Gelo Rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ji çi xalan pêk tê?

Gelo Rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ji çi xalan pêk tê?

Şandên Amerîka û Tirkîyê doh li Enqerê derbarê êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de civîyan û di encamê de herdu alî gihiştin rêkeftinekê.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Li gor wê rêkeftinê Tirkîye dê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û YPG jî dê hêzên xwe ji navçeya aram ku Tirkîye dixwaze ava bike vekişîne.

Rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ji van xalan pêk tê;

-Tirkîye û Amerîka weke du hevalbendên NATOyê tekeziyê li ser pêwendîyên xwe dikin û Amerîka nîgeranîyên Tirkîyê yên derbarê asayîşa sînorê wê yê başur têdigihije

-Amerîka û Tirkîye di serî de bakur rojhilatê Sûrîyê dê derbarê pêşhatên li qadê li ser bingeha berjewendîyên hevbeş kar bikin

-Amerîka û Tirkîye tekezîyê li ser sozên xwe yên ji bo parastina axa NATOyê û gelên wê dikin

-Herdu welat sozên xwe yên ji bo parastina jîyana mirovan, mafên mirovan û pêkhateyên olî û etnîkî dubare dikin

-Tirkîye dê soz dide ku asayîşa xelkê ku di nav wê navçeya aram de dimîne biparêze

-Herdu welat pabendbûna xwe ya bi yekgirtina axa Sûrîyê û biryara 2254 a Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî (NY) bo bidawîkirina alozîyên li Sûrîyê dubare dikin

-Tirkîye dê bo maweyê 120 demjimêran êrişa li ser Rojava rawestîne

-YPG bi kurahîya 32 kîlometreyan ji sînorê Tirkîyê vedikişe, piştî vekişîna YPGê di wî maweyî de, Tirkîye dê êrişê bi temamî rawestîne

-Tirkîye û Amerîka li gel hev berpirs in ji zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne û divê li gel hev rê bigirin li ber serîhildana DAIŞê ji nû ve

-Divê hemû pêkhateyên li bakurê Sûrîyê bên parastin

-Tirkîye navçeya aram ji rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê ava dike û kontrol dike û herdu alî dê bi hev re kar bikin

-Dema ku operasyon Tirkîyê êriş rawestand, ew sizayên ku Amerîkayê biyar dabû bi ser Tirkîyê de bisepîne dê bên rakirin

-Herdi alî ji bo armancên ku di vê rêkeftinê de tekezî li ser hatîye kirin, dê bi hev re kar bikin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin