Hejmara qurbaniyên Koronayê li seranserî cîhanê gihîşt 5.4 milyon kesan

Hejmara qurbaniyên Koronayê li seranserî cîhanê gihîşt 5.4 milyon kesan

.

A+A-

Hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê li seranserî cîhanê gihîşt 279.4 milyon kesan.

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane 5.4 milyon kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî gihîşt 279.4 milyon kesan.

Li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, li cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 279 milyon û 442 hezar û 59 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîştiye 5 milyon û 396 hezar û 343 kesan.

Li gor amaran, Amerîkayê di hejmara qurbaniyan de di serê lîsteyê de ye. Rêzbendiya welatên herî zêde qurbanî û pêketiyên Koronayê lê hatine tomarkirin:

Amerîka:

Qurbanî: 818 hezar û 463 kes

Pêketin: 52 milyon û 92 hezar û 894 kes

Brazîl:

Qurbanî: 618 hezar û 655 kes

Pêketin: 22 milyon û 234 hezar û 623 kes

Hindistanê:

Qurbanî: 479 hezar û 520 kes

Pêketin: 34 milyon û 779 hezar û 284 kes

Maksîk:

Qurbanî: 298 hezar û 670 kes

Pêketin: 3 milyon û 947 hezar û 284 kes

Rûsya:

Qurbanî: 297 hezar û 223 kes

Pêketin: 10 milyon û 189 hezar û 722 kes

Pîro:

Qurbanî: 202 hezar û 424 kes

Pêketin: 2 milyon û 271 hezar û 549 kes

Brîtanya:

Qurbanî: 148 hezar û 324 kes

Pêketin: 11 milyon û 958 hezar û 928 kes

Indonesia:

Qurbanî: 144 hezar û 53 kes

Pêketin: 4 milyon û 261 hezar û 667 kes

Îtalya:

Qurbanî: 136 hezar û 530 kes

Pêketin: 5 milyon û 622 hezar û 431 kes

Îran:

Qurbanî: 131 hezar û 348 kes

Pêketin: 6 milyon û 182 hezar û 905 kes

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin