Fermandarê YPGê: Artêşa Tirkiyeyê hêj neketiye bosteke axa Efrînê

Fermandarê YPGê: Artêşa Tirkiyeyê hêj neketiye bosteke axa Efrînê

Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku bombebarana Tirkiyeyê heta niha dewam dike lê Artêşa Tirkiyeyê neketiye bosteke axa Efrînê.

A+A-

Li ser operasyona artêşa tirk Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo derbarê rewşa dawî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Tirkiye neketiye bosteke axa Efrînê.

 

Bi rastî ku em bibêjin ev 3 rojin topbaranekî zêde li dijî Efrînê heye. Blafirên şer tim li ser Efrînê digerin û Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) firînên keşfê pêk tînin. Bi xwe jî dibêijn ku em operasyon çawa pêk tînin. Niha jî balafirên şer hin deveran bombebaran dikin. Lê bi rastî ez wek Serokê Komîteya Parastina Efrînê dikarim bibêjin ku postekî jî axa Efrînê niha neketiye destê Artêşa Tirkiyeyê. Doh hewldan ku ji gundên Edema û boriyan ve bikevin axa Efrînê, lê ev helwdan hat şkandin.

 

Herwiha ji ber qutbûna pêwendiya bi Fermandarê YPGê re, ajansa Sputnikê nekarî agahiyên zêdetir bi dest bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin