Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Kolombiyayê zêde bûn

Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Kolombiyayê zêde bûn

.

A+A-


Li Kolombiyayê 7 roj in dijî reforma bacê bi girseyî xwepêşandin tên kirin û hejmara kesên ku di xwepêşandinan de hatin kuştin 5 kes zêde bû û derket 24an, hejmara birîndaran jî ji 900î derbas bû.

Li Kolombiyayê, Meydana Bolîvarê ya li peytaxta wî welatî bûye weke navenda çalakiyan, xwepêşandêr bi dowîz, pankartan meşiyan meydanê û ji aliyekî ve jî bi muzîkê ve stran gotin û polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê cardin protesto kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Piştî ku ji xwepêşandêran hin gruban bi keviran êrîşî Avahiya Kongreyê ya Neteweyî ya Kolombiyayê kir, polîsan gaza îsotê û av li xwepêşandêran wer kir.

Li Medellîna ku duyemîn bajarê mezin ê wî welatî ye, bi hezaran kesên ku piraniya wan xwendekar in meşiyan, bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê dan û ji bo kesên ku di xwepêşandinan de bi destê polîsan hatin kuştin, polîs protesto kirin.

Li gor ragihandina Kolombiyayê di xwepêşandinan de 5 kesên din hatin kuştin bi vê avamêrê hejmara kuştiyan bo 24 kesan zêde bû.

Herwiha hat ragihand ku ku hejmara birîndaran jî ji 900 kesan derbas bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin