Mahmûd Lewendî

Mahmûd Lewendî

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gotinên Gunehkar

A+A-

Hesenê Metê

Gotinên Gunehkar

Weşanên Avesta, 2007, Istanbul, 151 r.

sans-titre-1.jpg

 

Gotinên Gunehkar -li gor min- romana 2. a Hesenê Metê ye. Ya pêşî Labîrenta Cinan e.

Di herdu romanan de jî uslûb û şêweyek cihê hatiye bikaranîn. Di herdu romana de jî zimanekî cihê hatîye bi kar anîn; zimanekî herikbar, zimanekî ku li gel qehremanên herdu çîrokan digunce.

Di Labîrenta Cinan de mamoste Kevanot divê ku bibûya rêberê gundîyan, ew di gelek waran de serwext bikirana, lê ew welê nake, dide pey gundîyan, dibe yek ji wan û bawerîyê bi cin û perî û ziyaret û niviştan tîne.

Di Gotinên Gunehkar de jî dîsa şêwazeke welê heye, lê vê carê bi awayekî din. Behramê Kawaşî ku ew ê îlahîyatê biqedîne û bibe dîndarekî baş û mumîn û ehlê Xwedê, lê ew dikeve dudilîyan, li gor rê û rêçikên ayînî dibe gunehkar.

***

Gava ku ez çîrok an jî romanekê dixwînim, ger ez bi xwe jî beşdarî nav civata kes û qehremanên wê romanê an wê çîrokê bibim, ev yek ji bo min tê wê maneyê ku nivîskar di wê berhema xwe de ji bo min bi ser ketîye.

Ev romana Hesenê Metê jî -her çendî wî bi xwe gotiye novel-tesîreke weha li ser min hîşt ku ez bi xwe ketim nav çîrokê.

Ez ketim nav cîhana çîroka wî, bêyî ku qehremanên çîrokê bi min bihesin û min bibînin, ez jî ketim nav wan. Wan ez nedidîtim, lê min hemû liv û tevgerên wan taqîb dikir, min hemû fikr û hestên wan his dikir.

Çîrok bi Behramê Kawaşî dest pê dike. Behram li bajarê E-yê îlahîyatê dixwîne. Li wir xanîyê Lûlû Xan kirê dike. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne.

Lûlû Xanê xwedîyê xênî, kirêçîyê xwe Behramê Kawaşî dawetî gund dike.

Behram dawîya hefteyê diçe gundê Lûlû Xan. Mala Lûlû Xan li derveyî gund e. Piştî bixêrhatin û hevnasîn û izet û îkramê êdî çîrok dest pê dike.

Behramê Kawaşî roj û şevekê li wir dimîne. Lê hemû bûyerên ku di çîrokê de derbas dibin, serpêhatîyên qehremanên çîrokê hemû di nav çend saetan de pêk tên. Di nav wan çend saetan de li gel qehremanên çîrokê mirov diçe çend zeman û dunyayên din û tê.

Meriv carna li dij Şeytan dibe hevalê Adem.

Lê dema ku meriv guhdarîya Şeytîn dike meriv dikare ji rê derkeve û bibe alîgirê Şeytanî.

Mirov carna dibe hevalekî Mûsa û diçe Tûrî Sîna. Mîna Behramê Kawaşî gava ku rastî Mekrûsê bavê Geştînayê tê ku ew ê wî bibe girê herî bilind ku ji me çêtirî bibîne û belkî Bahram Geştînayê an jî bi gotina Mekrûsê kalikê Geştînayê ku berê navê wî Markûs bû, Demorayê bibîne.

Carna jî meriv bi Îsa re di nav kuçe û kolanên Qudsê de li gel leşkerên romayî berê xwe dide hevrazan.

Carna jî meriv dikeve nav kûrahîya dualîzma zerdeştî û li nav eşîra Magîyan li taxeke Akbatana paytextê Medan digere.

Carna meriv pêxwas dikeve bîra kûranî ya Laleşa nûranî.

Û carna meriv diçe Suq ul Uqqaza dewra Qureyşîyan û dikeve nav munaqeşeyên hersê dîn û ayinan.

Carna meriv bi Hezretî Alî re diçe şerê kafiran.

Carna bi Melayê Cizîrî re meriv li ser Birca Belek dikeve reqs û semayê

Bi Ehmedê Xanî re dikeve nav fesadî û gelacîyên di navbera Mem û Bekoyî de.

Bi Feqîyê Teyran re meriv bi hewa dikeve diçe hafa ji me çêtiran

Bi Nalî re meriv diçe zozanên xir û xalî yên bê yar û dost.

Bi Hêmin re meriv diçe meyxaneyên xilmaş û rastî meyger û saqîyên ku bîleheq meyê pêşkêşî bêderd û bêxeman dike tê.

Û carna meriv dibe Gunnar Ekelofê ku li paytexta Bîzansê li Konstantinpolîsê dikeve xem û xeyalên mîrê kurd Mîrê Emgîyonê yê derdora Wanê.

Carna meriv dikeve nav xem û hestên Kewnameya  Ehmed Huseynî û "radipelike hêsirên dayika xwe" û dibe "nîşangeha tîrên gerokan".

Carna li ser pişta teyrê Sîmir dadikeve heft qat binê erdê.

Carna bi Behramê Kawaşî re meriv diçe xortanîya xwe û wekî wî nagihîje Nagînaya xwe.

Carna li dora agirê argûnê Magîyan meriv guhdarîya Gatha û Yasna yên Zerdeştê kal dike.

Û carna jî ez diçim serê qotê Qerejdaxa şewitî, newala Bajarê Çortanîyê ku di fermana Êrmenîyan de xwedê giravî ew ê ji wan re li wir bajarek ava bikirana, lê di dewsa bajarî de Jontirkan ji wan re wek meydana "pişt Dêra Ezîz Gevorg" goristaneke mezin ava kir.

Önceki ve Sonraki Yazılar