Guterres: Li hin navendên Îsraîlê top û roket ketine, ev rewş nayê qebûlkirin

Guterres: Li hin navendên Îsraîlê top û roket ketine, ev rewş nayê qebûlkirin

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, ji bo girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de, bang li her du aliyan kir, da ku girjiyê kêm bikin.

Antonio Guterres bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, karbidestên ewlekarî yên Îsraîlê, divê karanîna hêzê durist bikin.

Guterres da zanîn, li hin navendên Îsraîlê top û roket ketine û got, ev rewş nayê qebûlkirin.

Herwiha wî destnîşan kir, NY bo girjiya di navbera Filistîn û Îsraîl de kêm bibe, bi hemî alîyan re dixebite.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) jî eşkere kir, ji ber pevçûnên Îsraîl û Hamas ya Gaza birêve dibe, herî kêm 30 kes hatine kuştin û bang li aliyan kir ku girjiyê kêm bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin