Hejmara qurbanîyên vîrûsa Korona gihîşte 80 kesan

Hejmara qurbanîyên vîrûsa Korona gihîşte 80 kesan

Komîteya Tendirustî ya Herêma Hubei ya Çînê di daxuyanîyekê de ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, zêde bûye û gihîştîye 80 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Komîteya Tendirustî ya Herêma Hubei ya Çînê, herwiha hejmara kesên nexweşên ku bi vê vîrûsê ketine jî zêde bûye û gihîştîye 2300 kesan.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustîya Cîhanî (WHO), Tedros Adhanom ragihand ku ew dê seredana Çînê bike ji bo ku bi berpirsên wî welatî re, belavbûna vîrûsa Koronayê û rêyên rêgirtin ji belavbûna vê vîrûsê gotûbêj bike.

Ji bilî Çînê, vîrûsa Koronayê (Coronavirus) li hejmarek welatên din jî belav bûye û metirsîya wê yekê heye ku ew virûs bibe metirsîyeke cîhanî.

Li gor zanyarîyên ku hatine belavkirin, heta niha li welatên wek Taiwan, Hong Kong, Japon, Singapûr, Amerîka, Vîyetnam, Malezîya, Nepal, Keneda, Fransa û Australîyayê çendîn haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha li Brîtanyayê, lêgerîn ji bo peydakirina 2000 hezar kesan dest pê kirîye ku di wan demên dawîyê de ji herêma Hubei ya Çînê û bi taybetî jî ji bajarê Wuhanê çûne wî welatî.

Tê pêşbînîkirin, ku hejmara qurbanîyan û herwiha hejmara kesên tûşbû bi vê vîrûsê bi derbasbûna demê re zêdetir bibin.

Ji bo rêgirtin ji zêdetir belavbûna vîrûsê, Çînê bikaranîna amûrên hatin û çûna giştî li 20 bajarên herêma Hubei qedexe kirîye û rayedaran ji welatîyan daxwaz kirine, ku li derve nan nexwin û serdana derve nekin.

Çînê herwiha ji bo dermankirina kesên ku bi vîrûsê ketine, dest bi avakirina navxweşxaneyeke 1000 textî kirîye, ku biryar e di nava 10 rojan de bihê avakirin û roja 3ê Nîsanê bi fermî bihê vekirin.

Heta niha ti dermanek ji bo vîrûsa Koronayê nîne û nîşanên wê nexweşîyê gelek nêzîkî nîşanên şewbe yan înfluenzaya ji ber sermayê ne.

Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin