Ev jî kurdên me yên 'dinya nedîtî’ ku di nav AKPê de cî girtine

Ev jî kurdên me yên 'dinya nedîtî’ ku di nav AKPê de cî girtine

Aktay di axaftina xwe de gelek pesnê dewleta xwe ya Tirkiyeyê daye û serokê rêxistina wê ya Dîyarbekirê Mihemed Dara Akar jî jê re li çepikan xistîye.

A+A-

Cîgirserokê AKP û berdevkê partîyê Yasîn Aktayê Sêrtî çûye Dîyarbekirê û li ser navê partîya xwe pesnê dewleta xwe ya Tirkiyeyê daye û gotîye, li heremê yekane dewlet, dewlata Tirkîyeyê ku li ser etnîkî û mezhebî sîyaset nake. Xwedîyê van gotinan li gel navê wî tîtila wî yê Profesorî jî heye.

Yasîn Aktay vê sibê (16.10.2016)  çûye Dîyarbekirê û bi serokê rêxistina xwe ya Dîyarbekirê Mihemed Dara Akar re çûye tazîyeya serokê partîya xwe ya Pîranê Deryan Akert ku di 10ê Cotmehê de li ber benzînxaneya xwe ya Pîranê ji aliyê PKK ve hatibû kuştin.

Aktay di axaftina xwe de gelek pesnê dewleta xwe ya Tirkiyeyê daye û serokê rêxistina wê ya Dîyarbekirê Mihemmed Dara Akar jî jê re li çepikan xistîye.

Mihemed Dara Akar awûqat e, berê yek ji damezirandinê Hereketa Azadî bû, dev ji rêxistina xwe berda û di hilbijartina dawî ya Şarederîyê de di listeya AKPê de bû endamê encûmana Şaredarîya Dîyarbekirê, pişt re jî nasnameya xwe ya ku ew nevîyê Şex Seîd e (wek ku kalê wî ji aliyê dewletê ve nehatîye îdam kirin) bi kar anî, AKPî jî jê sûd wergirt û wî kir serokê rêxistina xwe ya Diyarbekirê û ew di heman wextê de di TRT Kurdî de jî program çêdike.

Dewlet, bi van hevkarên xwe yên Kurdistanê, rism û sembolê li pişt wan dalqandî ku bi Kurdistanê re eleqeya wan tuneye, dixwaze bi kurdan bide heskirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin