FKKS:Li hember hovîtîya Komara Îslamî dengên xwe bilind bikin!

FKKS:Li hember hovîtîya Komara Îslamî dengên xwe bilind bikin!

Hemû kiryarên hêzên dagîrkeran divê bêbersîv nemîne

A+A-

Rejîma kevneperest ya Komara Îslamî ya Îranê rojane bi dehan kurdên ciwan li ber çavên hemû Kurdan bi metodên hovane darde dike, sûretên wan li medya civakî belev dike û bi vî awayî dixwaze çavên Kurdan bitirsîne. 

Her rojekê nû em bi xebereke nû ya xedar dest bi rojê dikin ku ciwanên Kurd bi destê vê dewleta har tên qetilkirin.

Bêşik gelê Kurd dê rojekê tola hemû şehîdên xwe ji dijmin bigre. Ev hovîtî, metodên wahşetê ji berpirsên rejîma kevneperest re dê  nemîne.

Her Kurd êşa van ciwanên qehreman di dilê xwe de hîs dike û tu carî wan dîmenan ji bîr nake.

Dijminên gelê Kurdistanê gelek in, dewletên wan, sîleh û hêza wan ji me bêtir e.

Lê doza me ya rewa, îrade û qehremanîya gelê Kurdistanê ji hêza dagîrkeran bihêztir e.

Hemû kiryarên hêzên dagîrkeran divê bêbersîv nemîne.

Li hember kevneperestên Komara Îslamî divê em xwe ji berê bêtir organîze bikin û dengên xwe bilind bikin.

Bila hovîtîya wan mêrkujan bêbersîv nemîne.

Em bang li hemû Kurdên li Swêdê û li Diaspora dikin ku rejîma xwînxwar Îranê rûreş bikin, li hember dardekirinên Kurdan dengên xwe bilind bikin, bi hev re bikevin têkilî û hevkarîyê ku dengê me li derveyî welêt bê bihîstin.

Doza me ya rewa hêza me ye!

Hovîtîya rejîma Îslamî ya Îranê bi tundî rûreş bikin, dengên xwe bilind bikin!!

6 tebax 2016

FKKS/Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin