FKKS kongreya xwe ya 27mîn li dar xist

FKKS kongreya xwe ya 27mîn li dar xist

FKKSê 35 sal berê di Gulana 1981ê de hatîye avakirin û ev 35 sal e xebata xwe li Swêdê dimeşîne

A+A-

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kongreya xwe ya 27em di 21.05.2016ê de li Stockholmê li dar xist. Li gel endamên organan  ji 21 komeleyên endam 125 nûner bêşdarî kongreyê bûn, organên nu hilbijart; kesên nû ketin organan

Ji 30 zêdetir nûnerên partî, hêz, komelêyên sivîl û demokratîk yên swêdî, biyanî û Kurd bêşdarî kongeryê bûn bi peyamên xwe piştgiraya xebata FKKSê kirin. Li ser navê PAKê Roza Kurdî û Nihat Akar beşdar bûn.

Di 29ê Gulanê de dê organên FKKSê  bicivin û di nav xwe de kar dabeş bike û serok, cigîrserok, sekreter û wezîfeyên endaman destnîşan bike.

FKKSê 35 sal berê di Gulana 1981ê de hatîye avakirin û ev 35 sal e xebata xwe li Swêdê dimeşîne.

Swêd/ Rûpela nû

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin