Esper: Zevîyên petrolê dibe ku bibe çavkanîyên aboriya YPGê

Esper: Zevîyên petrolê dibe ku bibe çavkanîyên aboriya YPGê

Esper derbarê zevîyên petrolê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku artêşa Amerîka bersiva her gefekê li ser zevîyên petrolê bidin û bîrên petrolê dikare bibin çavkanîya dahata Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper derbarê zevîyên petrolê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku artêşa Amerîka bersiva her gefekê li ser zevîyên petrolê bidin û bîrên petrolê dikare bibin çavkanîya dahata Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper, di civîna rojnamevanî de ragihand ku ew rê nadin ku DAIŞ, Rûsya û Sûrîyê petrola Sûrîyê kontrol bikin, dê ew bixwe ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îdare bikin.

Mark Esper dîyar kir ku hewlên Amerîka dê berdewam be bo kontrolkirina zevîyên petrolê yên li rojhilatê Çemê Firatê û got: “Dema serkirdeyê DAIŞê sax, ev zevî çavkanîyên dahata operasyonên wan bûn.”

Esper destnîşan kir ku her alîyê li ser zevîyan bibe gef û metirsî dê bibe armanca Amerîkayê û got: “Zevîyên petrolê yên Sûrîyê dibe ku bibe çavkanîyeke girîng a dahata YPGê.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin