FKKD: "Bila rizgarbûna Mûsilê bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê"

FKKD: "Bila rizgarbûna Mûsilê bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê"

Em hêvîdarîn rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê

A+A-

16.10 2016 bi pêşengiya  hêzên pêşmerge, hêzên iraqî, û hêzên hevpeymanan operasyona Rizgarkirina Mûsilê destpêkir. Di roja yekem a operasyonan de, Hêzên Pêşmerge li Mêhwera Xazir 9 gund kontrol kirin. Herwiha 200 km2 ax ji destê DAIŞê rizgarkirin.

Pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremanî û canfidayiyên xwe  her roja yekem de mizgîniya serkevtina operasyonê tomar kirin. Ev serkevtina mezin ya pêşmerge ku berî dema plankirî bi dest anîn, şahnaziya pêşengiya şer bo para hêzên pêşmerge.

Bêşik parastina Mûsilê ji azadkirina Mûsilê asantir nabe. Mûsil hemû teybetmendiyên herêmê wek ol, mezheb, çand, kêmanî, nakokîyên sîyasî, deng û rengên ku li  Rojhilata Navîn hene di nav xwe da diparêze.

Pêwîste dûr ji destêwerdanên herêmî û dewletên cîran bernameya avedanî û desthilatdariya Mûsilê li gorî rêkevtineke siyasî li ser bingeheke  pêkhatîyên resen yên deveran, bibe bernameya hevbeş a hemû aliyan.

Di operayona rizgarkirina Mûsilê de hemû layanên sîyasîyên başûrê Kurdistanê ango pêşmergeyên qehreman şan be şan şer dikin. Em hêvîdarîn ev hemahengîya pêşmerge bibe wesîleyek ji bo yekgirtina hemû partîyên li başûrê Kurdistanê. Em hêvîdarîn rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê.

 Federasyona Komelên Kurd li Danmark bi şahnazî pêşwazîyê li operasyona rizgarkirina Mûsilê dike. FKKD her we  piştgirîya xwe li Serokatiya Siyasiya başurê Kurdistanê, bi taybetî Fermandeyiya  Hêzên Peşmerge dike û em pê bawer in ku destkevtên netewî dê di hemû hal û mercan da bêne pareztin.

Herwesa ev destkevtîyene dê bibine zaminê  parastina maf û azadiyên Kurdan li navçeyê Mûsilê

Bijî pêşmerge

Bijî Kurdistan

Federasyona Komelên Kurd li Danmark

19.10.2016

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin