Fikrên baş, gotinên baş û kirinên baş

Fikrên baş, gotinên baş û kirinên baş

Li Stockholm semînerek li ser dînê Zerdeştî hate li dar xistin. Semîner ji alîyê Pirtûkxaneya Kurdî li Swêd hatibû amadekirin.

A+A-

Rûpela Nû, 26-11- 2016 Stockholm

Li Stockholm semînerek li ser dînê Zerdeştî hate li dar xistin. Semîner ji alîyê Pirtûkxaneya Kurdî li Swêd hatibû amadekirin. Semîner bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Yek ji rêvebirê Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê li Swêdê, Bilal Gorgu semîner birêvebir û got ku Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê di sala 2011an de hate avakirin û ji aliyê dewleta Swêdê de bi fermî hatiye qebûlkirin, her weha li Yekîtiya Ewrûpa jî bi fermî qebûl bûye.

Bilal got; Dema parezgeh hate avakirin xewnek me hebû ku Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê li Swêdê rojekê li Kurdistanî şax bide û vegere ser axa xwe. Di sala 2015an de hukumeta herema Kurdistanê qanûna xwe ya li ser dînan guhert û rê da dinên din jî ku bikaribin li Kurdistanê cih bibin. Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê bi dawetnameyek fermî ji aliyê wezareta diyanetê ya Kurdistanê hete dawet kirin. Nuha li Kurdistanê bi fermî temsîliyeta Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê heye û yekem Asrawan jî jin e.

Di semînerê de Andaz Hweize ku Asrawan ê Hozeyê dînê Zerdeştiyên Kurdistanê li Swêdê ye, li ser felsefe û dînê Zerdeştî axivî. Andaz Hweize li ser dînê Zerdeştî ya di dîroka Kurdistanê ya ji 4 hezar sal berê û heta nuha sekinî. Bi dîmen, dokuman û çavkanîyan behsa dînê Zerdeştî û di jiyana kurdan de û felsefeya Zerdeştî kir. Li ser Zerdeştî û kitêba Pîroz Zend Avesta, û zimanê Zend Avesta û zimanê kurdî agahdarî da beşdaran.

Andaz Hwaize got ku, bingeha zerdeştî li ser, fikrên baş, gotinên baş û kirinên baş e, li gel wan, av, xak, ronahî û hewa, çar elementên ku bingeha jiyanê yên maddeyî ne, ev hemû bi hevre dibin heft! Di diroka çanda kurdan de hejmara 7 gelek tê bi karanîn, wek nimûne, heft kanî, heft qat bin erdê, Hûtê heft serî, dawet û şahî heft roj û heft şev li dar diketin.

Her çiqes kurdan dînên din qebûl kirine jî, lê di jiyana kurdan ya rojan û di tradisyon û adetên kurdan de şopa dînê Zerdeştî hîn jî maye. Andaz Hwaize got ku di Zerdeştî de ji ferqa jin û mêr tune, tenê individ û mirov heye. Beşdariya semînerê gelek bû û gelek pirs li ser dinê Zerdeştî û li ser kitêba Pîroz Zend Avesta hatin kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin