FLAŞ...Li Kerkûkê Tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê xwe çekdar dikin

FLAŞ...Li Kerkûkê Tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê xwe çekdar dikin

Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dibêje, Eniya Tirkmenî ya Iraqê bi alîkariya Tirkiyê li Kerkûkê derdora 600 endamên xwe çekdar kirine.

A+A-

Li gor nûçeya Rudawê Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Xalid Şuwanî di daxuyaniyekê de ragihand: "Eniya Tirkmenî li Kerkûkê navê nêzîkî 600 endamên xwe tomar kiriye û bi alîkariya Tirkiyê ew kes çekdar kirine."

xalid.jpg

 

Xalid Şuwanî herwiha got: "Me li ser çekdarkirina wan endamên Eniya Tirkmenî belge li ber dest hene."

 

Şuwanî herwiha da xuyakirin, ku wan hikûmet û dezgehên istixbaratî yên Iraqê ji çekdarkirina endamên Eniya Tirkmenî bi alîkariya Tirkiyê, agahdar kirine.

 

Şuwanî, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Tirkiyê rahênan bi wan çekdarên Eniya Tirkmenî hatiye kirin, piştre hatine çekdarkirin û ji aliyê Tirkiyê ve di navbera 400 heta 700 dolarî jî mûçe ji wan re hatiye dabînkirin."

 

Xalid Şuwanî destnîşan kir, di dema rahênanê de, berpirsên Eniya Tirkmenî serdana wan endamên xwe yên çekdar li Tirkiyê kirine û niha jî bi navê zêrevanên baregehan, ew çekdar li ser baregehên Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hatine dabeşkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin