Girtina deriyê Sêmalka: ‘Tiştek li bazarê namîne’

Girtina deriyê Sêmalka: ‘Tiştek li bazarê namîne’

.

A+A-

Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi temamî hatiye girtin û ev yek bandoreke gelek li ser jiyana xelkê dike. Bazirganek dibêje, “dibe ku piştî mehekê tiştek li bazarê nemîne.”

Deriyê Welîd yê bazirganiyê jî ku 10 kîlometre dikeve başûrê deriyê Sêmalka û rojane ji 100 heta 200 barhilgirên kelûpelan tê re derbas dibûn, girtî ye û hêdî hêdî kelûpel ji bazarê qût dibin.

Heda Ibrahîm, welatî, dibêje, “Şekir tune, bi carekê tune, me li bazarê nedîtiye.”

Li gor amarên Lijneya Şopandina Bazirganan, li Cezîra Rojavayê Kurdistanê 250 bazirgan hene ku kelûpelên xwe ji Başûrê Kurdistanê tînin û niha rawestiyane. Ew pêşbînî dikin heya mehekê bazarên deverê bikaribin xwarinê ji welatiyan re dabîn bikin, lê jê wê û pêve wê depo vala bibin.

Macid Ebdê, Serokê Lijneya Şopandina Bazirganan, diyar dike, “Ziyaneke mezin digihije xelkê. Eger derî girtî be ne tenê xwarin, xwarina rojane ku xelk li ser dijîn, dibe ku piştî mehekê tiştek li bazarê nemîne.”

Ji sedî 70 xwarin û vexwarin, madeyên lêkirinê û hesin, perçeyên pîşesazî û mekanîk, kelûpelên nav malê û beşek ji dermanan ên li Rojavayê Kurdistanê,  ji Başûrê Kurdistanê derbas dibin.

Lê 15 vê mehê ji ber êrîşa grûpa Ciwanên Şoreşger bo ser derî, rêveberiya Pêşabûr biryara girtina derî da.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser wê êrîşê wek “çalakiyeke rewa” dibîne, heta niha ti hewlên dîplomatîk ji bo asayîkirina peywendiyan nehatine dayîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin