Haşde Şeibî êrîşî gundên Kurdan dike!

Haşde Şeibî êrîşî gundên Kurdan dike!

Hat gotin ku çekdarên Heşda Şeibî herî kêm 10 xaniyên kurdan li nahiya Bertille ya Mûsilê hilweşandine.

A+A-

Berpirsê PDKê li nahiya Bertille ya Mûsilê, Elî Milhim got, çekdarên Heşda Şeibî herî kêm 10 xaniyên kurdan hilweşandine û li dewsa wan serbazgeh û baregehên serbazî çêkirine.

Elî Milhim da zanîn, wan welatiyên kurd jî ji tirsa canê xwe malên xwe bar kirine û reviyane Herêma Kurdistanê. Niha jî newêrin vegerin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku ji tirsa çekdarên Heşda Şeibî, bi sedan malbatên kurd yên xelkê Bertille, koçber bûne û nawêrin vegerin ser cih û warê xwe. Heşda Şeibî bi taybet alîgir û endamên PDKê aciz dike û zilmê li wan dike.

Nahiya Bertille dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê. Li Bertille ji bilî kurdan, mesîhî jî dijîn. Piştî êrişa DAIŞê, piraniya xelkê wê nahiyê koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Piştî rûdanên 16 Cotmeha par, ew der ketin destê Heşda Şeibî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin