Evîna Hemê Şivan û Zeyne: 9

Evîna Hemê Şivan û Zeyne: 9

Diyar Budak

A+A-

Hêrsa birayê Zeynê yê piçûk daneket. Dema gihîşt ba Hemo û Zeynê ji hespê xwe nehat xwarê. Li ser pişta hespê xwe sekinîbû, çavên xwe li ser bejna Hemê digerand. Mîna gurê çolê dixwest demeke zû Hemo parçe bike.

Hemo got, “ez dixwazim bibim endamê malbata we. Ji kerema xwe min efû bikin. Wê ji vir şûn va ezê dîsa ji we ra şivantîyê bikim.“

Xaldûn li ser van gotinên Hemê pir qehirî û got, „ez nikanim gel te bazarîyê bikim Hemo. Ez nehatime gel te misletê bikim. Ez hatime canê te bigirim û te bikujim. Rabe hizê xwe bigire.“

Hemo ji bo hazirîya xwe rabû. Şûr û mertal girt nav destê xwe, herdu birayê din ji dewsa xwe ranebûn.

Xaldûn stranek awêt ser Hemo û got:
Hemo dilê min yan e sê carî yan e
Hemo cem me him gavan him jî şivan e
Te dilê me şikandîye, bi gelek eş û jan e
Heram bibî xwarina nanên odan e
Nîmeta mala me te kor bike bi herdu çavan e
Nanê me te kud bike bi herdu lingan e
Çer qêmiş kir û revand xuşka me sê biran e
Te em rezîl kirin nav êl û eşîrên Hîzolan e
Navê me pir baha bû te kir erzan e
Te em kirin kenokên dost û dijminan e
Şeref û hezê me kir penç pêran e
Ez canê te digrim, naxwezin pere û pulan e
Bersîva min bide mîna mêran e
Bide çava, darê riman e
Eger tu mêranekî derxinî, ser vî erdan e
Ne yek ne duduyan, ezê bibirim ji te ra van destan e
Eger tu milanekî dernexinî, efkara dile min pir giran e
Ezê dil û kêzeba te bikim nav cîzman e
Bibim bavêjim ber kelpan e
De rabe Hemo berxwe bide, mîna camêran e
Daxîlbûna te qêbul nakim, efkara dilê min pir giran e
De rabe tu şivanê mîyan û heyvanan e
De rabe Hemo nişangeha mêran meydan e

Gel Hemo çare nemabû. Xaldûn Axa dixwest serê Hemo bigire. Carekî din Hemo dijî şerkirinê derket. Hemo dixwest bi aşitiyane li hev bên. Digot; “ne lazime em li sere çolê xwîne birijînin. Em însan in jiyan ji mirinê baştir e. Ez carek din bibêjim û em vê yekê safî bikin. Em herdu alî jî zerarê dibînîn. Zeyn, hûn, hemû malbat û ez…”

Hemo gotina xwe qedand û dûra bi stranek bang li birayê Zeynê kir û got:

Axa o dilemin ketîye xwanga te Zeynep xan e
Evîna wê, tim diêşîne dilê min ji salan e
Hemê şivan jî xwedî ar û can e
Min pir xwarîye nanê destê we axan e
Nanê we bila min kud bike bi herdu lingan e
Kor bike her bi herdu çavan e
Ya min ne cebr û ne jî zor û zerpan e
Çi hey êşk rehmeta xweda û dilan e
Disa di derîyê we da Hemê şivan e
Daxilê we biran û hemû Budan e

Birayê Zeynê yê piçûk efkara xwe giran bû. Her du birayê wê yê mezin jî di destê Hemê da dutsax ketibûn. Ev jî Zeynê pir eciz dikir. Zeynê carek din ji Hemo ra gotina xwe dubare kir û got:

Hemo dilê min jan û kîn e
Sê caran jan û kîn e
Lo kotîyo tu boş boş dikî qezîyan e
Ez ne zarok im tu min didî tirsan e
Koşekî rima xwe bigire, li hember min meydan e
Bibînim, ji min û te kîjan mêr e û kijan beran e
Tu milanekî derxinî li van erdan e
Ne malikî ne dudîyan, ezê bixwe bibirim herdu destan e
Eger tu dernexinî, efkara mîre te pir giran e
Ezê dil û kezeba te bikim nav cizman e
Hemo ji te ra efu tune û vê yekê baş bizan e
Fermo, Hemo ji bo hazir e şerê meydan e…

Li ber Hemê tu rê neman. Aşitî û lihevhatin çênebû. Hemo qayt kir ku daxîl qebûl nebe, loma pirr bê dil rabû. Şûr û mertalê xwe girt û li hember birayê Zeynê hazirîya xwe kir. Nafîle, ew Hemo efu nake. Xaldûn û Hemo li hespan siyar bûn. Herdu birayên dutsax jî di cîhê xwe da rûniştibûn. Berê birayê Zeynê eriş bir ser Hemo. Zeynê dît ku birayê wê gor Hemo daha jîrtîr û bêtir jehatî ye. Bi kilamik bang li birayê xwe kir û got:

Birao dilêmin dişewite bi jan e
Birayê Zeyne, ne zarok û nezan e
Suwar bûye li hember Hemê şivan e
Zor dayê kamçî û zengîyan e.
Di destê xwe da dilîze bi rim û şimşîran e
Derdixine lîstik û qeyîdan e
Şer dike li hember Hemê gavan e
Revandîye aseletî û şerman e

Zeynê dît, Hemo nikare berxwe bide. Birayê wê bi derecan ser Hemê ra ye. Carek din gazî birayê xwe kir û got:

Birayê minê piçûk tu Xaldûn î
Ji navê te da xuyaye tu har û dîn î
Çiqas jî zalim î, bi bux û kînî
Bi zengîyan revanîyê vir da û wê da dibî û tînî
Mîna gurê çolê pişthêşîn û devbixwîn î
Lêdixî û rimê dest Hemê şivan direvîn î
Pişta wî dayê ser kaşê zînê ser da dileqîn î
Rimê xwe di ser Hemê ra dixozînî
Hemo tu bikarî şêrê destê wi birevînî
Yan jî ew bê rehma xwedê te mexinî
Hîn wê demê tu birayê minî Xaldûn î

Hemo gelekî ketîbû tengasîyê. Li hember Xaldûn nedikarîbû şer berdewam bike.

Zeynê bang lê kir û got:

Waylo Hemo, waylo Hemo, nivroj gelek germ û tîn e
Bejna te bi şurê birayê min girtîye birîn e
Mecal nîne biçin û hekimek ji me ra bidûrîn e
Dilop, dilop dikeve ser bozê rewan xwîn e
Çiqas dijmin e û suret da diweşe kîn e
Siyar bûyê li seklawî yê pir har û dîn e
Hemo qayt bike, darê rimê axayê te boximê xwe çi bi çine?

Hemê bêteqêt bersîva Zeynê da û got:

Belkî jî ev qisey minî dawîyê ye
Zeynê dilê min mîna Çêmê Pêrē şêlû ye
Min li ser dara rimê axayê xwe xwe dîye
Darê xwe esil gurgen û selwî ye
Usila mirovan hîn di dinê da nebûrî ye
Dijminî kuştin e, şoretî daxile, berdan camêrî ye
Hem dîsa ji we ra şivan û gavanê ber dêrî ye

Zeynê li ser zinarekî rûniştîbû û herderên wê dilerzîya. Heyfa wê bi Hemo dihat. Evîn û hezkirina Hemo hat ber çavên wê. Jîyan bêbext bû. Îro îhtimale ku ji bo Zeynê û Hemo bibe roja emrê wan a dawîyê. Jiyanek 24 saetên direj mîna perperokan…

Zeynê xemgîn bû û bixwe jixwe ra got; “xwezila ez û Hemo nerevîyabûna. Ji rûyê me da jîyana hemû kesan ketîye xeterê. Zor ketîbûn têngasîyê. Di rojên weha teng da timî Xweda tê bîra mirovan.

-didome

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin