Esed derbarê Erdogan û HSDê de daxuyanî da

Esed derbarê Erdogan û HSDê de daxuyanî da

.

A+A-

Serokê Sûriye yê Beşar Esed bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da, ku gotibû “di siyasetê de xeyidîbûn nîne”. Esed  di bersiva xwe de dibêje "Em li hêviya kiryaran in, ne gotinê".  Esed herwiha peywendiyên ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî  weke “eşîretî” pênase kir.

Ajansa Mêhr a nîvfermî ya Îranê ragihand, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed hefteya borî li koşka serokatiyê li Şamê bi komek rojnamevan û lêkolînerên Sûrî re civiya.

Esed di bersiva pirsên rojnamevanan de, bi piranî li ser têkiliyên Şamê bi welatên berê û niha re sekinî.

Îran û Rûsya

Esed amaje bi wê yekê jî kir ku Îranê ew bi tenê nehiştiye û heta niha jî piştgiriyeke aktîf bo Sûriye û got ku, Rûsya jî "gelek alîkarî" pêşkêşî wan kiriye.

Esed wiha got: "Lê belê piştî operasyona leşkerî ya li Ukraynayê û zextên aborî û leşkerî yên li ser wan, îro rewş cudaye."

Tirkiye û Erdogan

Esed diyar kir ku peywendiya bi Enqerê re tenê di asta îstîxbaratê de ye û got, dibe ku ev asta di rojên pêş de bilindtir bibe.

Serokê Rûsyayê herwiha amaje bi nêzîkatiyên Erdogan kir û got: “Tirkiyê îradeya xwe ya ji bo bicihanîna daxwazên Şamê nîşan da. Em ji Tirkiyê ne gotinan, lê çalakiyan hêvî dikin.”

Bi gotina Esed di nêzîkatiya xwe  de dibe ku Tirkiyeyê ji hin welatên erebî samîmîtir be û diyar kir ku ne mimkûn e ku bê zanîn ka helwesta Tirkiyê cidî ye an tenê manevrayek siyasî ye.

HSD û Amerîka

Derbarê peywendiyên li gel Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de jî Esed, got ku gelek caran pirsgirêkên rojane yên xizmetguzariyan çêdibe lê ew bo pereyan têne çareserkirin.

Esed li ser têkiliyên xwe yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, "weke eşîrtiyê" penase kir û got, "Diyaloga bi hêzên kurdî re berdewam e, lê ti pêşketin çênebûne."

Derbar peywendiyên ligel Amerîkayê de Beşar Esed got: “Ti pêwendiya me bi Amerîkiyan re nemaye û ji bo derxistina wan ji herêmên dagîrkirî em xwe dispêrin mezinbûna berxwedana gel.”

Herwiha Esed di piraniya axaftinên xwe de behsa kêşeyên navxweyî yên Sûriyê û bandorên şer li ser civak û aboriyê jî kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin