Ferûxzad û Melenkolî - Çayan Okuducî*

Ferûxzad û Melenkolî - Çayan Okuducî*

.

A+A-

Furûx ji bexçeya xwe derbasî nav malê bû û got “xanî reş e”. Xanî îmgeyek nû nîne bo şa’r, ode bo wê li xwe vegerandinek eqsî bû, bêhn lê diçiqiya.

Ferûxzad baxçeyeke li orta Rojhilatanavîn e, weka gul û nêrgîzek reng û deng daye. Di nav ronkahiya rojê de tarî bû. Di nava tîrejên zertavê de li bin ewrên reng gewr de, pêşiya xwe heta ku ji destê wê hat vekir. Di nava çalek de çirûskek bû, çirûskên naîf û saf. Baxçeyek di nav bêdengiyê de hatiye xemilandin. Baxçeyek esman fireh û hêşîn. Baxçeyek bi gul ên sar û çilmisî hatiye dorpêçandin. Baxçeyeke bi leneta hezkirin û hesretê li bin tava şewitandî; roj bi roj bervî zûhabûnê va li berxweda. Baxçeyek bi dilek melenkolî va hatiye hembêzkirin. Baxçeyek axa wî xeyîdandî, fetisandî û bêhêvî… Baxçeyek bi hemû şikestiyên xwe di hindirê xwe de veşartiye. Baxçeyek deriyê wê heta serpiştê vekiriye bo ewên ku çûne, dîsa vegerin û bên. Baxçeyek bi destê şa’r ve hatiye tevr kirin. Dike û nake bexçeyekê -bi dilê xwe- bi bêhna azadiyê û xwebûnê bervî asoyê va bifrîne. Esmanê ku hatiye dagir kirin û dorpêçandin. Risteyên ji bexçeya helbestkar hat çinîn bi bask bû û li hemû cihanê belav bû.

Baskê birîndar û bi xemê hatibe derman kirin jî li ser banên hilweşiyayî ji xwe re hêlînan çêkir. Furûx ji bexçeya xwe derbasî nav malê bû û got “xanî reş e”. Xanî îmgeyek nû nîne bo şa’r, ode bo wê li xwe vegerandinek eqsî bû, bêhn lê diçîqiya. Ev ode wek odeya Wirgînîa Woolfê ji xwe re nîbû, ev ode bi dilê şa’r va nehatibû afîrandin, bi zor û bandora civatê vekişandina quncika xwe bû. Di mala xwe yê reş û tarî de risteyên xwe yê pak û zelal hişt ji me re.

Hemû berhemên Furûx Ferûxzad bi navê “Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar”[1] êdî di kurmancî de li benda xwînerên xwe yê. Xwînerên kurmancî yeko yeko be jî helbestên Furûx xwendine. Bi wergerên tirkî jî me Furûx xwend. Şa’r bi du zimanî xwe gîhiştand xwîneran, bo vê jî bi yek helbestê du deng tê seh kirin. Wergera Hatice Kılıç gellek xurte û di bêjinga helbestkar Osman Mehmed de derbasbûye. Ev jî me dibe ser dengê şa’r ku di kurmancî de olan dide û tu dibêy qey ji malê ye. Pirtûka ku di destê me da ye ji pênç pirtûkan pêktê. Bi temamî sed û sî û yek helbest em dixweynin. Di destpêka helbestên şa’r heta helbestên wê yê dawî bi çawayî mezin bûye û di kîjan qonaxan da derbas bûye, emê raxin ber xwe. Di her pirtûkê de gav bi gav çawa xwe gîhiştandiye zelalbûna modern. Emê di her pirtûkê de yek an dido helbest binirxînin, li pey şopa helbestên şa’r bikevin nav risteyên wê. Emê li ser melenkoliya şa’r re herin serdema ku dibê “sar”e. Ne tenê li ser hestên wê yê melenkolî û xwestekên wî yê nîvcomayî; dîmenên ku ji me re hiştiye jî emê li ser biseknin.

XANÎ ÇIMA REŞ E?

Ferûxzad li ser sînemayê gellek mijul bûye. Bivenevê risteyên helbestkar xwîneran derdixe hemberî dîmenan. Furûx fîlmê dokumanter/belgesela xwe de “Xanî Reş e” gellek done dide destê me. Di filmê de em tecritê dibînin, dorpêçandinek hêma dike. Bo filma xwe diçe gundek bi kotî/cuzamî ketiye. Tecrîta gund li ser şa’r bandorek tund dihêle. Mîsal piştî vegera wiya ji gundê kotî/cuzamî helbestên ku nivîsandiye -di bingeha wan de- serbilindkirina şa’r em zêdetir dibînin. Hem ji cema’ta wêjeyê re hem jî li dijî zordestiya civakî re bi wêrekiya xwe û ji xwebawer risteyan daye pey hev. Gundiyên ku hatine tecrit kirin bi wan re gellek wext derbas kiriye, bi çavên xwe yê tazî wan temaşe kir, bi wan re xeberda, wan guhdar kir… Xwe û jiyana xwe ya di nav nêrîna nêrî/erkê de li xwe vegeriya û tecrita ku dîtiye jê dûr nîne. Xwe tê da dî, hîs kir û peyvek ji me re hişt “Xanî Reş e”. Xanî çima reş e? Yan jî bi rastî jinên ku di bandora civakên patrîarkal dane “xanî” bo wan reş e û reştariye. Belê, em dûrva neçin yan jî nekevin kûrahiya dîroka mirovayî. Li ber devê deriyê me li welat û derdora welatê me tiştên ku diqewime çi dûr çi nêz li ber çav e. Bi kişkişandina pergela ramanên nepakî li ser jinan hatiye ajotin û hê jî ev pergela genî tê ajotin. Wek şa’r jî aniye ser ziman bo jinan “xanî reş” e. Xanî bo jinan ne tercîheke, mecbûr kirinê/mayînê hêma dike, hêma kirinek rasteqîne. Helbestkar bi destnîşankirina sînemayê va neçûye ser helbestan, ji îmgeyên û metaforên helbestan çûye sînemayê. Bo vê jî emê di helbestên wê de carcarna şopên sînematografîk bibînin û raxin ber xwe. Di nav yek metnê/berhemê da çend dîsîplînên ku bingeha helbesta hatiye raxistin û çûndin û hatina wan emê jê derxin. Ji mîtolojî, ji wêjeya klasik, ji serbestbûna metnên modern xwîner wê ji melenkoliyê û romantîzmê heta ku hûn bêjin ewê şa’r we têr bike.        

Pirtûka ewil destpêka melenkoliya şa’r e. Di pirtûka ewil ya bi navê “Hêsîr” de em çil û pênç ş’ir dixweynin. Ji çil û pênç helbestan du helbest bi form û dengê xwe modern e. Furûx di "Hêsîr" de destpêka helbesta modern bi du helbestan eşkere kiriye. Bo pêşaroja helbestên şa’r peyamek û pratîkek nû jî destnîşan dike. Wêjeya hemdem a romantîzma Farisiyan bi helbesta Nîmayê bi navê “Efsane” yê destpêdike. Di helbesta Efsaneyê da înziva, xwe ji civatê cihê kirin, vegerina xwezayê û tenitî ye. Vêga em ji Nîma Yusîç çend risteyan bixweynin ku Furûx heza xwe ji ku standiye bila were destnîşankirin:

wey li min!
ev şeva reştarî de ezê çakêtê xwe yê pînekiri li kû dalaqînim
ku vekim kezaba xwe
bila xwe birjîne derdê min e ku ji min zêde
gulleyên ku bi jehr têde diçin
wey li min[2]

Ev risteyên ku me xwend bo mînaka -û di helbestên din- destpêkirina helbesta modern a Farisî bû. Li ser helbestên Furûx jî bandora Nîma Yusîç gellek xwe dide xuya kirin. Nîma zimanê Fransî baş zanî bû, ev encam jî me dibe bandora helbesta Fransî. Ger Furûx baş bê famkirin dibe ku em Nîma Yusîç baş bixweynin, çimkî mifteya deriyê helbesta şa’r di helbestên Nîma de veşartiye. Vêga em ji helbesta Furûx bi navê “Bizdonek”ê risteyan bixweynin:

Ji hemû nasan direvim
Aram û xamoş di quncekî de diqincilim
Awirên min noqavî tariyê bûne
Li nexweşiya dilê xwe guh didêrim

Ev risteyên ku bi forma çarîn ve hatiye nivîsandin me dibe romaztîzma Nîma: tenitî, xwe kişandina quncikê û xwe ji nasan dûr xistinê bi lêv dike. Riste û temamiya helbestê rihê şa’r û acîsbûna wiya li dijî civatê hêma dike. Di pirtûka ewil de romantîzma şa’r sergirtiye. Ev pirtûk di zewaca şa’r de hatiye nivîsandin. Xwe azad hîs nake, çimkî di pirtûkên din de romantîzm û melenkoliya xwe bêhtir daye ber zelalbûnê. Her çar pirtûkên helbestkar jî li ser du stûn rabûye ser xwe. Li aliyek bandora helbesta klasik li aliyê din forma modern, deng û teşê paralel diherikin. Lê navaroka helbestan zêdetir dengê klasîkê tîne guhê me. Di navaroka helbestên modern da jî ev dengê ku ji binî tê, nekêm e. Nîma jî romantîzma helbesta Fransî gellek îstifade kiriye. Û bi dengê evîna Rojhilatanavîn jî helbesta xwe mezin kir. Bêşik di helbesta kurmancî de cihê Cegerxwîn cudaye lê xwe ji forma klasîkbûne xelas nekir, vêga em rexneyên Rênas Jiyan li ser vê mijare bixweynin. “Tiştê ku mirovî ecêpmayî dihêle, ligel temayên wî yên ewqasî nûjen (civaknas-rasteqîner, parastina proleteryayî, dijberiya arîstokrasiyê, bûrjûwazî, teokrasi) bê çawa Cegerxwîn dev ji teknîka kevn a bi qalib bernedaye. Çawa kesayeteke werê şoreşvan edebiyata xwe di nav qaliban de asê hiştiye. Hemdem û hevrêyên wî Mayakowsky, Eluard, Brêton, Neruda, Aragon –ku ew jî wek wî çepgir, sosyalîst û şoreşvan bûn- gava di ekolên wek surrealîst û futurîst de bi teknîkên nû û rêzikên serbest dinivîsîn gelo Cegerxwîn li kû bû?”[3].

Li ser pirsa Jiyan em pirsek zêde bikin. Gelo Cegerxwîn xwe ji teknîka qalibên kevn xelas bikira ewê helbesta me ya modern bervî kû ve biçûna? Nîma û şopînerên wî, Furûx û hevçerxên wê helbesta klasîkê bervî modernbûnê va direksiyona wêjeya xwe zivirandin. Romantîzma Furûx ya ewil destnîşan dike ku bi melenkoliyê ve hişk hatiye girêdan. Romantîzma şa’r li ber melenkoliya wê hê zaroke, ka em ji helbesta “Şerab û Xwîn” ê risteyan bixwenin:

min yarek nîne da bibêjim raza xwe
min nalînek veşartiye nav saza xwe
(…)
tije bike qedehê ey heval
tije bike vê qedehê bi xwîna wî

Pirtûka “Hêsîr” de îmgeyên sereke şev, tarî, bêdengî, xew, nalîn, agir, evîn, dil, esman, gul bi van peyvan em xwe digîhijinin melenkoliya şa’r. Ji melenkoliyê bervî çûndina me ya hermetîkbûnê jî bi metaforên mifte, eynik, derî yê va sererast dibe. Di helbestan de dilzîzî û erotîzma helbestkar bi organên laşî va hatiye hêma kirin. Wek por, çav, dil, mil, sing, dest, laş, kezep. Misal di helbesta xwe yê “Bi Kîjan Destî” de şeş car peyva “laş”, “sing”, “dest”, “por”, û “mil” du car bikaraniye. Di helbestên serbest da şa’r şêwaza xwe pêşaroje diyar kiriye, uslubek nerm û reş afîrandiye. Ka em ji helbesta wiya serbest haytiye nivîsandin, bi çend risteyan gotina xwe piştrast bikin. Di dawiya nivîsê de helbesta Furûx ya dawî hatiye nivîsandin, hûnê bixweynin; “ji ciyê xwe qil bûm û li ber eynika matmayî/ber xwe ketim bi şewqa nêrînê/ax, lerizîn lêvên min ji ber eşqê”. Ev riste ji helbesta “Dengekî di Şevê de” me xwend. Di vê helbestê de hêmakirina “bêdengî” û bêdengiyê bibîr dixe. Tu dibê qey di nav malek reştarî de diperpite. Em neh cara leqayê vê peyvê tên. Ev jî nîşan dike ku Furûx li derdora çend peyvan hestê xwe destnîşan kiriye. Em dikarin ji vê risteyê du mane bidin ber xwe: Yek di baxçeya xwe de çalikaya xwe bi bêdengî hêma dike, yên din jî şop û tesîra ji qalibên kevnar maye. Fenotîka peyvan jî em jibîr nekin; peyv çaxê li ser ahenga xwe, xwe berde xwarê, wek çemê Zapê xurt, bi guregur û ji xwe bawer biherike. Peyvên ku hilbijartiye, bi ahnek û di dawiya helbestan de her tim bi ketin radibe. Nîma Yusîç, di dîwarê wêjeya Farisanda qûlek vekir. Furûx û hemdemên wê jî ev qula ku hatiye vekirin, berfireh kirin. Yanî di çalên xwe de ronkahiyê dîtin.

FURÛX, BI KÊ RE ŞA BÛ, KÊ WÊ HEMBÊZ KIR?

Pirtûka duyem “Dîwar” e. Ji bîst û şeş helbest pêktê. Di pirtûkê de heft helbest serbest hatiye nivîsandin, yên din bi forma çarin hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de şa’r hinek din hestên xwe eşkere kiriye. Ji pirtûka ewil zêdetir êşa rihê xwe daye pêş. Sergirtîbûna risteyan em dibînin ku -bi taybetî jî helbestên serbest- xwe bervî pakbûn û şefafbûnê va çûndina wê em dixweynin. Kitêba şa’r wek makrûşka li ser hev e û girêdayî hevûdin e. Hest û hestyariya jinên ne azad û di nav xwe de tofana reş dihewînin, bi dilek zîz aniye ser ziman. Şerê ku Furûx li dijî civat û nêrbûnê daye, di esasê xwe de şerek girtî û veşartiye. Çawa veşartiye û bi çi rengî serê têkoşîna xwe girtiye, emê bi risteyan bidin eşkere kirin. Şa’r daxwaza xewnên xwe rasteqîn dike, êdî xwesteka xeyalên xwe yên di hiş de ava kiriye, dixwaze di rojana xwe bijî. Helbesta “Xewn” û Êşperest” de melenkoliya şa’r û romantîzma wê, yanî xwenên ku dibîne, em dixweynin. Ji helbesta Xewn em bikevin nav rih û xwestekên şa’r:

keçik serê xwe direvînin ji pişt paceyan
hinarkên wan soromoro ji ber şerma vê dîtinê
sing hemû lerzan û mişt gimegim
lê dide ji ber şewqa yek hizrekê
(…) 
lê çi heyf, heçku çavên mîrzayê delal
nabîne nêrînên wan ên bi hewes
ji wê gulbaxçeya misk û emberî
yek pelekî jî naçine

Hesret û evîna ku li bendê ye, me xwend. Ev sekin a şa’r, melenkoliya tarî, xemê û bêhêvî ye. Êdî bi risteyên xwe serî radike, helbestkarên mêr û rexnegirên serdema şa’r bi tohmeta bêehlaqî tê sûcdar kirin. Hem jî helbesta klasîk hêdî hêdî li paş xwe dihêle hem jî risteyên wê bo civata mêr nayê qebûl kirin. Vêga nay bîra min helbestek şa’r gellek tê xeberdan. Li ser uslup û forma wê, mane û bin maneyên helbestê nehatiye nirxandin -helbest erotik û mêrek hêma dike- Furûx bi kê re şa bû, kê wê hembêz kir? Bi van pirsan helbest hatiye şirovê kirin. Ev mesele, me dibe civatên paşva mayî.

Helbesta “Êşperest” e eynika şa’r e. Çaxê temamiya helbest meriv dawî dike hîs a yekem ev: şa’r jiyana xwe bi êş û êşa melenkoliyê pêçaye. Wek helbesta jêr, ji serî heta binî:

xwezî mîna payîzê bûma… xwezî mîna payîzê bûma
xwezî mîna payîzê bêdeng û xemengîz bûma
pelên arezûya min yeko yeko zer bûna
tava her du çavên min sar bûya
(…)
asîmanê singê min tije derd bûya
ji nişka va tofana keserê dev biavêta canê min

Di helbestên Furûx de dubareyan risteyan gellek li ber guh dikeve. Melenkolî û romantîkbûna xwe bi risteyên dubare dide pêş, xwestek û hestên wê ye nîvco mayî bi dubare kirinê diqîre, destnîşan dike. Helbest têra xwe dirêj in. Rîtma helbestan me gotibû li fonetika kurmancî hatiye. Hêdî hêdî diherike, hin helbestan de em dibînin ku astengbûna herikbariyê dîsa bi risteyên dubare li ber helbestan rê vedike. Ka em çend risteyên dubare li vir pêşkêşî we bikin; “derî veke… ew e/derî veke… ew e”, “xew xew xew/ew raketî ye/li ser qûma germ”. Ji xeynî riste dubareyan hevokên dubare ji gellek in. Wek mîna, ez, min dî, em in û hwd. Bi van peyvan helbest bi dawî dibin, mîsal di destpêka berhemên ku em dixweynin di dawî da jî eynî risteyan helbest xwe temam dike. Pirtûka duyemin bi min destpêkek nû ye. Çîma nû ye? Ev pirtûk piştî ku dev ji mêrê xwe berda, hatiye honandin. Gellek çavkanî li ser helbesta Furûx serdema yekem û ê dûyem tê veqetandin. Dibên serdema yekem ji sê pirtûkên ewil pêkte. Belê şopa hersê kitêbê jî di nav hev daye, dane pey hevûdin: îmge û metafor li derdora hevûdin diçin û tên. Bi min serdema ewil bi pirtûka ewil hatiye girtin. Ez jî Furûx Ferûxzad bi du serdem ji hev diqetîn im. Serdema wê ya ewil bi zewaca wê re ye, yê din jî piştî berdana mêrê xwe ye. Çimkî pirtûka ewil me gotibû bi şerm û tirsê hatiye vegotin! Yên din da jî tirs û şerm heye lê wek berhema ewil nezêdetire.

Kitêba sêyemîn “Îsyan” e. Di pirtûkê de Helbesta “Bindestî” ji çarsed risteyan pêktê. Em dikarin bêjin ev helbest li bin maneyê xwe ya veşartî de mirinê aniye ser ziman. Otobiyografiya rihê şa’r e, mirina ku di hiş de diniqute li ser rih û hestan wê û pirsên bêbersive. Dîsa peyva “şev û tarî” di vê berhemê de xwe daye pêş. Forma vê helbestê çarîn e. Em pirsên semavî û mîtolojîk dixwînin. Di helbestên xwe de pirsên li ser afirandina mirov, ser ol û hebûnê nîqaş dike. Ji helbestê; “ber lêvên min e siya pirseke veşartî (…) heta ez li vir bindest, tu li wir serdest bî/çîroka min a reş, ne çîrok e (…) binoşî bi lêva helbesta min êşa hebûnê (…) sar bûm hundirê xwe de bi salan, lê îro/agir dipekînim da bişewitînim sîwana te (…) axir min rojekê pirsî ji xwe hêdîka/çi me ez? ji kû dest pê dikim? (…) bi hezar tirsî li dû wê bersiva nepenî/min serî daniye ser rêya tarî û çivçivî/te sî daye ser wê “aqûbetê” û zanî/hîç im ez, hîç im ji serî heta binî”. Ev riste ji çarîn ên ji curbecûr bûn. Ka em çend risteyên ji çala zelal bervî asoya nepenî yanî xwedayî bixweynin; “weyla li min û vê lîstikê, vê lîstika keserbar/bo çi tu ewqas bi me dilizî?/em libên tizbiyê ne, di destê te de dizivirin (…) ger tu bi me re bûyayî û lutfa te bo me bûya/hîç şeytan dibû ji me re yar û berdestî? (…) da ez û em bibin pêşangeha qudreta te/ber serê me dibî balyozeke sar û hesinî” û hwd. Di vê helbestê da pirsên şa’r Omer Hayyam dîsa tîne rojeve; “bo çi dibêjî heram e ev şeraba gulreng?/ma çemên şerabê diherikin li biheştê (…) navê te ser lêvên wan û di xewnan de/dibînin qedehên şerabê û sûretên horiya (…) ya rebbî, destê te ye dîsa di nav kar de/bo çi dibêjî hûn karê heram dikin?”.
 
Furûx, ji war û milkê xwe derkive û bi rihê xwe yê melenkolî digere, atmosferek ji xwestek û arzûyên xwe ava dike. Di vê atmosferê da em leqayê “tenitî” yê, “dilşikestî”, “westiyayî” û “melekoliyek cografîk/erdnîgar” tên. Di bingeha “Îsyan”ê da tiştê hatiye veşartin û hêma kirin, me dibe kurê şa’r Kamyar. Hemû rê derdikeve hesreta Kamyar. Helbest bi hesreta kur mezin dibin, bi hezkirina wî her ku diçe di nava çala pak de bi xwarê va dişemite. Deng li jêr, bang dike bervî roj va. Ji hersê berhemên wê ên ewil peyva -Hêsîr, Dîwar û Îsyan- “şev û tarî” 180 car bi kar aniye. Dîsa ji pirtûkên wiye dawiyê –Vejînek Din û Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar- de ev peyvên me 108 car bi kar aniye. Ev jî destnîşan dike ku Furûx di nav “şev û tarî”yê de çirûskek melenkolîk û romantik e. Romatîkbûna wê çiqas eynika civata xwe be jî, şopên romantîzma klasîk a almanî jî em dixweynin.
 
Me gotibû ku Furûx di çala xwe ya bêhnfireh da û di ronkahiya çala xwe ya tariyê de ye. Her tim evîndar bû, li pey dilê xwe bû. Şev û xem, payîz û bihar, evîn û hesret rêhavelên rihê wê. Bi hunera xwe ew çala ku tê daye, dibe ku jê hezkiri be jî, dev ji derketina çalê berda û çala xwe xemiland. Pirtûka çaremîn de li ser helbestê kûr dibe. Bi coş û ji xwe bawer tê, tirsê ji dil dûr xistiye, melenkolî li ser xwe ye û romantîzma wê acis nake. Êdî tiştên bo şa’r nedihat gotin û ji dûr va xuya dikir, di vê pirtûkê de ketiye nav wan û tîne ser ziman. Evînek Rojhilatvarî, çîrokek klasîk ji nû va hatiye vegotin û dîzaynkirin. Ev pirtûk di Wêja Farisan de derî û pencereyek nû ye. Di vê pencer û deriyê ku şa’r vekiriye em dibînin rûyên berfireh û ji hev cûda henin. Ez a wê vekişiye paş, “em” a ku jinan û sevdaserên jin daye vegotine, li ser risteyên xwe pak. Ziman wek pirtûkên ewil ne li jor e li jêr rabû. Zimanek xeza xwe ji çarşî û erase wergirtiye, serbeste. Risteyên dubare hejmara xwe zêde kiriye û ritma helbestan bi deng dubareyan xurt bûye. Helbesta “Ew Roj”, “Tav Derdikeve”, “Tenêtiya Heyvê”, “Yara Min”, “Di kolanên Sar ên Şevê de”, “Wesweseya Kesk”, “Ey Welatê Gewre”, “Vejîneke Din”. Ev helbesta di Wêjeya Farisan de teşê û şewazek nû, formên mifteya modern, dengê dilfireh û sebrê em seh dikin. Hê jî tariye hê jî evîndar e hê jî şev û romantîk e. Wek di helbesta xwe de gotiye; “hemî hebûna min ayeteke tarî ye/ku li ber xwe de te dubare dike”. Şa’r hêviyê di risteyên xwe de piştî peyva “tariye” şînbûn û bi motîfen bax û baxçe yanî biharê hema dike. Em zanin ku kesên melenkolî û hestiyar dev ji hebûneû hêviyê bernadin. Sî û pênç helbest û pirtûkek ku ji hezkiriyê xwe hatiye diyar kirin. ji bo Îbrahîm Gulîstan, ev diyar kirin jî bi tena serê xwe balkêş e. Ji helbestên cuda em çend risteya bixweynin ka evîna şa’r çawa di pirtûkê de hatiye honandin û ji pirtûkên din bi çawayî veqetiyaye, em destnîşan bikin. “ez bêhna te bûme terkedinya/bêxeber ji xapandina sibehan/dirije ser mijangên min ên nazik”, “ey yê sertapê kesk/destê xwe mîna bîranîneke dilşewat berde nav destên min î evîndar/û lêvên xwe mîna hesteke germ î ji hebûnê”, “di nava tariyê de/min bang li te kir/bêdengî bû û bayê sivik/perde li ba dikir/li asîmanê melûl”, “ey yê min bi coşa helbestê alandiye/evqas agir li helbesta min reşandiye”, “vegere bi min re/ez nîvco mame ji te/aniha kevok/ser lûtkeyên memikên min/bask vedidin” û hwd. Ev risteyên me xwend bi wêrekbûna xwe û xwestekên ku dihat veşartin, êdî eşkere bang dike, bi rastarast bi ser va diçe.                                                                 

Furûx ne têkoşerek bêhempa bû. Di nav sîstemê de êş û keserên xwe bi tund û tûj dernexist pêş. Wek helbesta Rojavayiyan li derdora “ez”ê geriya. Kirde şa’r bi xwe ye, kirdeya sereke ye. Du kirdeyên me yê din jî hene. Hezkiriya şa’r û kurê wê Kamyar kirdeyên din in. Têkoşeriya şa’r wek sîstem daxwaz dike bi lêv kir. Di nava xwe de jiya û hemû xwînerên xwe kişand nav çala xwe û kê/î ket nav wê çalê ronkahiyek dî. Bi vê ronahiyê de her ji xwe tiştek dî, hîs kir. Ev jî helbestkar kir nemir… Bi melenkoliya xwe û romantîkbûna xwe neheqiyên ku li ser jinê dihat meşandin hem bi risteyên xwe hem jî pratika xwe li ber zilmê bersivek melenkolîk, ji derva re bêdengî, di hinderê xwe de qiyamet û tofana hebûna xwe bi civata xwe re şerek dijwar kir. Bi rastî Furûx di etra xwe dabû, li pey şevên daxwaz û arezûyên xwe bû. Îro model û rola ku li şa’r dikin bi nezanî dikin û melenkoliya wê li ser civatan bi kar tînin. Bêguman kes ji têkoşînê û têkoşeriyê çi fam dike û bi çi awayî lê dinêre tê guhartin. Mîsal helbestên Furûx ya dawî “ez”, “tenê”bûn, “hesret”a bîranînên dem bihurî û  “demsala sar”. Bahar têkçûye, dem dema ziviztanê ye, çav ji spiya berfê êdî tiştek nabîne û ev bûyer wê dibe ser “biranînan”, halîhazir ev jî me dibe melenkoliya şev û çalê. Ji serî heta binî şa’rê yanî “ez”.      

Pirtûka wiya dawî bi navê “Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar”e. Û di navbera mirina wê de wextek pir kin heye, piştî pirtûkê çend meh paşê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Wek di risteyên xwe da bang kiriye; “û ev ez im/jineke tenê/li ber demsala sar”.  Heft helbestên dawî, heft helbestên ku vegeriyaye baxçê xwe, heft helbestên di bêdengiya xwe de hatiye xemiland, heft helbestên deng û awaza dawî… Reng şîn û kesk e, di dawî de jî gewr e. Hemû tiştên li ser giranî dikin yeko yeko davêje; “Tazî me ez, tazî me, tazî me/wek lehzeyên bêdengiyên navbera şevbihêrkên evînê tazî me”. Birîn û êşên wê ji evîna ku lê nehatiye, evîna ku tenê jê re bexşkirina tenêtiyê layîq dîtiye. “û birînên min tev ji ber evînê ne/ji ber evînê, evînê, evînê…” Gunehkarê dilê xwe ye Furûx, gunehkarê evîna xwe ye, gunahkarê civata xwe ye, gunahkarê şewhata xwe, gunahkarê dilê xwe yê şewitî, gunehkarê şevan e. “Silav ey şeva bêguneh!”. Dev ji pirsa hebûna mirov berda lê dev ji pirsên ku li xwe vedigerand domand û domand. “ey yar, ey yekanetirîn yar ‘çand sale bû gelo ew şearb?’/ka binêr li vê derê/dem çi qas giran e/û masî çer diçûn goştê canê min/çima min li binê behrê dihêlî tim?”. Furûx çi qas xiyala biharê bike jî di dawiyê de ji payîzê wêdatir zivistane. Afirandin û usluba zelal helbestê bilind kiriye û ji kêvjikên hem ê dîmenî hem jî ê deng rizgarkiriye, helbestek wate li ser wate fireh bûye. Êş û êdî bi giraniya xwe di cihê xwe de naleqe. Me behsa pencere û deriyên ku şa’r vekirîbû li ser helbesta farisan û kesên ku xwe pencereyên vekiri da dibînin di pirtûka dawî de ev hejmar li siya “ez”ê zîl daye. Ji helbesta “Pencere” yê:

yek pencere ji bo min bes e.
yek pencere ji bo lehzeya agahiyê û nêrîna û bêdengiyê
niha şitlê dara gwîzê
ewqas dirêj bûye ku ji pelên xwe yên ter re
qala dîwar dike

DÛBAREYÊN ŞA'R HÊ BI HEMÛ HÊZA XWE DIDOME

Ev penceraya bo xiyal û xewnên xwe re ku dixwest, bû pencerayên rihhevalên şa’r. Û ji pencere an navbera derî de çaxê em temaşe dikin derva demsala sar û hikma berf dibînin. Dubareyên şa’r hê bi hemû heza xwe didome, ahenga risteyan ji xwe bawer diherikin. Helbestên ku em di pirtûka dawî de dixweynin wêrakbûna şa’r e. Li dijî qalibên kevn re wêrekbûnek destnîşan dike û ji aliye estîkbûne ji xurte. Furûx di nameyek xwe de wisa dibêje; “zordestiya jiyane, zordestiya derdore, zîncerên ku dest û lingê min xistine… Bi hemû hebûn û heza xwe min li dijî vê liberxweda. Ev têkoşîna min, min rewastand û min ji hal xist. Tenê min jinbûnê û mirovbûne xwest.”[4] Ev nemaya ku me xwend delîlên vekişandina navxwe ye. Ezê nivîsa xwe helbesta wiya bi navê “Çivîk Fanî ye” bi dawî bikim.
 
dilê min ditengije
dilê min ditengije
 
derdikevim hewşê û tiliyên xwe
digerînim ser çermê kişandî yê şevê
 
tarî ne çirayên peywendiyê
tarî ne çirayên peywendiyê
wê kesek min bi tavê re
nede nasîn
wê kesek min nebe
mêvandariya tivîlkan
 
firînê ji bîr neke
çivîk fanî ye

Jêrenot:                                                        
[1]Berhemên Giştî/Weşanxaneya Avesta/Wergêr: Hatice Kılıç/2021
[2]Ey İnsanlar/Helbestên Bijartî/Weşanxaneya VE/Wergêr: M. Bülent Kılıç
[3]Wêjeya Kurmancî-Pênûsên Çardehderb/Weşanxaneyan Belkî/Weşanxeneya Belkî
[4]Şemîsa, Nigâhi Be Furtûğ-î Ferruhzâd, s. 170-171
https://web.archive.org/web/20140301182800/https://haber.sol.org.tr/kultur-sanat/ruzgarin-surukledigi-sair-haberi-87699

Çavkanî / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin