Hejmara pêncan a Temaşeyê derketiye

Hejmara pêncan a Temaşeyê derketiye

.

A+A-

Hejmara 5an a e-kovara sînemayê ya bi navê Temaşe derketiye. Kovara ku li ser înternetê bi awayê PDF tê weşandin di vê hejmarê de jî nivîsên li ser sînemaya kurdî û ya cîhanî weşandine. 

Di vê hejmara nû ya Temaşeyê de, hevpeyvîneke ku bi sînemager Soleen Yûsefê hatiye kirin, hatiye weşandin. Yûsefê li ser jiyana xwe, fîlmê xwe yê “Mala Bêbanî” û li ser projeyên xwe yên siberojê axiviye.

Di vê hejmarê de her weha Benazîr Ozmenê kitêba “Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweke Bêdewlet) ya Soner Sertî û “Gemideki Hayalet” (Spêleyê di Keştiyê de)  ya Sebahattin Şenî daye ber hev. Bîlal Korkûtî bala xwe daye nêrîneke femînîst ya fîlmê Hiner Selîmî yê bi navê “Welatê Min ê Tehl û Şêrîn”.

Nûrûllah Akcanî bi serenavê “Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê” nivîsek li ser xebatên Rojavayê nivisiye. Rojen Hêvî bi serenavê “Sînema û Mîtolojîyê” eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kirîye. Mela Mihyedînî li ser rêzefîlmê “Modern Loveê” şîroveyek nivîsandiye. Omer Bextîyarî behsa fîlmê “Bêdawîtî û Rojek” yê derhêner Theodoros Angelopoulosî kiriye . 

Her weha Bûrcû Roza Allahverdiyê li ser sînemaya Tarkoskyî, Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.

Ji bo hejmara pêncan a kovarê bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin