”Ew bextewar e ku bi tirkî nizane”

”Ew bextewar e ku bi tirkî nizane”

Li ser maxlûbîyeta Galatasarayê dê reaksîyonekê çawa bihê nîşan dan Martin Linnes bersiv daye û gotîye; "ew naxwaze vê yekê zanibe û ew xwe bextewar dizane ku bi tirkî nizane."

A+A-

Li gorî rojnameya rojane ya Swêdê Dagens Nyheter dinivsîne; rojnameger ji fotbolistê Norveçî Martin Linnes ê ku di Galatasarayê de dilîze pirsîye, gelo dê  tirk û rojnameyên tirk li ser maxlûbîyeta Galatasarayê reaksîyonekê çawa nîşan bidin; Martin Linnes bersiv daye û gotîye; "ew naxwaze vê yekê zanibe û ew xwe bextewar dizane ku bi tirkî nizane."

Duhî li Swêdê li bajarê Ostersundê di çarika şampîyonîya Liga Ewrûpayê de OstersundFC Galatasarayê 2-0 maxlûb kiribû û ev wek suprîz hatibû destnişankirin.

Hêjayê gotinê ye ku li Tirkiyê gelek reaksîyon li hember maxlûbîyeta Galatasarayê hatine nîşandan û wek nimûne di rojnameya Sabahê de Mehmet Ozcan bi puntên reş nivisîye; ”ev felaket e”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin