Gelo Walîyê Amedê  bi qedexekirinan dixwaze berê Kurdan bes bide şerî?

Gelo Walîyê Amedê bi qedexekirinan dixwaze berê Kurdan bes bide şerî?

Gelo Walîyê Amedê bi qedexe kirinan dixwaze berê Kurdan bes bide şerî?

A+A-

Walîyê Amedê li gorî qanûna Rewşa Awarte, hemû xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê, meş qedexe kirin. Herweha mehkemeyeke Stenbolê jî rojnameya Ozgür Gundemê girt.

Ev herdu biryar, nîşana wê yekê ye ku, Dewleta Tirk hêdî hêdî dê Rewşa Awarte li himberî Kurdan pêk bîne. Dewleta Tirk, bi van qedexeyan dê ji nuha zêdetir rê liber xebata sivîl, sîyasî, demokratîk ya gelê me bigire.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li ser qedexekirinan daxûyanîyek çapemenîyê belav kir. Daxuyanî weha ye:

Ma gelo Walîyê Amedê bi van qedexeyan dixwaze berê gelê me bes bide şerî?

Gelê Kurdistanê , îro jiber ku zerara herî mezin digihêje wî, li himberî rê û rêbazên şer û şîdetê ye. Jiber vê yekê jî, li himber  çalakîyên PKKê yên şerî derdikeve.

Lê aşkere ye ku gelê me ji vê sîyaseta Dewleta Tirk ya 90 sale  li ser esasê şîdet û neçareserîyê hatîye ava kirin jî re dibêje ‘’na’’.

Em bangî Dewleta Tirk dikin ku, dest ji vê siyaseta şerî  berde; dest ji  rê liber girtina  mafên  gelê me yên xebata sivîl, demokratîk, sîyasî berde.

Ne şer, ne jî rê liber girtina xebata sivîl, demokratîk, siyasî ya gelê me, dê nikaribe doza azadîya Kurdistanê bitefîne.

Biryara Wîlayeta Amedê û ya mehkemeya Stenbolê li dijî  azadî û demokrasîyê ye;  li dijî mafê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê ne.

Armanca qedexeyan  ji holê rakirina xebata sivîl  û demokratîk ya  miletê Kurd e.

Jiber vê yekê em van qedexeyên  protesto dikin û  em bangî hemû alîyên siyasî, sivîl û demokratîk dikin ku em bi yek helwestê li dijî van qedexeyan rawestin û  em li  destkeftinên  xwe  xwedî derkevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin