Gelê Kurdistanê di koça dawî de Şêx Mehmûd Yeşîl bi tenê nehişt

Gelê Kurdistanê di koça dawî de Şêx Mehmûd Yeşîl bi tenê nehişt

Welatperwerê Kurd, dilsozê azadîya Kurdistanê Şêx Mehmûd Yeşîl çû ser dilovanîya xwe û îro li Farqînê hate binaxkirin.

A+A-

Welatperwerê Kurd, dilsozê azadîya Kurdistanê Şêx Mehmûd Yeşîl roja 08.05.2016an de di bûyereke trafîkê de çûbû ser dilovanîya xwe. Îro (09.05.2016) saet di 10.30ê sibê de ji morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hate wergirtin. Cenaze bi konvoyeke ji sedan tirimbêlan pêk hatî ber bi Farqînê  ü gorıstana gundê Baxça ve bi rêket.

Saet nêzî 12.00ê konvoy gihişt Farqînê. Piştî nimêja nîvro, nimêja cenazeyê hate kirin. Paşê girseyê tabuta ku bi Ala Rengîn hatibü pêçan hilgirt û heta ser qebrê meşîya. Di destê girseyêde Ala Rengîn li ba dibû. Cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bi beşdarîya gireseyeke  mezin hate defnkirin.

Pişti xwendina telqîna Meleyî Necip Yeşîlê kurê Şêx Mehmûd Yeşîl daxwaz kir ku Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik axaftineke bike.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser qebra Şêx Mehmûd Yeşîl wiha got:

"Ez spasîya malbata Apê Şêx dikim ku ev şeref û rûmet dane min da ku ez çend gotina di derbarê wî de bıbêjim. Nuha em wek malbata wî , wek nas û dost û heval û heskirîyên wî , wek welatperwerên Kurd di vê rêwîtîya wî ya dawî de, em li gel Apê Şêx in. Em bi wefata wî gelekî xemgîn in. Lê em bi wî serbilindin jî. Xwedê bi rehma xwe şa bike. Cihê wî bihuşt be.

Şêx Mehmûd Yeşîl kedkarekî doza azadîyê û welatperwerekî dilsoz bû. Ji salên 60î heta îro car caran bi awayekî aktîf , car caran jî bi nîvaktîfî an jî hindeke pasîfî di nav refên doza azadîyê de bi dilsozî xebat kir. Min di çend salên dawîyê de Apê Şêx nas kir. Lê eve bi salane ez û zarokên wî , zavayên wî bi hevdu re di nav têkoşîna Azadîya Kurdistanê de xebatê dikin. Lê piştî ku min Apê Şêx nas kir, min baştir fêhm kir ku zarok û zavayên wî ji kîjan medreseyê û bi çi terbîyeyê perwerde bûne.

Apê Şêx di PDK-Tê de cîh girt. Bû hevalê Sait Elçi jî , hevalê Dr.Şivan jî. Yek ji damêzranêrê DDKOya Farqînê bû. Yek ji organîzatorê mitîngên ku bi navê "Doğu Mitingleri" dihate nasîn bû. Bi nefs biçukî , bi dilsozî û bi welatperwerîya xwe herdem di nav hereketa netewî de bû. Herdem piştgir û alîkarekî bi rûmet bû. Gelek caran ji ber xebatên xwe yên sîyasî ket hefsê, îşkence dît. Apê Şêx piştgirekî dilsoz yên têkoşîna azadîya her çar perçeyên Kurdistanê bû. Gava di salan 90î de birayên me yên ji Başûr ji ber hovîtîya Seddem Huseyînî revîyan Bakur, Apê Şêx bi awayekî aktîf di nav xebatên alîkarîya wan de bû. Herî dawî bi qîmeteke giranbuha û bi dilsozî alîkarîya mexdûrên Sûrê kiribû.

Şêx Mehmûd Yeşîl niha bi wê bişirîna xwe li me temaşe dike û ez bawer dikim bi serbilindî û kêfxweşî xatirê xwe ji me dixwaze. Oxir be Apê Şêx, em jî bi te, bi xebate te û bi dilsozîya te serbilind in. Oxir be, cîhe te bihuşt be."

Piştî axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser navê malbatê Necip Yeşil spasîya Serokê PAKê û spasîya hemû kesên ku beşdarî merasîme bûne kir.

Piştî merasîma cenazeyê beşdarên merasîme li gundê Baxçayê bi hevdu re xwarin xwarin û malbata Şêx Mehmûd Yeşîl li wê derê jibo tazîyeyê rûnişt.

Merasîma cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bi girseyek gelek mezin û balkêş lidarket. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Sekreterê Giştî yê PSKê Mesud Tek û gelek rêveber û endamên partîyên Kurdistanî, dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî merasîma Şêx Mehmûd Yeşîl bûn.

Tezîyeya Şêx Mehmûd Yeşîl rojên 10.11.12-05.2016ê li dê li Amedê mala tazîyeyê ya "Temiranlar" bê danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin