Fazil Mîranî: Heta naha li Iraqê 4 kudeta çêbûne, ya Elawî dike jî ya pêncem e

Fazil Mîranî: Heta naha li Iraqê 4 kudeta çêbûne, ya Elawî dike jî ya pêncem e

Sekreterê politburoya PDKê merc û daxwazên kurdan bo beşdarbûna kabîneya nû ya Iraqê di serokatîya Mihemed Tofîq Elawî de aşkera kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Sekreterê politburoya PDKê Fazil Mîranî ji Dengê Amerîkayê re ragehand: ‘’Ez wek partîyekî naaxivim wek Kurdistanîyekî diaxivim. Elawî wisa dizane ji Marsê hatîye. Nizane Iraqê welateke ku ji sala 1958ê ve li ser sêkuça Sunne, Şîe û Kurdan ava bûye. Ebdulkerîm Qasim hate ser hukim, Mihemed Necîb Rubeyî serokê encûmena rêveberîya sunne bû, Mihemed Mehdî Kube Şîe bû, Xalîd Bin Neqşîbendî jî kurd bû.’’

Herwaha got: ‘’Li Iraqê 4 kudeta ango derbe pêkhatine. Ya Elawî dike pênceme û bergekî sîyasî li xwe kirîye. Ji ber wê jî hemû pêkhateyên Iraqê, kurd, ereb, tirkmen û Ermen êdî razî nînin hikûmetekî tekalî û navendperestî, çi qewmî be yan tayfeyî be ava bibe, gelê Iraqê êdî naçe ber hukmekî wisa û em vê yekê qebûl nakin.’’

Herwaha nimûne jî anî ku tenê pêkhateya Şîe biryara derxistina hêzên bîyanî li ser axa Iraqê da û waye ew biryar nehate bicîhanîn.

Fazil Mîranî got: ‘’Em dikarin di hikûmetê de beşdar nebin, lê em daxwaza helbijartinên pêşwext dikin, ku tekoşînê li dijî gendelîyê bike û ewên xwepêşander kuştine bên girtin, biçin pêş dadgehê. Li vî welatî nepêkane hukmê yek qewmî û yek tayfeyî birêve biçe. Li Iraqê kurd gelê duyeme, me federalîyekî destûrî heye. Herwaha sunne pêkhateyekî serekî ye, tirkmen û aşûrî pêkhatene, nabe hikûmet bê wan pêkhateyan serkeftî be.’’

Fazil Mîranî got: ‘’Elawî bixwe namzedê du partîyane, lê dibêje ez nûnerên partîyan qebûl nakim.ew bixwe namzedê lîsteya Fetih û Saîrune. Em namzedên xwe bi navê namzedên herêma Kurdistanê pêşkeş dikin. Ji ber em herêmekî federal in û ne partîyekin li Bexdayê rûniştibin.’’

Mîranî hişyarî da û got: ‘’Em ne alîkar dibin û ne jî ti hesabekî bo dikin. Lê em nabin opozîsyon, ji be rem şirîkê vî welatî ne, beşek in ji Iraqê û federalîya me heye. Em daxwaza mafên xwe yên destûrî dikin, em ne partîyek in, xwedî pêkhateyekî herêma federal a destûrî ne û gel in.’’

Fazil Mîranî ragehand, ew awayê Mihemed Tofîq Elawî bikartîne, ne herêma Kurdistanê, ne sunne û ne şîe razî nînin. Û got, alîyên Kurdistanî şandeyekî nû dê rêbikine Bexdayê û li gel pêkhateyên din ên Iraqê dê biaxivin. Herwaha dîyar kir, kurd nabin opozîsyon û danûstanê jî li gel wan kurdan nakin ku li Bexdayê di cîha herêma Kurdistanê de bên erkdar kirin. Ji ber ‘’Ew nikarin nûnerên kurdan bin. Ew dikarin bo xwe fermanber bin, lê em wek nûnerên xwe wan qebûl nakin.’’

Mîranî got: ‘’Her kurdekî di kabîneya Elawî de bibe wezîr, bê ku alîyên kurd û hikûmeta herêma Kurdistanê wî wek namzed nîşan bide bibe wezîr, dibe ku em ji Teha Mihyedîn (Kesekî kurd ê cehşê dema Seddam e) xirabtir li wî binêrin.’’

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin