Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Haji we re binêrin, lêkolîner didine xwanê ku "Dîroka me heye“, lê mixabin em pê bawernakin!

A+A-

 

Torinê Torinî

"Bi nêrîna min navê ûratû da  jî peyva ro“ heye.

 

-Ûrartû bi aşûrî ,,Ûrartû,,, bi babilî ,,Ûraştû,,, nivîsara Bêhistûnê têkista parsûî da ",Armîna,," ,"Bîblîa,, – êda ,"Ararat,, hatîye nav lê kirinê.

 

"-Baweriya xwedewendê Êzdîtiyê ya bi serweriya Xwedê, wek ya Urartû bi serweriya Xaldî(Aldî , Adî, Adya ) bi pir endame.

 

Çewa Êzdiyatiyê da usa jî bal ûrartûyan pey Xwedayê herî mezin ra , hevt Mêr – xwedawendên riknê kar dikin( Parêziya Xaldî va girêdayî gele eşîrên Urartû bi temamî „Xaltî“ hatine navkirinê.Çawa ku di demê da, Kurdên Xwedayê Mendparêz xwe „Kurdên Mandî“ (bin tesîra zaravaên sêmîtî da buye „Kurdmanc“) navkirine.

 

Di bîrbaweriyên ûrartûyiyande û gorî beyt-gotinên Êzdîtiyê Adî-Xaldî siwarê şêre. Roya Mîtaniyan û Mendan jî sîmvola da hema li ser pişta şêran……..-

 

Raste, gorî Êzdîtiya îroyîn, ya gihîştî Şê Şemsê Mêrê royê(dîwanbegê Dîwana Xwedê), ku serwerîtiyê li rojê dike, hêzeke ne dîhare. Ro, meriv, heta hiş û sewdayên meriv bixwe jî perçek, dîharbûn, xulikdarên hêza Yekê jorin, ê nedîhar û aqilmend in.

 

Lê kal-bavên Êzdiyan yên dewranên  kevnare hema bi raste-rast ro û buyerên siruştê parêz kirine.(Kevnarî, zelaliya rê-rizmên Êzdîtiyê usa jî evê yekêdanin. Mînanî merivên dinê yên kevnar , kal-bavên Êzdiyan jî hema ji sirûşta welatê xwe hiîn bûne, ka nava salê da kengê cejna li dar bixin….)

 

GELE RÊ-RIZM, RAMANÊN ÊZDÎTIYÊ HEMA MÎNANÎ YÊN ÛRARTÛYA NIN“ - wê berdewam bike-

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

Meriv dikare vê pirtûka Torinê Torinî- KURD-MERIVÊN  ROYÊ -li Yêrêvan-Weşanxana YNE hatiye weşandin û ji cem  https://www.facebook.com/nare.bakoyan pedabike.

.

danasin-kemal.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin