Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 5

Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 5

Dîyar Budak

A+A-

Hemê ji Zeynê ra got:

Ez heft sal e li cem birayên te me, min ji wan ra bi salan şivantî û gavantî kir. Ez dizanim ew çiqasî mêr û kêr in.

Lakîn tû wê tirsê li min dikî ku xewa min neyê û ez ranekevim.

Tu bi vê jintîya xwe du gotinan êmiş dikî (lihevtînî) û davê ser min, lê ez nikarim du qeziyan bînim ser hev û bersiva te bidim.

Hemê gotina xwe birrî û bi stranek bang Zeynep Xanimê kir...

Ay le, ay le, ay le Zeynê keça mala Budê ye

Birayê te ku hatin, sîyar dibim li hespê ye

Ezê wan bikim esîr û daxîlê çolê ye

Daxilî qewul nebû, sîyarbim li seklavîyê ye 

Dest bavêjim serê hespê û gemê ye

Lê bidim bi şiva bîyê mîna kamçî ye  

Her du birayê te bikim daxilê Hemê ye

Ji wan ra derxînim çend lîstik û qeyda cengê ye

Ez gelek bê teqat û bê xew ketime ber destê Zeynê ye

Bihêle û çoka xwe bike balgî ji bo serê Hemê ye

Ezê dirêj bibim li Deşta Gewran ser erdê ye 

Bibînim xewnekî baş, ji bo bextê Hemê û Zeynê ye

Derkevin ji nav qal û qotikê, qeda û belaya vê dinê ye

Çavên xwe ji xewê rakim bê qisawatê ye 

 

Zeynê:

Xwedê belayeke mezin mede te! Madem tu dikevî rikê, fermo serê xwe dayne ser çoka min û rakeve…

Zeynê jinuyê xwe danî erdê, Hemê serê xwe da ser her du bihev ra ketin xeweke kûr…

24 saetan rê hatîbun, 14 saetan jî di xewê da man.

Zeynê xewna xwe da dît ku du gurê zikbirçî, çenik û didanên xwe çeq çeq lihew dixin û dengekî bilind derdixînin. Bixwe jixwe ra got, min ji piçûktîya xwe wir da timî çîrokên li ser guran guhdarî dikir û ji wan ditirsîyam. Mina Çiroka bizin û sê karikên wê.

“Şengilo, mengilo, alişengilo.

Dîya we çûye zozanan 

Çêrîyaye li mêrg û çimenan.

Wa ye hatîye danan, deri vekin,

Ez şîr bidim we…”

 

Xewn, xewneke ne baş, ne jî bi xêr bû.

Di xewna Zeynê da, du gurên gewrên dîn û har, êriş anîbûn ser hespên wan.

Çaw û didanên wan dibiriqîn mina elmas û zêr.

Cendekê wan mezin bûn, mîna hurç û şêr.

Ez tenê û bêçare, nedikarîbûm bi wan ra bibim kêr

Ditirsîyam û dilerzîyam mîna teyrê nêr

Di destê min da ne têvir hebû ne jî bêr

Şalan, Hemo xwedî derkeve li kehêlan weke mêr

Li milê wî tiving, di destê wî da jî kêr

Min xwe avêt paş bedana wî ya tûj û têr

Ji tirsê her derekî min di xwîdanê da mabu. Min dixwest bi dengekî bilind bang bikim û herdu gurên dîn û har ji ser hespan dûr bixinim. Lê deng ji min dernediket. Ez şaş mabûm û bêçare li guran mêze dikir.  

 

Herdu gurên dîn û har dabûn dû hespên me yên yavanyazî digerîne.

Ez çi bikim Hemo ranabe ji xewa şîrîn e

Dile min bi rasti kelogîrî û pir xemgîn e

Gazî Hemo dikim ku rabe guran dûrbixîne

Ji tirsê deng ji min dernediket ku Hemo ji xewê hişyar bikim.

Eriş anîbûn ser kehêlan, hindik mabû wan parçe parçe bikin.

Ji nişkava ji xewna dirêj hişyar bûm. Ser û guhê min di xwîdanê da bibû av. Te digot qey min li ava çemê Munzur xistine û derxistine. Hinek bi xwe hatim û ji xwe got; şukir ji te ra Xudayê mezin, ya ku min dîtîye xewn e û ne rast e. 

Min bêhna xwe kur girt û berda, qaytî dora xwe kir ku hesp diçêrin û ber bi çawkanîya avê tên. 

Zaynê ji cîhê xwe rabû, bi kefxweşî şimik kirin lingê xwe û ber bi hespan çû. Bi hevsarê wan girt û ew anîn ser avê. Lê hin di bin tesîra xewê da bû. Lingê wê dilerizîn û dilê wê hê bi kelecan lêdixist.

Li ser xewna xwe difikirî ku, gelo mana wê xewnê çi bû?

Bi xwe ji xwe ra digot, îro bê qeza û bê bela roj biçûya ava, gelek baş dibû.

Hesp li ser avê hiştin û ber bi Hemo çû. Bi dengek nizim bang li Hemo kir. Lê Hemo ji xewa xwe ya kû ranebû. ji çîyayê hember, dengê kewan, dengê şalul û bilbilan dihat.

Bi dengê wan ra Zeyn gelek kêfxweş bû û xwe bextewar hesiband. Dilê wê bi kêf û eşq lêdixist.

Çû li kêleka Hemo sekinî, dû ra destê xwe da ser serê Hemo, bi porê wî ra hinek lîst û wî hişyar kir.

Hemo çavê xwe vekir û ji Zeynê ra got:

Zeynê min di xewna xwe da dit ku du hulîyên baz, keweke belengaz girtine û li ser wê şer dikin. Kew ji nav lepên wan filitî û hat li nezika me hêwirt. Ez ji cîhê xwe rabûm, min nehişt careke din eriş bînîn ser kewa belengaz. Min kew parêst û dû ra jî min bi destê xwe ew da firandinê û ber bi pîye Dilî begê çû. 

Lê ez nizanim gelo ev tê çi mane yê?

Zeynê ji xewna xwe ji Hemo ra got. Dû ra hazirîya xwe kirin ku li hespên xwe sîyar bin û berê xwe bidin Qonaxa Dilî begê.

Zeynê rabû ser xwe û qaytî derdora xwe kir. Dûra ber bi kanîyê çû, dest û rûyê xwe şûşt, bi şêhê darik porê xwe şeh dikir. Ji nişkava dengek bihîst, careke din li derdora xwe mêze kir, dît ku ji alî piyê çepê û ji dûr va du sîwar ber bi wan tên. Mîna gula ku ji tifingê derbikeve, bi lez û bez dihatin... Ew dibe ku rêwî ya jî birayên Zeynê bûn.

Zeynê tirsya û ji kerba tirsê stranekî avêt ser Hemo û got:

Hemo dilê min bi tîn e, si carî bi tîn e

Kutî di devê mêrê bê emel da birîne

Rabe li koşekî meydanê bisekîne

Cawa riman bide û mêran bibîne

Ber xwe bide milanekî baş derbixine

Eger dermexinî di ser laşe te da were xwin e

Dilê birayê min girtîye bux û tijî û kîn e

Teslim bigire herduyan li ser kaşê zîn e

Ew hatine vê çolê, çi hesabi ji min û te ra dibîne

Eger daxil qebûl nekirin zo zo xwina wan birijîne

De rabe Hemo bila omet mêrxasîya te bibîne

Hemê li Zeynê vegerîya û got:

Ev çi felakete hatîye serê me.

Hemo, şal û şapikê xwe pêt kir. Pişta xwe kişand. Şûr û mertalê xwe girt destê xwe û hazir sekinî. Wexta tengasîyê da timî Xweda tê bîra însanan.

Hemo jî ketibû rewşeke pirr xirab û di tengasîyeke mezin da mabû. Xizir hate bîra wî. Bi rastî jî ew pê hisîya ku Xizir gelek nêzikî wî ye. Di dilê xwe da hinekî fikirî, dûra stranek Kurdî hat ser zimanê wî û got:

“Bextêk her dem ne razî

Gul buhara min were

Şahê ser text bi razî 

Dil hawara min were”

Hê herdu siwar negîştîbûn wan, Hemo bi dengekî aram bang li Xwedayê xwe kir û got

Ya Xizirê qêlêk, behr û çeman!

Ya evlîyayên Dersimê, Şahê Merdan, min tenê mehîlin!

Ya şehîdên Welat, Pîrê pîran Seyîd Riza!

Ya Munzur û roja zerî tu ji min û Zeynê ra bibî dêrî! 

Hemo dua û gotinên xwe qedand û li hespê xwe siyar bû.

Şûr û mertalê xwe girt û helalîya xwe ji Zeynê xwest.

Berê hespê xwe ber bi herdu siwaran wegerand.

Deşt di nav toz û dûmanê da mabû. Yên ku dihatin nêzikî wan dibûn, dişibîyan herdu birayên Zeynê û gelek bi hêrs û şerûd xuya dikirin.

Hemo bi destê zorê Zeynê nerevandibû. Zeynê bi dilê xwe gel Hemo hatibû. Dixwest bi Hemo ra jîyana xwe bike yek û emrê xwe bi wî ra derbas bike. Lê li gel axa û eşîrên Kurdan ya ku Hemo û Zeynê kiribûn, sûcekî gelek mezin bû. Herdu birayên Zeynê hatîbun serê Hemê dixwestin.

Li ber Hemo dû rê xuya dikir.

Yan ewê evîna dilê xwe Zeynê li cî bihêle û bireve. Ya jî li ber xwe bide û ji bo evîna xwe û parastina camertîya xwe heya dawîyê şer bike!

Hemo, biryara xwe ya şer da bû. Mirin gelek nêzikî wî hatîbû. Halbûkî Hemo dixwest qedera xwe biguherîne û jîyaneke baş peşkeşî Zeynê bike. Niha ew ji li dijî herdu birayên Zeyne, bi berxwedan û serkeftina wî va girêdayî bû.

Hemo cara dawî li evîna ber dilê xwe mêze kir..

Bi çavên xemgîn û bi evîndarîya dilê xwe li bejna Zeynê nihêrî...

Bîhna kincên Zeynê hat pozê wî. Ew kincên wê yê ku bi sabûn, xulav û rihanê hatibûn şûştin.

Zeynê xemgînîya xwe ravayî Hemo nedida, lê Hemo xemgînîya xwe nikarîbû veşêre...

Birayên Zeynê bêtir nêzikî Hemo bibûn. Hemo, gemê hespa xwe bi pêt di destê xwe da girtibû. Nedixwest li hember herdu birayên Zeynê şer bike. Pirr bêdil û bêhewî bû…

Lê mixabin jîyan heyfa xwe bi kesî ra nayne. Aqil û jêhatîbûn, carcaran zora fendê dibe.

Strana ku demek bere Zeynê jê ra lorandibû, hate bîra wî û kenîya. Di dilê wî da kefxweşîyek nû veda bû. Ew ji bo jîyanek teze bi her awayî amede bû... Tiştekî bêtarif di dilê wî da cîh girtibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin