Gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bû rojev

Gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bû rojev

.

A+A-

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê û bi taybetî jî piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê, gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bûye rojev.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şandina gaza xwezayî bo bazarên cîhanê amadekariyan dike ku ew daxwaz jî di serdana hefteya borî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo Brîtanyayê de bi awayeke zelaltir derket holê.

Li gor daxuyaniyeke Hikûmeta Brîtanyayê, di civînê de Mesrûr Barzanî, behsa "xwesteka" Herêma Kurdistanê bo hinardekirina enerjiyê bo Ewropayê kiriye. Ji aliyê Boris Johnson ve jî pêşwazî li wê pêngavê hatiye kirin.

Şîrovekarê Enerjiyê Şiwan Zulal li ser hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê anî ziman, "Ji bo Ewropayê rola wê dê hebe. Ji bo aloziya di navbera Rûsyayê û cîhanê de bi giştî dê rola gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê hebe.”

Hat diyarkirin ku pêvajo demeke dirêj dixwaze û bi nêrîna beşek ji çavdêran hîn zû ye ku gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bibe kiryar.

Şîrovekarê Enerjiyê Yadgar Gelalî ji wan çavdêran e ku dibêje pêvajoya gaza xwezayî demeke dirêj dixwaze û tîne ziman, "Gaz ne weke petrolê ye. Proseya gazê aloztir e û lêçûnên wê zêdetir e. Di warê jêrxan û proseskirina gaza xwezayî ve Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê de ye."

Berbesteke din a li pêşiya gaza Kurdistanê jî siyasî ye, ew jî li berçavgirtina biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê ye ku taybet e bi petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

Yadgar Gelalî got, "Li Iraqê hemû tiştek dikeve ser rêkeftinên siyasî ku niha xetimiye û di siberojê de digihine encamê, Kurdistan dikare hevahengiyê ligel Iraqê bike. Di vî warî de hevahengiya ligel Iraqê bijardeya herî baş e."

28ê Adarê di Korbenda Cîhanî ya Enerjiya Encûmana Atlantîkê ya li Dûbaî de, Mesrûr Barzanî ragihandibû ku Herêma Kurdistanê di demeke nêz de dibe çavkaniyeke girîng a enerjiyê bo daxwaza cîhanê ku ber bi zêdebûnê ve ye.

Li gor pêşbîniyan, 200 trilyon m³ gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê heye û bi vî awayî jî di pileya 30emîn a rêzbendiya cîhanê de ye. Mezintirîn parzûngeh li Herêma Kurdistanê Xormor e ku rojane 452 milyon m³ berhem tîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin