Gundên suryaniyên Qamişlo ketin destê DAIŞê

Gundên suryaniyên Qamişlo ketin destê DAIŞê

Encumena Leşkerî ya Suryanî ya Sûriyê ragihand, çekdarên DAIŞê êrişî gundên suryaniyan yên girêdayî Qamişlo kirine û çend gundên wan girtine

A+A-

Fermandariya giştî ya Encumena Leşkerî ya Suryanî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand , ji ber ku hêzên wan di kontrolkirina 22 gundên başûrê Qamişlo de alîkarî dabûn YPGê, çekdarên DAIŞê jî êrişî gundên wan kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku duh danê sibehê (23ê sibatê) çekdarên DAIŞê êrişî gundên Til-Hemîsê kirin û tevî berxwedana hêzên wan gundên Til- Hirmiz, Til-Şamîran û Til-Tewîl û çend gundên din ketin destê DAIŞê.

Li gorî daxuyaniyê, 4 çekdarên wan li gundê Til-Hirmiz nediyar in û dibe ku " şehîd ketibin" herwiha 3 çekdarên din jî birîndar bûne.

Encumena leşkerî ya Suryanî ya Sûriyê herwiha bang li xelkê deverê kir ku bi propagandeyên DAIŞê neyên xapandin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin