"Ew ê dîsa wekî wê carê be!"

"Ew ê dîsa wekî wê carê be!"

Rakirina parêzbendîya parlamenteran, şiddetê û bêçareserî yê kûrtir dike!

A+A-

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, bayê şiddeta ku li bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê peyda bû bi encamên xerab her berdewam dike.

Fezlekeyên hin parlamenterên HDPyî bi behaneya hin beyan û çalakîyên wan, ji bo rakirina parêzbendîya wan şandin Meclisa Tirkîyeyê.  Reşnivîsa ji bo guhertina Qanûna Bingehîn a ji bo rakirina parêzbendîyê  bi dengên AKP, CHP û MHPyê ji Komusyonê derbas bû.

Pir aşîkar e ku armanca fezlekeyan siyasî ye.

Ji beyan û muneqeşeyan tê fêmkirin ku di warê rakirina parêzbendîya  HDPyîyan de di navbera AKP, CHP û MHPyîyan de “lihevkirineke neteweyî” çêbûye.

AKP ku di warê çareserîya pirsa kurdî de naxwaze tu gavekê biavêje û çareserîyê tenê di şiddet û berfirehkirina “tedbîrên asayişî” de dibîne, bi piştgirîya MHPyê dixwaze HDPyîyan ji Meclîsê bi dûr xe, CHP jî li defa wan dixe.

Wekî  tê zanîn,  di 4ê Adara 1994an de hin parlamenterên DEPyî  bi zorê  hatibûn  girtin û cezayên giran dabûn wan.Lê vê yekê  da nişandan ku xetimandina siyaseta sivîl, bêdeng kirina parlamenterên xwedî  bîr û bawerîyên cihê, hem bêçareserî ye û hem jî şiddetê berfirehtir  û kûrtir dike û di civatê de birînên kûr vedike.

Ew ê dîsa wekî wê carê be!

Di şerê ku Dewleta Tirk di Tîrmeha 2015an de dest pê kir û PKKê jî bi siyaseta xwe ya xendekan, bahaneya dewletê kûrtir kir, rê jê re xweştir kir de armanceke esasî jî  ew bû ku zemîna xebata siyasî ji holê were rakirin û texrîbkirin. Şer û pevçûnên qewimî daye  nîşandan ku gelek destkevtin  û qezencên siyasî di vî warî de zerar dîtinin.

Armanca rakirina parêzbendîyê  jî wek dewama vê siyaseta şerî   bertengkirin û rêlibergirtina meydana siyasî û xebata legal e.

Bi rakirina parêzbendîya şiddet û bêçareserîîya li bakurê Kurdistanê dê hîn  kûrtir bibe.

Ji bo çareserîyeke  aştîyane, divê  rêya dîyalogê neyê girtin,divê  meydana siyasî ya legal neyê tengkirin, heta ji dest tê were berfirehkirin.

Em partî û tevgerên sîyasî yên bakurê Kurdistanê ku îmza wan li jêrê ne:

Bi rakirina parêzbendîya hin parlamenterên HDPyî dê azadîya ramanî  û azadîya birêxistinbûyîna  ku ji xwe mehdût e, hê bertengtir bike û tu xizmeteke wê ji aşitî û çareserîya siyasî û demokrasîyê re nîne. Em  ji vê neheqîyê re dibêjin NA!

Em bang li desthilatdarîya siyasî û hemû partîyên di meclîsê de ne  dikin, dev ji vê helwesta xwe berdin, hewa û atmosferê hê xerabtir nekin û ji bo çareserîyê divê hin gav werin avêtin da ku pirsa kurdî bi rêyeke aştîyane, bi çareserîyeke siyasî û adilane were çareser kirin.

Em li vir bangî  Dewleta Tirk dikin da ku dev ji siyaseta şiddet û zordestîyê berde û PKK jî dev ji siyaseta şerî  berde; divê yekser du alî  agirbest were îlan kirin.

Werin em hemû partîyên kurdan yên li bakur, li gel  garantorên navneteweyî ji bo destpêkirina pêvajoya çareserîyeke rastekîn bi Dewleta Tirk re li dor maseyekê rûnin.

04-05-2016

HAREKETA AZADî, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin