HAK-PAR: “Yekitîya neteweyî bi hêzên neteweyî re mumkun e”

HAK-PAR: “Yekitîya neteweyî bi hêzên neteweyî re mumkun e”

Partîya Maf û Azadîyan(HAK-PAR) daxuyanîyek belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Maf û Azadîyan(HAK-PAR) daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de HAK-PAR wiha got:

“Demeke ku ji alîyê karwanên HDPê ve li ser “Yekîtîya Neteweyî” bangawazî têne kirin. Karwanên HDPê li gel çend pêro û rêzikên “kursîperwer” di nav milletê kurd de, dest bi bangaşanek bêpayan kirine ku goya ew li du avakirina “yekîtîya neteweyî” ne.

Bêguman “yekîtîya neteweyî” bi hevkarîya  hêz û alîyên neteweyî, bi kes û kesayet û rayedarên niştimanperwer û neteweyî pêk tê. Ew kom û karwanên ku  ji roja 5ê mehê li Amedê bi daxuyanîyek ragihandine ku ew ê “yekîtîya neteweyî” pêk bînin; piranîya wan hêzên ku bernameya wan ne neteweyî ne.

Ew rêxistinên bi ser HDPê ango xwegirtên HDP; dibêjin ku “em ne rêxistinên kurdewar in.” HDP dibêje “Ez Partîyeke Tirkîyeyî me”, “Ez parêzgerê unîteryayê me”, “Ez ne partîya kurda me”, “Ez parêzgerê welat û al û dewletek yekîne” me.

Lê balkêş e ku heman HDP dema ku ji alîyê sîyasetê ve dikeve tengasîyê; kopalê “kurdayetîyê dide destê xwe û her wekî ku ew partîyek kurdewar be, tevdigere. HDP vê yekê ji xwe re kirîye adet. HDP û piştevanên wê, bêşik, di warê kiryarên ferasetê de, hosta ne. Ew bi hostayî feraseta gel xera dikin û ava dikin.

Hinek rêxistin û komikên din jî henin ku dengê defa HDPê ji kîjan alî ve we re, pêre, berê xwe didin wî alî. Bi taybetî di wan demên ku pêşna hilbijartinan tê de. Ev komik, berjewendîperest û “kursîhez” in. Xwe li ba HDPê şîrin dikin ku HDP endametîyek, mixtarîyek yan mebusîyek bi de wan û wan bigêjîne mexseda dilan. Ew kes û kom, ku hê di nav xwe de nekarîne “yekîtî” û “yekdengîyek” saz bikin, çavên xwe berdane sazkirina “yekîtîya neteweya kurd”. Ev xeyalê wan xeyalê xam in. Ew di gola şîlo de, avjênîya masîya dikin. Tu ru û sîyaneta wan di nav millet de nemaye. Hêzperestî û evîndarîya wan a HDPê zu bi zu na qede. Ewân qerarê xwe daye. Ew wê her dem sergovend û destmalhejên HDPê bin. Rastîyên jîyanê dane nîşan ku, hetanî ew xwedîyê xwe û vî aqilî bin; tu xêr û bereket di rêya saz kirina “yekîtîya neteweyî” de ji wan nayê. Derdê wan ne serfirazi û serxwebun û azadîya kurd û kurdistanê ye.

Helbet bi hêz û kesên ku jı dil ne neteweperestin re “yekîtîya neteweyî” pêk nayê.

Ev gale-gal û bangeşana ku serkêşê wê HDP û tayfa HDPê ne, li ser rêya “yekîtîya neteweyî a jidil” hetanî îro, astengên mezin ava kirine. Mebesta wan ne bidestxistina statuyek sîyasî an azadîya kurdistanê ye.

Ev helwest renge ku amadekarîya xendeqên sîyasî dike.

Ya ku HDP û tayifa HDPê, û kom û kulfetên rêwengîya rêya nerewa qal dike, nikare pirsa kurd û kurdistanê çareser bike,  her wiha ji bo milletê kurd statuyek peyda bike. Ew nikare di rêya bidestxistina mafên kolektif  (hevpar) yên miletê kurd de, biryarên mayende bi rê ve bibe û bigêjîne armancê.

Miletê kurd rê nade van xendeqên sîyasî.

Pirsa kurd û kurdistanê, pirsa heq û hiqûqê neteweyeke dorpêç kiri ye. Ev dozeke mehqûl û bisîyanet e. Heqê tu komekî nîne vê doza bi rumet, mirdar bike. Rêxistinên ku bi salan bi “aidîyeta neteweyî” a miletê kurd leyîstine, bi çî rûyî derdikevin pêşberê miletê kurd û behsa “yekîtîya neteweyî” dikin. Ya wan hebe tunebe “ reşkirin û xerakirina yekîtîya hêzên niştimanperwer”e. Ew çaverêyê hilweşandina hikumeta federal a herêma başûrê kurdistanê ne. Ew çeverêyê xirakirina feraset û bîr û raya kurdayetîyê ne.

Lazime were zanîn ku  ji alîyê HDPê û her wiha karwanê  pêro û evîndarên HDPê ve, tu pêşnîyarek di vî warî de, ji HAK-PARê re nehatêye kirin. Lewra dinya alem baş dizane ku HAK-PAR ji berê ve derîyê xwe ji van pêşnîyarên pûç û vala û bêbawer û bêcidîyet re heta dawîyê qaîm girtîye.

Ji îro û pê da jî; eger ji alîyê vi karwanî ve bangek wiha we re jî, HAK-PAR bi hiç şîweyek di nav wî karwanî de, cih nagre. HAK-PAR, nabe hevalbendê nexêrxwaza.

HAK-PAR tenê di hevkarîyên xêrxwaz de cih digre. Em, helwest û armanc û sîyaset û rê û rêça HDP û pêroyên HDPê a di vî warî de, bawerpêker û xêrxwaz nabînin.

Lewra eşkereye ku “yekîtîya neteweyî” li ser asasa parastina mafên neteweyî, bi bernameyek neteweyî/kurdî û kurdistanî bilind dibe, xurt dibe.

Kes û hêzên ku pêşnîyara “yekîtî” an “tifaq” a neteweyî dikin pêş hemu tiştî gereke secereya wan paqij be. Dilxwaz û dilvanên yekîtîyê lazime jidil û bawerpêkirî bin. Maf û berjewendîyên şexsê xwe û rêxistina xwe serdestê berjewendî û mafê miletê kurd nebînin.

HAK-PAR ji bo pêkanîna hevkarîya hêzên niştimanperwerên rasteqîn çi lazime wê bike.

Rêya HAK-PARê, rêya xêrxwaz û rewa ya milletê kurd e.

 

Nivsîngeha Ragihandin û Çapemenîya Partîya Maf î Azadîyan / HAK-PAR”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin