Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka:  Em ”rapora Îsixbarî” a Dewleta Tirkîyê şermezar dikin

Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka: Em ”rapora Îsixbarî” a Dewleta Tirkîyê şermezar dikin

Tevger û komeleyên çandî û partîyên sîyasî, şexsîyetên sîyasî – ne ya kurdan tenê herwiha yên wan welatan jî- hatine şopandinê û wek raporekî hatiye weşandinê.

A+A-

Eva demeke raporekî li ser PKK û kurdên li dîyasporayê, taybet yên welatên Ewropa ku, ji alîyê Weqfa Lêkolînên Sîyasî, Aborî û Civak- SETA ya ku nêzîkê hikûmeta Tirkîyeyê û herwiha nêzîkê AKPê tê naskirinê ve hatîye amadekirinê û di medyayê civakî debelav bûye.

Di vî raporî de her welat (Almanya, Holanda, Fransa, Belçîka, Swêd, Danîmarka...) cûda hatîye şopandin û lêkolîn kirinê.

Tevger û komeleyên çandî û partîyên sîyasî, şexsîyetên sîyasî – ne ya kurdan tenê herwiha yên wan welatan jî- hatine şopandinê û wek raporekî hatye weşandinê.

Li ser vî raporî Federasîyona komelên kurdî ku navê wana û komelên endamên wana jî di vî raporê de hatine dîyarkirinê, ji raya giştî re beyanekî bi navê  Em ’rapora’ îsixbarî a Dewleta Tirkîyê şermezar dikin” hate belav kirinê.

 

 

Ji bo raya giştî

Em ”rapora” îsixbarî a Dewleta Tirkîyê şermezar dikin

 

 

Eve çendîn rojin ku di tora medyayî de raporeke Îtixbarata Milî a Tirkîyê belav bûye. Ev ”rapor” di gelek rojname û malpêran de jî wek nûçe hatîye belav kirin. Rapor ji alîyê SETA (Weqfa Lêkolînên Sîyasî, Aborî û Civakî) ve bi sernivîsa ”Avrupa’da PKK yapilanmasi” (Rêxistina PKK’ê li Ewropa) hatîye amade kirin û gelek welatên Ewropa dayîye ber xwe.

 

Beşekî vê raporê jî li ser kurd û sazîyên kurdan li Danîmark, sîyasetmedarên kurd ên di nav partîyên danîmarkî de, sîyasetmederên danîmarkî, endamên parlamento û heta bi serokên partîyên danîmarkî û kevnewezîrekî danîmarkî, ku dostekî nêzîk ê kurda ye, jî digrê nav xwe û hemû jî wek alîgirên ”terorê” binav kirine.

 

Di raporê de beşek jî li ser Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û komelên endamên federasyonê ye. Kesa ku di qada Danîmark de xwedêgiravî ”lêkolîn” kirîye em hemû jî wek rêxistinên kurd ên piştgirê ”terorê” binav kirîye. Wek delîl û çavkanî jî nûçeya ku endamê me Yilmaz Yildiz di dema damezirandina FKKD’ê de a di roja 17.01.2010’an de bi zimanê kurdî nivîsîbû nîşandane.   

 

Herçend naveroka vê ”raporê” ji bo me zelale û pêwîst jî nakê ku meriv li ser biaxivê jî, lê dîsan jî em dixwazin bi çend têbînîyan bala raya giştî, medya, sîyasetmedaran û bi giştî Hikumeta Danîmark bikşînin ser û ji ber vê bûyerê dewleta terorîst û dagirker a welatê me Tirkîyê yê mahkûm û şermezar bikin.

 

Dewleta Tirkîyê li ser qirkirina gelan (Ermenî, Yûnanî, Pondûs, Kurd û hwd.) hatîye ava kirin.   

 

Lê îro ji van hemû gelan yên ku hê jî di welatê xwe de, li ser axa xwe dijîn û daxwaza mafên xwe yên netewî, ziman, çand û heyîyên xwe dikin û tekoşîn dikin, gelê kurd e. Tekoşîna wan ya azadîyê, ji bo Dewleta Tirkîyê xeterîyeke girîng e. Ji ber wê jî her kurdekî azadîxwaz, li ku dibê bila bibê, ji bo Dewleta Tirkîyê, xeterîyeke mezin e, dijmin e û divê ji holê bê rakirin.

 

Tirkîyê, çi li nav welat û çi jî li dervayî welat, dixebitê ku Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê terorîze bikê.

 

Ji bo Tirkîyê, kî û çi dibê bila bibê, her kurdekî azadîxwaz, mafxwaz û ”terorîst” e û PKK’yî ye.

 

Her welatekî ku bahsa demokrasîya Tirkîyê, an jî bahsa kurdan bikê, ew dewlet di çavê Tirkîyê de alîgirê ”terorê” ye û dijminê Tirkîyê ye.

 

Armanc ji vê ”raporê” krimînalîzekirina doza azadîya Kurdistanê ye, krîmînalîzekirina civaka kurd bi giştî ye.

 

Di eslê xwe de ev ”rapor” ji raporeke îstixbarî zêdetirr wek nîmûneyeke îdîanameya serdozgerekî Tirkîyê ye.

 

Helebet ev cûre ”raporên îstixbarî” ji bo me ne xerîb e. Em baş dizanin ku dewleta dagirker a Tirkîyê li himberî azadîxwazên Kurdistanê, li himber doza azadîya Kurdistanê, li himber mirovên demokrat di nava çi tevgerê de ye. Bi dehên salane ku ew bi xwe li Kurdistanê şerekî qirêj ûdimeşînin û bi hovîtîyeke mezin terore dewletê li ser gelê me dimeşînin. Bi hezaran gund şewitandin, zevî û daristan şewitandin, bi dehhezaran kurd qetl kirin û bi milyonan jî bi darê zorê ji cih û warên wan derbeder kirine.

 

Tiştê ecêb ji bo me ew e ku çawa Îstixbarata Danîmark (PET) ji van tevgerên îstixbarî yên Tirkîyê li ser axa Danîmark bê agahdar bûye û rê didê ku sîxûrên dewleta Tirkîyê bi azadî hespên xwe bibezînin. Herçend ku karekî me yê bi nepenî nebê jî.

 

Me wek FKKD û hemû komeleyên endam, ku navên wan di vê ”raporê” de derbas dibin, heta niha bi tu şêweyî ne piştgirîya karê terorê kirîye û ne jî bi kar û emelê xwe ve teror pesend kirîye. Herwiha ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve tu eleqe û girêdaneke me a organîk bi PKK’ê ve jî nîne. Me bi salan li qada welatê Danîmark, li gor derfet û îmkanên xwe, ji bo nasandina çand û kultûra kurdî û danîmarkî, nasandin û hevdufahkirina kurd û civaka danîmarkî, teşwîqkirina kurdan di warê întegrasyonê de, pîrozkirin û bibîranîna rojên netewî û karêsatên li Kurdistanê, bi serbilindî kar û xebat xwe meşandîye û bal kişandîye ser zilma dewletên dagirker û rewşa kurdan bi giştî li Kurdistanê. Hemû karên me yên li Danîmark jî her di nava çarçoveya qanûn û zagonên Danîmark de hatine kirinê û her cara ku me çalakîyek an jî xwepêşandanek jî kirîye, me pêşî destûr ji polîsên Danîmark wergirtîye.

 

Em bi tu şêweyî rê nadin ku dewleta Tirkîyê û alî û kesên din doza azadîya Kurdistanê, civaka kurd, welatperwerên Kurdistanî li Danîmark bi nivîsên bê bingeh û tijî manîpûlasîyon terorîze bikin.

 

Em ji Dewleta Danîmark, ji Parlamentoya Danîmark, civaka sifîl ya demokrat û ji Teşkîlata Îstixbaratê ya Danîmark (PET) daxwaz dikin ku pêşîya vê bûyerê bernedin, di derheqê Tirkîyê de dozê vekin heta ku Tirkîyê ji ber van virr û derewên xwe daxwaza lêborînê bikê.

 

Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD).

28.08.2019

RN/Danîmarka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin