pêk tê, serbajarê vê eyaletê Sinê ye. Li Sinê bêhtirîn zaravayê Erdelanî tê axavtin. Nifûsa Sinê îro gihiştiye 500 hezarî. Sîne bi wêjevanên xwe yên navdar  Mestûre Erdelanî û Ebdulmecîd Mîrza tê naskirin. Îran bi giştî 31 eyaletan pêk tê.

Axa Seyîd Huseynê Çûrî  ji bo ku Qanî perwerdeyeke olî bibîne wî dişîne medereseyê. Dema ku dibe feqî ji bo debara xwe gundên Merîwanê digere ku feqîtiyê bike. Qanî bi van salan bi helbestê re mijûl dibe. Helbestên wî yên pêşî, gellek metafîzîk û rûhanî ne. Tesîra hişmendiya medrese û ola Îslamê mezin e. Zimanê helbestên wî jî bi giştî Farisî ne.  Em dikarin bibêjin ku guherîna wî ya fikrî  bi feqîtiyê re dest pê dike. Di dema feqîtiya xwe de gellek bajarên Iraq û Îranê digere. Bi şahidbûna rewşa gundiyên belengaz ku di bin zordestiya axa, mîr û began de eza û cefayên mezin didîtin hemû hişmendiya wî diguherîne û li dijî zordarî û stemkariyê disekine. Di van geran de gellek kesên demoqrat, sosyalîst û qomînîst nas dike bi wan re têkiliyên saxlem datîne. Bi peydabûn û çêbûna fikrên netewî zimanê helbestên wî jî dibe Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê gazî gundî û rênçberan dike ku bila li dijî pergala axa û mîrîtiyê şer bikin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.  

Ji bo jiyana wî dewreke girîng jî peywira meletiyê ye. Di meletiya xwe de Merîwan, Sine, Seqiz, Bane, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û gelllek bajarên din digere, mirovên bindest û hejar ji nêz ve dibîne û nas dike. Helbestên welatparêz, yekîtîxwaz, azadîxwaz, dij-faşîst û kolonyalîst dinivîse.

Helbestên wî yên di vê dewrê de em dibînin ku Qanî li dijî faşîzma Iraq û Hîtlerê ye. Şerê duyemîn yê cîhanê tesîr lê dike di helbesta xwe ya bi navê Eger Mirdim de hem li dijî faşîzma Hîtlerê hem jî li ser rizgarkirina welat  disekine.

Qanî yekîtîparêz e naxwaze eşîrên Kurdan di navbera xwe de şer bikin û alîkariya dijminê Kurdan bikin. Di helbesta xwe ya Wesyatname de bang dike eşîrên Goran, Erdelanî,Herkî, Bextiyarî û yên din, bila destê hev bigrin û ji bo  Kurd û Kurdistanê bi yek bibin û têbikoşin.

Ew alîgirê maf û azadiya jinên bindest e. Di helbesta xwe ya Bo Kiçekan de paşverûtiya civakê dibîne, li ser pirsgirêkên jinan disekine û dadixuyîne ku jin û keçên Kurdan ji bo pêşeroja xwe bixwînin û bixebitin.

Qanî her çiqas meletiyê kiribe jî karê meletiyê nedomandiye. Nexwestiye ku bi karekî olî debara xwe bike. Ew ji karkeriyê bigire heta cotkariyê pirr kar û baran de dixebite. Di sala 1939an de li ser rêya Silêmanî û Pêncîwînê ji bo Rêveberiya Şaxa Çêkirina Rê û Baniyan demekê karkeriyê dike. Ji ber xebata rê nexweş dikeve û helbesta Nexwoş im Çi Bikem dinivîse. Di vê helbestê de  hem behsa halê xwe yê nexweş û reben dike hem jî rewşa karkerên hejar û bindest vedibêje. Rizgarbûna karkeran di pergala sosyalîst de dibîne, pergala serdest ya maldaran wek xwînmij, kedxwar û paşverû dibîne ji bo hilweşandina vê pergalê karkeran hişyar dike, naxwaze pergala emperyalîst karkeran bixapîne.

Ew welatperwer e, axa Kurdistanê ji her tiştî zehftir hez dike. Di pirr helbestên xwe de delalî û xweşikiya Kurdistanê bi zimanekî lîrîk û sade dinivîse. Di helbesta xwe ya Xakit Benirx e de tu tiştî mîna axa Kurdistanê giranbiha û girîng nabîne.

Qanî li dijî mêtîngeriyê ye. Di gellek helbestên xwe de dewlemendiyên binerd û sererdên Kurdistanê yeko yeko dijmêre û ev hemû têra me dike li vî welatî xwedî derkevin dibêje. Di helbesta xwe ya Sûdî Wilat Im de hilberînên çandiniyê yên Kurdistanê rêz dike, gazî dike ku zengînî û dewlemendiya vê axa qedîm û adan bê parastin.

Qanî sosyalîst û şoreşger e. Di sala 1947an de li gundê Kewlûsê yê bajarê Şarezûrê paletî û rencberiyê dike. Di vê salê de helbesta Qelaçûy Dijmin dinivîse. Baweriya xwe ya sosyalîstî li ser kaxizan rêz dike û felatbûna karker û cotkaran di Şoreşeke Sosyalîstî de dibîne.

Qanî ji dayikbûna xwe bigire heta mirina xwe wekî karker û cotkaran bi feqîrî û rebeniyê ve jiya. Emrê wî bi tekoşîneke şoreşgerî derbas bû. Di sala 1963yan de bi kurê xwe re li Îranê tê girtin. Demekê di zîndana Qecerê ya li Tehrenê girtî dimîne. Di bin şert û mercên giran de nexweş dikeve, ew bi kurê xwe re rojên dijwar derbas dikin.

Ew şairê mezin û fedakar ku jiyana wî bi tevahî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê derbasbûyî di meha gulanê ya 1965an de li gundê Lengedê ku girêdayî Pêncwînê ye jiyana xwe ji dest dide. Hemû jiyana xwe ji bo rizgarbûna bindestan feda dike. Ji xêynî helbestên wî, tu zêr û dewlemendiyên wî tunebûn. Dema ku dimire 67 salî bû û di cêba wî de 300 Filsên Iraqî hebûn.

Helbestên xwe bi zimanê Kurdî, Farisî û Erebî nivîsandine. Helbestên wî yên neçapkirî yên çapkirî zehftir in. Dîwana Seîdê Şîrazî ya bi navê Gulistan ji Farisiya Klasîk wergerandiye ser Farsiya Nûjen.

Berhema Reşîd Yasemî ya Dîroka Kurdan bi alîkariya Kerîmzend ji Farsî werdigerîne zimanê Kurdî.

Dema ku Qanî diçe Erdelanê binemal û giregirekî Erdelanî jê re li ser çand û dîroka Erdeleniyan destnivîseke bi qasî 220 rûpelî dide. Qanî vê berhemê ji Farisî werdigerîne Kurdî. Pirtûk di warê xwe de wek xezîneyekê ye ku behsa serpêhatî, cih, war, çand, dîrok û mezinên Erdelaniyan dike.

Qanî li ser dîrok û rûdanên Kurdistanê pirtûkeke 380 rûpelî dinivîse, rewşa aborî, siyasî, darayî, çandî û bi taybetî li ser şoreşa 1961î  bi ziman û hişmendiyeke vekirî disekine.

Heta niha bi navê Guleley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Deştî Germiyan, Şaxî Hewraman, Çwarbaxî Pêncwîn 5 berhemên Qanî bi zaravayê Soranî hatine weşandin.

Sed heyf û mixabin, Kurdên me helbestvanên xwe yên klasîk û nûjen bi qasî şair an jî hunermendên Tirk, Ereb,Faris û yên Cîhanê nas nakin. Her rengê siyaseta Kurdî bi tenê bi propagandeyeke rêxistinî mijûl in zêde girîngiyê nadin çand, hûner, ziman û dîroka Kurdan. Medyaya ku di bin sîwana siyasetê de ne, bi tenê nûçe û ajîtasyonê re pêwendîdar in. Edîtorên Medyaya Kurdî bi têkiliyên dost, nas û cîrantiyê peywirên xwe bi cih tînin û bi hişmendiyeke netewî tevnagerin. Bi hezaran helbestvan an jî dengbêjên me hene lê medyaya Kurdî radizê. Bi sedan malperên nûçeyê hene lê 10 heb malperên fermî yên çandî, hunerî û dîrokî tunene. Em bi destê xwe, pêşeroja xwe jar û belengaz dikin. Hevalno ji kerema xwe derfetên xwe hinek ji bo çand û hunera Kurdan xerc bikin.

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar