ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkîyeyê da

ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkîyeyê da

Yekitîya Suryanîyên Ewropayê, bertek nîşanî operasyonên Tirkîyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê da û got: “Ji ber operasyonan 20 gundên Asûrîyan, Keldanî û Suryanîyan hatin valekirin. Em banga çalakîyên lezgîn dikin.”

A+A-

Desteya Rêveber a Yekitîya Suryanîyên Ewropayê (ESU), derbarê operasyonên Tirkîyeyê  yên li dijî Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê de daxuyanîyek nivîskî weşand. Di daxuyanîyê de êrîş hatin şermezar kirin û wiha hat gotin: “Tirkîyeyê dibin navê Kartal-Pençe de, di şeva 16’ê hezîranê de dest bi operasyona leşkerî kir. Ev operasyon li herêmê bû sedema tirsê, ji cihê xwe koçkirinê û kuştina sivîlan. Tirkîye bi van operasyonan dixe, qada xwe berfirek bike. AKP û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide demografîya welatên Sûrîyeyê û Iraq bi guherîne. Dixwaze bi awayê jîyana Îslamî qadên nû feth û dagir bike. Li Efrînê, bi hezaran kes koç kirin, jin, zarok û sîvîl hatin qetilkirin. Dîsa li Sûrîyeyê gundên Xrîstîyanan bi zorê hatin valekirin û koçberîyek mezin dest pê kir.” 

 

GUNDÊN VALE BÛN 

 

Di dewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Operasyonên Tirkîyeyê dibin sedema koçberkirina welatîyan. Ji roja operasyona Kartal-Pençê dest pê kirîye ve, 20 gundên Keldanî-Suryanî û Asûrî hatin valekirin. Welatîyên li van gundan dijîn ji bo ewlekarîya xwe çûne bajaran weke Dihuk, Zaxo û cihên din.”

 

BANGA ÇALAKÎYA LEZGÎN KIR

 

Di daxuyanîyê de banga “çalakîya lezgîn” hat kirin û wiha hat gotin: “Em weke Yekitîya Suryanîyên Ewropayê banga çalakîya lezgîn dikin. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitîya Ewropayê (YE) û hemû hêzên herêmî, ji bo vê rewşê çareserîyê bibînin û hestîyar tevbigerin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin