HDP bi pênc partiyan re lihevkir

HDP bi pênc partiyan re lihevkir

HDP li Bakurê Kuristanê dixwaze bandora AK Partiyê li ser kesên muhafazakar bişkêne û dengê AK Partiyê kêm bike. Ji bo vê yekê yek ji aktorên vê tifaqê Hereketa Azadiyê ye

A+A-

Partiya Demokratîk a Gelan ji bo ku di hilbijartina hezîranê de ji benda sedî 10 derbas bike, bi KADEP, OSP, DDKD, Hereketa Azadiyê hewl dide tifaqeke kurdan pêk bîne. Partî û tevgerên navborî li hev hatin û dê vê lihevhatinê bi deklerasyonek eşkera bikin.

HDP li Bakurê Kuristanê dixwaze bandora AK Partiyê li ser kesên muhafazakar bişkêne û dengê AK Partiyê kêm bike. Ji bo vê yekê yek ji aktorên vê tifaqê Hereketa Azadiyê ye.

Teqabûla wan partiyên ku di hilbijartinan de di tifaqê de cih digrin di aliyê statîstîkê de tu giraniya wê tunebe jî di aliyê konsesûs û dîplomasiyê de giraniya wê heye. Moral û motîvasyonê dê zêdetir bikin û li ser encamên hilbijartinê jî dê tesîreke baş bike.

PDK Bakur û PDK-Tirkiye heta niha nêzî îtifaqa bi HDPê re nebûne. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî dê helwesta xwe di 3ê Adarê de nîşan bide.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin