Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 31 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 31 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 31 mîlyon derbaz kir.

A+A-


Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 31,044,033 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 6,8 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 5,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê pirtir ji 960 hezar kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi bi 199,512 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 136,895 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4737 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin