Fermandarekî YPG ê payebilind jiyana xwe ji dest da

Fermandarekî YPG ê payebilind jiyana xwe ji dest da

Hisên Çawîş (Herekol) yek ji giringtrîn kadroyên leşkerî û siyasî yên rêveberiya xwesera bi ser PYD ve bû.

A+A-

 

Fermandariya giştî ya Hêzên Paristina Gel (YPG) di daxuyaniyekê da ragihand ku endamê wê Hisên Çawîş (Herekol) jiyana xwe ji desta daye. Di vê daxuyaniyê de weha hatiye rêzkirin:

"Hevriyê me Herekol (Hisên Çawîş) dema di peyreweke şoreşgerî ya ji bo bîranîna şoreşa 19'ê Tîrmehê bû, gihişt şehadetê û bû sembola rasteqîne ya tekoşîna şoreşa Rojava."

Dauyaniya YPG destnîşan nake kengî, li kû derê û çawa fermandarê wê yê payebilind jiyana xwe ji dest daye.

Hisên çawîş ji dayikbûyiyê gundê Beroj ê giradayî bajarê Dêrikê yê Kurdistana Sûriyê bû. Di destpêka salên notî yên sedsala bûrî de tevlî rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûbû. 15 salan di zîndanê Tirkiyê da ma bû.

Hisên Çawîş (Herekol) yek ji giringtrîn kadroyên leşkerî û siyasî yên rêveberiya xwesera bi ser PYD ve bû.

Berî deh rojan nûçeya kuştina bahoz Erddal, fermandarekî din ê navdar ê PKK/PYD ji aliyê ajansa fermî ya dewleta tirk ve hate ragihandin. Herçende PKK ev nûçe red kir, lê hinek dezgehên ragihandinê destnîşan kirin Erdal ku navê wî yê rast Fehman Hisên e, bi giranî birîndar e û li nexweşxaneyeka bajarê Silêmanî yê Kurdistana Başûr tê derman kirin.
 (E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin